BI DÎMEN

Fermandarê Pêngava 15’ê Tebaxê Egîd li ber NY’ê hat bibîranîn

Di çalakiya rûniştinê ya li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî ya Cenevreyê de Fermandarê Pêngava 15’ê Tebaxê Mehsûm Korkmaz (Egîd) hat bibîranîn.

15’Ê TEBAXÊ

Ji 25’ê Çileya 2011’an ve di çarçoveya pêngava “Dem dema azadiyê ye”  li bajarê Cenevre yê Swîsreyê bi armanca azadiya fîzîkî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) çalakiya rûniştinê tê lidarxistin.

Di çalakiyê de bi wesîleya salvegera 40’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxê di şexsê Fermandar Egîd de ji bo bîranîna şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin.

Li ser navê komîteya çalakiyê ya Cenevreyê Ramazan Kizilkurt salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê silav kir û anî ziman ku ew ê heta azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têbikoşin.

Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Cenevreyê Îbrahîm Yuksel bang li NY û saziyên navneteweyî kir ku berpirsyariyên xwe yên li dijî tecrîdê bi cih bînin û got ku di sedsala 20’an de hêzên emperyalîst Kurdistanê kirine 4 parçe û got: “Dîsa îro dixwazin heman polîtîkayên înkar û tunekirinê li ser gelê Kurdistanê ferz bikin. Peyrewên Fermandar Egîd ku li hemberî van polîtîkayan li dora paradîgmaya Rêber Apo xwe bi hêz kirine, ji bo statuya gelê Kurd û Kurdistanê di nava têkoşîneke mezin de ne. Bi vê wesîleyê em careke din gerîlayên ku bi ruhê Pêngava 15’ê Tebaxê li ber xwe didin silav dikin.”

Piştî axaftinê banga tevlîbûnê ji bo pîrozbahiya ku bi wesîleya Pêngava 15’ê Tebaxê wê 17’ê Tebaxê li bajarê Luzern ê Swîsreyê bê lidarxistin, hat kirin û çalakiya rûniştinê ya Kurdistaniyan heta saet 17:00’an berdewam kir.