Milîsên HBDH’ê febrîqe û navendên kar ên faşîstan dan ber agir

Milîsên Kemal Pîr ên HBDH’ê ragihandin ku wan li Bûrsayê li hemberî 3 navendên ayîdê faşîstan, “çalakiya bersivdanê” lidar xist.

Milîsên Kemal Pîr ên HBDH’ê ev tişt ragihandin: “Li dijî êrîşên dewleta Tirk a faşîst ên li ser girtîgehan, qadên gerîla, gel û Rojava zêde bûne, me 8’ê Îlonê li Bûrsayê li dijî 3 noqteyên cuda yên faşîstan çalakiya bersivdanê lidar xist.”

Hûrgiliyên çalakiyê bi vî rengî ne:

“1- Şev di derdora saet 03.00’an de febrîqeya mehfûr û dirûtinê ya li sîteya Organîze Sanayî ya Uludag a li Navçeya Kestel a Bûrsayê, hate şewitandin.

2- Şev di saet 04.00’an de li Taxa Ahmetpaşa ya li navçeya Osmangazî ya Bûrsayê depoya navendeke kar a ku hate tespîtkirin ayîdê faşîstekî ye, hate şewitandin. Navenda kar a ku berhemên amade yên cur be cur lê dihatin firotin, bi temamû bû xwelî.

3- Di saetên siharê de li Taxa Çelebî Mehmet a li navçeya Nîlufer a Bûrsayê, xurdegeha dubare hilberandinê ya ayîdê şaredariyê, hate şewitandin.”

Di daxuyaniyê de bal hate kişandina ser operasyonên dagirkeriyê, êrîşên li ser qadên niştecihiyê yên sivîlan, bikaranîna gazên kîmyewî û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û di serî de ciwan bang li her kesê hate kirin ku li dibistanên amadeyî, li zanîngehan, li febrîqe û kolanan, li cihên ku lê dijîn bila her cure sazî û kesên ku alîkariyê didin faşîzmê, hedef bigirin.