Elmanyayê li hemberî koçberiyê dest bi kontrolên sînor kir

Li Elmanyayê bi bilindbûna rastgiriya tund re koçber car din bûn meseleyekê siyasî ya girîng. Hikûmeta Olaf Scholz ragihand ku wan li hemberî koçberiya derqanûnî dest bi kontrolên sînor kirine.

Bi bilindbûna partiya rastgir a AfD re polîtîkayên koçberî û îltîcayê dubare bû navenda nîqaşan. AfD, di hilbijartinên ku li Thurîngenê de dengen herî zêde girt û li parlamenta hêremî de bû hêza herî mezin.

Wezîra Karên Hundir a Elmanyayê Nancy Faeser di daxuyaniya xwe de bal kişand ser tedbîrên nû û got, "Em li hemberî koçberiya derqanûnî helwesta xwe ya hişk dewam dikin."

Kontrolên ku wê bi Fransa, Luksembûrg, Hollanda, Belçîka û Danîmarkayê re werin kirin wê 6 mehan were pêk anîn.

Ev kontrol di rewşa heyî de li sînorên Polonya, Komara Çekê, Awûstûrya û Swîsreyê pêk tên re pê ve werin kirin.

Hikûmet piştî ku DAÎŞ'ê êrîşa li Solîngenê girt ser xwe, van tedbîran ji bo “sûcên terorîzma Îslamî û pişt sînor ewlekariya hundirîn pêk anînê” pêwîstî dibîne.

Hefteya bihurî êrîşa li Munchenê ya li hemberî konsolosxaneya Îsraîlê pêk hatî, ji aliyê ciwanekî 18 salî yê Awûstûryayî ve pêk hatibû.

Wezîrê Karên Hundir ragihand ku ji ber li hêrêma Schengenê pîvanên serbestgerînê hatine binpêkirin di derbarê tedbîran de rayedarên Yekîtiya Ewropayê agahdar kirine. 

DIBE KU TÊKILIYÊN BI CÎRANAN RE XERA BIBE

Lê belÊ ji ber van helwestên hişk peywendiyên Elmanyayê bi cîranan dibe xera bibin. Lewre koalîsyona desthilatê Duşemê daxuyanî dabû û diyar kirin ku Elmanya dixwaze hejmara koçberên ji sînor hatine zîvirandin zêde bike.

Muxalefeta Mûfazakar CDU ev çend rojin bangawaziya hikûmetê dike û dibêje ku koçber bêyî serlêdana îltîcayê bikin bila bên zîvirandin welatê Yêkitiya Ewrupayê û ji vê pêk anînê sûd bê girtin.

Hikûmeta Berlînê daxuyand ku “li gorî hûqûqa Ewropa” çareseriyêk zagonî digerîn.

JI HINEK KOÇBERAN RE ALÎKARÎ PAŞDE HATIN KIŞANDIN

Nîqaşên ku di derbarê îltîcayê de germ in, piştî kuştina 3 kesan ji aliyê kesekî ji Sûriyeyê dubare zêde bûn. Êrîşkar di nav kesên ku divê bên dersînor kirin de bû. Lê nehatibû kirin. Piştî vê êrîşê hikûmet ragihand ku koçberên berî werin Elmanyayê ketine welatên Yekîtiya Ewropayê wê alikariya wan paş de bên kişandin.

LI HEMBERÎ KESÊN HIKUMXWAR DERSÎNORKIRIN TÊ LEEZKIRIN

Li gel vê hikûmet dixwaze dersînorkirina kesên hikûmxwar jî lez bike. Ji meha Tebaxê û vir ve hikûmet piştî Talîban hat desthilatê 28 Efganê ku ji cezayên cuda hikûmxwarinê dersînor kiriye. Salek beriya vê jî ji ber zêdebûna serlêdanan kontrolên sînor zêde kiribû.

Serokê hikûmetê bi partiya Kesk û Lîberalan ve hat avakirin Olof Scholz daxuyaniya ku Duşemê dabû de helwesta Şansolyê Merkel a hembêzkar bi bîr anî û got, “bi rêvebirina koçberiyê re guhertina 20 salên dawî pêk anî.”

Di dema qeyrana koçberiyê ya salên 2015-16’an de Elmanyayê ku aboriya herî mezin a Ewropayê, piranî Sûriyeyî nêzî mîlyonek koçber qebûl kiribû. Piştî Rûsya Sibatê 2022’an Ûkraynayê dagir kir heta niha Elmanya nêzî mîlyonek koçberê Ûkraynî jî qebûl kir. Qebûlkirina koçberan zorê dide gelek otorîteyên herêmî.