Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi daxuyaniyekê agahî li ser çalakiyên gerîla û êrîşên dewleta Tirk a dagirker da.
Daxuyanî bi vî rengî ye:
"Yekîneya Şehîd Axîn Mûş;
-15'ê Çileyê saet di 14:58'an de li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê bi amûrên hewayî li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê hate xistin. Di vê çalakiyê de konteynirek hate îmhakirin.
-16'ê Çileyê saet di 11:06'an de li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê bi amûrên hewayî li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar hate xistin. Di vê çalakiyê de konek hatiye îmhakirin.
Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;
-14’ê Çileyê di saet 14:37’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê çeperê sekvaniyê yê dagirkeran bi awayekî taybet hate hedefgirtin û xistin. Di vê çalakiyê de çeper bi temamî hate îmhakirin û 2 dagirkerên di çeperê de hatin cezakirin.
-14’ê Çileyê di saet 15:50’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê pergala elektronîk a li ser maşîna zirxî ya dagirkeran bi çekên giran hate xistin. Wesayîta ku pergala wê ya elektronîk hat îmhakirin, neçar ma paşve vekişê.
-15’ê Çileyê di saet 11:50’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê dagirkerên ku hewl didan li dora çeperên xwe têl danin, bi çekên nîv otomatîk hatin hedef girtin. Di vê çalakiya hêzên me yên YJA Starê de dagirkerek hate cezakirin.
Li Herêma Metînayê;
-14’ê Çileyê saet di 15:30’an de çeperên çekên giran ên dagirkeran bi çekên nîvotomatîk hatin xistin. Di vê çalakiya hêzên me yên YJA Starê de çeperek hate derbkirin.
-18’ê Çileyê di saet 03:00’an de li Qada Berxwedanê ya Şêlazê fotokopanek aîdê dagirkeran hate îmhakirin.
Êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;
-15 û 17’ê Çileyê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM ya Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê 5 caran bi dronên bombebarkirî û carekê jî bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.
-14, 15 û 16’ê Çileyê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Şêlazê ya herêma Metîna 18 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.
Êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker;
-Di navbera 14 û 17'ê Çileyê de li Herêma Xakurkê Qadên Berxwedanê yên Girê Şehîd Zinar, Girê Rostê, Şehîd Şerîf, Berbizinê û Lolanê 11 caran, li Herêma Garê Qadên Berxwedanê yên Zêvkê, Dêreşê, Mijê, Yekmalê, Girê Reşîd, Dînartê, Heftebax, Kanî Sarkê, Deşta Kafiye û Girê Zengil 18 caran, li Herêma Metîna Qadên Berxwedanê yên Bêşîlî, Şêlazê, Serê Metîna û Dergelê 7 caran, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qadên Berxwedanê ya Girê Cûdî jî 4 caran; Bi giştî 40 caran ji aliyê balafirên şer ve hate bombekirin."