BI DÎMEN

Besê Hozat: PDK'ê bi Tirkiye, DAÎŞ û Hizbûlkontra re tifaq kiriye

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat bal kişand ser tifaqa Tirkiyeyê ya PDK, DAÎŞ û Hîzbûlkontra li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê pêk aniye û bang li gelê Kurd kir ku li dijî van hêzan û sîxuran bi xurtî têbikoşe.

NIRXANDINA BESÊ HOZAT A LI SER ROJEVÊ

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat tevlî Bernameya Taybet a li televîzyona Medya Haberê bû, bal kişand ser zêdebûna komkujiyên sivîlan ên li Başûrê Kurdistanê yên piştî lihevkirina Tirkiye, PDK û Iraqê û diyar kir ku çeteyên DAÎŞ'ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê hatine bicihkirin. Besê Hozat işaret bi hevkariya Tirkiye, PDK, DAÎŞ û Hizbûlkontra ya li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê kir.

Besê Hozat ragihand ku tifaqa PDK'ê ya bi DAÎŞ'ê re ti carî xera nebûye, îro jî herdu hêz tevlî şerê qirkirinê yê li dijî Kurdan bûne û got, "Armanca PDK'ê mîna dewleta Tirk tasfiyekirina tevgera azadiyê ye, qirkirina Kurdan e. Dîroka PDK'ê bi temamî bi vî rengî ye."

Besê Hozat anî ziman ku li hemberî polîtîkayên PDK û Hizbûlkontra divê Kurd, rewşenbîrên Kurd helwesteke icdî nîşan bidin û got, "Di nava civaka me de divê cihê sîxuran tine be. Divê gelê me ti carî nehêle ku sîxur di nava wan de hebe."

Nirxandina Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat bi vî rengî ye: "Îro 7'ê Îlonê salvegera şehadeta hevrê Kemal Pîr e. Di 12'ê Îlonê de hevrê Hayrî Dûrmûş şehîd bû. Di 15'ê Îlonê de hevrê Akîf Yilmaz û di 17'ê Îlonê de jî hevrê Alî Çîçek şehîd bûn. Di şexsê şehîdên Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin de hemû şehîdên şoreşê û azadiyê bi hurmet û rêzdarî bi bîr tînim.

Her wiha 9'ê Îlona 1979'an berxwedana Sêweregê ye. Di şexsê Cûma Tak û pênc hevrêyan de hemû şehîdên Sêweregê bi hurmet û minet bi bîr tînim. Di 4'ê Îlona 2011'an de di şerê bi Îranê re li Casûsanê fermandarê hêja hevrê Simko Serhildan şehîd bû. Di şexsê hevrê Simko de hemû şehîdên Rojhilat û Kurdistanê bi hurmet, hezkirin û minet bi bîr tînim.

SAZIYÊN NAVNETEWEYÎ ŞIRÎKÊ TECRÎDÊ NE

Pêngava azadiyê bi rastî jî gihîştiye asteke gelekî girîng. Raya giştî mezin bûye, rojevek ava bûye. Kêm maye ku salekê temam bike. Di wê baweriyê de me ku bi vê atmosferê wê pêngav sala bê bi rengekî hîn xurt dewam bike û teqez bi ser bikeve.

Di demeke nêz de 69 rewşenbîrên ku xelata Nobelê wergirtin name ji Komîteya Wezîran a Ewropayê, Konseya Ewropayê, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT), ji Erdogan re û gelek sazî û kesayetên pêwendîdar re name şandin. Serokê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê, DMME, CPT bersiv dan nameyan.

Ev yek diyar dibe. Bi rastî jî eger têkoşîneke xurt bê meşand, karekî bi bandor bê kirin û bawerî bi vê yekê hebe wê teqez encam bi dest bikeve. Saziyên navneteweyî yên ku bi salan bêdeng man, li hemberî her cûre hewldanan bersiv nedan, xwe kerr, lal û kor kirin, niha neçar man ku biaxivin, daxuyaniyê bidin raya giştî, bersivê bidin nameyan. Ev girîng e, ji ber ku ev sazî hemû bi ser Konseya Ewropayê ve ne. CPT, DMME, Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ku bi ser Konseya Ewropayê ve ne, niha bûne şirîkê sûcê li dijî mirovahiyê yê dewleta Tirk. Bi salan e piştgiriya wan dikin, 25 sal û 7 meh in Rêber Apo di nava sîstema tecrîd û êşkenceyê ya giran de ye û ev sazî jî şirîkê vî sûcî ne.

BI DAXUYANIYAN TENÊ WÊ NIKARIBIN XWE RIZGAR BIKIN

Sîstema Îmraliyê sîstemeke navneteweyî ye, hêzên ku ev sîstem ava kirine ew bi xwe ne. Dewleta Tirk bi salan e li Îmraliyê li dijî Kurdan şerê qirkirinê dimeşîne. Li Îmraliyê şerekî metirsîdar tê meşandin. Lewma Îmrali bûye navenda vî şerî û nêzî 26 sal in ev sazî xwe kor, kerr û lal dikin. Niha her ku têkoşîn bi pêş dikeve, mezin dibe, di vê mijarê de biryardariya gelê me, gelên me û dostên me zêde dibe, her ku ew teşhîr dibin, her ku şirîkatiya wan a li vî sûcê li dijî mirovahiyê teşhîr dibe neçar dimînin biaxivin û daxuyaniyan bidin.

Ev girîng e, lê belê divê bi vê tenê nemînin, divê ev sazî xwedî li peymanên navneteweyî derkevin. Ev sazî ji bicihanîna peymanên navneteweyî berpirsyar in, muxatabê vê ne. Dewleta Tirk niha hemû peymanên navneteweyî, hiqûqa navneteweyî binpê dike, hiqûqa dewleta Tirk jî binpê dike û ev sazî divê karibin hiqûqa navneteweyî, peymanên navneteweyî bi dewleta Tirk bidin kirin. Bi daxuyaniyan bi tenê nikarin xwe rizgar bikin.

DIVÊ ŞERT Û MERCÊN TENDURISTÎ, EWLEKARÎ Û AZADIYÊ YÊN RÊBER APO BÊNE MISOGERKIRIN

Lewma heta ev ast bê bidestxistin û encam bê wergirtin bêguman divê ev têkoşîn dewam bike. Di 17-18'ê Îlonê de Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê li hev dicive, wê binpêkirina hiqûqî ya ku dewleta Tirk 10 sal in li Îmraliyê dike binirxîne, nîqaş bike. Di vê mijarê de Buroya Hiqûqê ya Sedsalê jî gelek derdor jî, dostên tevlî Pêngava Azadiyê ya Navneteweyî bûne û gelê me jî gelekî baldar û xwedî karên cidî ne. Vê pêvajoyê ji nêz ve dişopînin. Lewma gelekî girîng e ku li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê sûcê qirkirinê, sûcê li dijî mirovahiyê bikeve rojevê û di vê mijarê de helwestek bê nîşandan. Helwesta ku bê nîşandan divê bi vî rengî be: Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê divê peymanên navneteweyî, hiqûqa navneteweyî bi Tirkiyeyê bide kirin û sîstema tecrîd û êşkenceyê bi dawî bike. Divê şert û mercên tenduristî, ewlekarî û azadiyê yên Rêber Apo bêne misogerkirin. Lewma divê ev sazî berpirsyariyên xwe bi cih bînin. Hêzên ku sîstema Îmraliyê ava kirine ev hê zin. Divê xwedî li vê derkevin. Divê êdî nebin şirîkê vî sûcê li dijî mirovahiyê.

EM HELWESTEKE HÎN XURTTIR JI REWŞENBÎRÊN TIRKIYEYÊ HÊVÎ DIKIN

Li Berlînê Konferansa Aştî û Demokrasiyê çêbû. Ji gelek welatan akademîsyenên rewşenbîr beşdarî vê konferansê bûn. Gelek akademîsyenên Tirkiyeyî, rewşenbîr û nivîskar jî beşdarî vê konferansê bûn. Ev jî xebateke pir girîng û hêja bû. Ez her kesê ku keda wan di van xebatan de heye, pîroz dikim û silav dikim. Yek bi yek spasiya hemûyan dikim. Bi rastî jî xebatên pir binirx in. Ev kedeke pir girîng e. Helbet ji aliyekê ve her kes ji bo azadiya xwe dixebite. Ji bo parastina nirxên mirovahiyê dixebitin. Rêber Apo van tiştan hemûyan îfade dike. Di vî warî de binirxe. Lê belê ez bi taybetî dixwazim vê yekê diyar bikim. Ji ber ku gelek rewşenbîr û akademîsyenên Tirkiyeyî beşdarî vê Konferansa Aştî û Demokrasiyê ya li Berlînê bûn. Li Tirkiyeyê jî bi rastî jî gelek zanyarên ku em dikarin jê re bêjin rewşenbîr û nivîskarên rast, hene. Di vî warî de ji pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê re jî pir bi hestiyar in û xwe berpirsyar dibînin. Bi hestiyarî û zanebûna bi wijdan, exlaq û rewşenbîr nêzî vê rewşê dibin, nêzî pirsgirêkên esas ên Tirkiyeyê dibin.

Di sala 2016’an de li ser navê Akademîsyenên Aştiyê înîsiyatîfeke cidî pêş xistin. Bi sedan, bi hezaran rewşenbîr û nivîskar li dijî şer helwesteke hevpar nîşan dan. Kampanyayeke îmzeyan pêş xistin. Vê yekê rojeveke pir girîng afirand û deng veda. Weke siyasî û civakî bandoreke wê ya cidî çêbû. Ez ji rewşenbîrên Tirkiyeyê hêvî dikim ku di vê pêvajoyê de helwesteke din a heman bi rengekî xurt were pêşxistin û bi rastî jî ez dixwazim destnîşan bikim ku têkildarî vê yekê bendewariya me heye.

Her tim cîhana rewşenbîr bi hestiyar nêzî pirsgirêkên civakî bûye, bi berpirsyar nêz bûye. Ev yek pêdiviya rewşenbîriyê ye. Rewşenbîr jixwe tê vê wê wateyê. Yên ku bi pirsgirêkên civakî yên esas ên Tirkiyeyê, bi pirsgirkên wê yên dîrokî yên esas re eleqeder nebin, ji bo çareseriya van pirsgirêkan serê xwe neêşîne, ji bo vê yekê têkoşînê nemeşîne û nekeve nava hewldanê, nabin rewşenbîr, yanî nikare ji xwe re bêje rewşenbîr. Di vî warî de jî girîng e ku ev akademîsyenên aştiyê di pêvajoyeke wiha de helwesteke hîn xuttir nîşan bidin. Divê li dijî sîstema tecrîd û êşkenceyê, helwesteke xurt nîşan bidin û li dijî şer jî helwesteke xurt divê nîşan bidin.

Bidawîbûna şer, girêdayî azadiya Rêber Apo ye. Demokratîkbûna Tirkiyeyê û çareseriya demokratîk a ji bo pirsgirêka Kurd girêdayî azadiya Rêber Apo ye. Di vî warî de rewşenbîrên Tirkiyeyê jî divê di vê pêvajoyê de roleke hîn xuttir bilîzin. Nêzîkatiyeke tenê bi konferans û komxebatan sînordar, divê nebe hewldan û kedek. Divê ev bi rengekî hîn xurttir, di vê pêvajoyê de bandorê bike. Ev yek girîng e.

DIVÊ BAKUR BIBE NAVENDA PÊNGAVA AZADIYÊ

1’ê Îlonê li Tirkiyeyê bi taybetî li Bakurê Kurdistan, li Wan, Amed û Stenbolê têkoşîneke xurt pêş ket. Meş hate kirin, piştre mîtîngên xurt pêş ketin. Ev girîng bû. Demek dirêje Bakur bi taybetî di vê sala borî de, tevlîbûneke girîng ji pêngavê re çêkir. Hûn dizanin meşa azadiyê, çalakiyên deng bide azadiyê evane bi rastî jî tevlîbûneke girîng bûn. Newroz, 4’ê Nîsanê ev roj hemû bi xurt hatin pêşwazkirin. Di sala li pêşiya me de jî divê Bakur her ku biçe bibe navenda pêngava azadiyê. Divê Bakur û Tirkiye ji pêngava azadiyê re pêşengiyê bike, divê bi rola navendî ya bingehîn rabe. Di vî warî de îradeya ku 1’ê Îlonê hatî nîşandan, divê bi domdarî be. Her ku biçe divê belavî Bakur, Kurdistan û Tirkiyeyê bibe. Li her çar parçeyên Kurdistanê û dervey welêt, divê Bakurê Kurdistan û Tirkiye serkêşiyê ji berxwedana civakî û têkoşîna siyasî re bike. Ev hêz û potansiyela ku derketî holê, divê were veguherandina îrade û înîsiyatîfeke rêxistinkirî. Li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê divê teqez li dijî tecrîd, faşîzm, şer û xiyanetê tevgera aştî û demokrasiyê were rêxistinkirin. Divê ev di nava berxwedan û têkoşîneke domdar de be. Ev pir girîng e.

Di 10’ê Cotmehê de salek temam dibe, em ê bikevin sala 2’yemîn a pêngavê. Divê têkoşîna siyasî û hiqûqî û paradîgma dîsa belavî dinyayê bibe, divê em têkoşîna civakî di sala li pêşiya pêşiya xwe de bi rengekî hîn xurttir bimeşînin û teqez ji bo tenduristî, ewlehî û azadiya Rêber Apo şert û mercan biafirînin, divê azadiya wî ya fîzîkî mîsoger bikin û vê pêngavê bi ser bixînin. Vê salê nîşanî me hemûyan da ku wê encameke wiha derkeve holê. Di vî warî de divê em bi rengekî hîn bi biryar, bawer û îdîa girseyî bikin û berxwedanê gerdûnî bikin, belavî hemû cîhanê bikin û teqez vê pêngavê bi ser bixînin.

PIŞTÎ PEYMANA TIRKIYE Û PDK’Ê, KOMKUJIYÊN SIVÎL TÊN PÊKANÎN

Di vê pêvajoyê de me gelek hevrêyên pir hêja şehîd dan. Bi taybetî heval Berwar Dersim, Nujiyan Amed, Orhan Bîngol, Tekîn Goyî, heval Serhat, Xebat, Yilmaz Dersim, Zamanî yên li Kele Meme’yê şehîd bûn, dîsa hevrê Rosîda û hevrê Soza Armanc û Eylem ên bi hevrê Rosîda re şehîd bûn, di şexsê van hevrêyan hemûyan de ez hemû şehîdên Tebax û Îlonê bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînim. Piştî peymana Iraq, Tirkiye û PDK’ê êrîş û komkujiyên li hemberî sivîlan hatin pêşxistin. Li Seyîdsadiq Gulistan Tara, Hêro Behadîn, dîsa li Dukanê 3 welatî û li Şarbajar jî 3 mirovên welatparêz hatin qetilkirin. Li Bradostê şivanek hatibû qetilkirin. Li Behdînanê jixwe berê gelek welatparêz hatin qetilkirin. Berê jî dîsa li Bradostê komkujiyên sivîlan pêk hatin. Bi taybetî di van salên dawî de komkujiyên sivîlan bi rengekî pir cidî zêde bûne. Piştî peymana Enqere, Bexda û PDK’ê ev komkujî her diçin zêde dibin. Dewleta Tirk êdî sivîlan qetil dike, gel qetil dike.

Jixwe li Behdînanê komkujiyeke pir cidî mijara gotinê ye. Gund tên şewitandin, hilweşandin û bombebarankirin. Her alî tê şewitandin. Ev qad ji mirovan tê xalîkirin. Helbet evane hemû qirkirinek e. Qirkirin çiye? Qirkirin ev e. Êrîşên qirkirinê ne, komkujî ne. Di vî warî de dewleta Tirk sûcê qirkirinê pêk tîne. Sûcê mirovî û komkujiyê dike. Di rewşa heyî de Iraq hevkarê vê yekê ye. Iraq jî ji vê yekê berpirsyar e. Me daxuyanî jî da. Qasî dewleta Tirk êdî em ê Iraqê jî berpirsyar nîşan bidin. Bi taybetî zêdebûna van komkujiyên sivîlan, piştî peymanên Bexda, Tirkiye û PDK’ê hîn zêdetir bûne. Welatparêzan qetil dike. Zarokan qetil dike. Li Şarbajar zarokek hate qetilkirin. Berê jî li gelek cihan bêyî bibêjin zarok, jin, kal, ciwan mirov qetil kirin, ji ti kesê deng dernakeve. Ji ber ku Bexda û rêveberiya Başûrê Kurdistanê di nava vî karî de ne. Di vî warî de komkujiyan dike.

GELEK ÇETE ANÎNE QADÊN DAGIRKIRÎ

Ez hemû welatparêzên ku di van êrîşan de jiyana xwe ji dest dane, bi rêzdarî bi bîr tînim. Ji malbatên wan û gelê me re sersaxiyê dixwazim. Ez kesên ku bûne hevkarê van polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk, bi tundî şermezar dikim û lanet dikim.

Têkildarî vê yekê divê mirov bi girîngî li ser rola PDK’ê bisekine. Niha gelek çete jî ji qadên dagirkirî yên li Rojava û Bakurê Sûriyeyê anîne Behdînanê. Li Tirkiyeyê jixwe gelek çete, li kampên perwerdeyan e. Anîne qadên dagirkirî.

Li vir rola PDK’ê, pir girîng e. Sala 2014’an dewleta Tirk, PDK û DAÎŞ’ê peymanek çêkirin. Li gorî vê peymanê DAÎŞ wê Mûsilê bigire, Mûsil wê teslîmî DAÎŞ’ê were kirin. PDK jî wê Şengalê teslîmî DAÎŞ’ê bike, hêza xwe ji Şengalê vekişîne. DAÎŞ wê Mûsil û Şengalê bigire. Piştî wê dê Şengalê hem weke parastina Mûsilê bi kar bîne, hem jî di êrîşa li ser Rojava de Şengalê bike navend, ji wir jî êrîşî Kantona Cizîrê bike. Piştî ku DAÎŞ’ê Kantona Cizîrê girt, wê dewrî PDK’ê were kirin û li ser Başûrê Kurdistanê bê zêdekirin. Piştî wê Efrîn û Kobanê wê were girtin, ev der jî wê teslîmî DAÎŞ’ê bê kirin. Kerkûk jî wê teslîmî PDK’ê bê kirin. Tirkiye wê bibe hevkarê petrola Kerkûkê.

TIFAQA TIRKIYE-DAÎŞ-PDK’Ê TI CARÎ XIRA NEBÛYE

Li ser vî bingehî Tirkiye, PDK û DAÎŞ’ê peymanek çêkir. Niha ji bo ku di vê peymanê de rola Tirkiyeyê neyê fêmkirin, ji bo veşartî bimîne, bi zanebûn DAÎŞ hat, qaşo Konsolosxaneya Mûsilê desteser kir. DAÎŞ hat, kete Konsolosxaneya Mûsilê. Wê demê Ozturk Yilmaz hebû, weke Konsolosxaneya Misûlê ya Tirkiyeyê. Piştre hin daxuyanî dan, bêdeng kirin. Tirkiye ji bo peymana xwe ya bi DAÎŞ-PDK’ê re, ev yek pêk anî. Peymaneke wiha kirin.

Dema ku piştre di navbera van hêzan de, hin pirsgirêk derketin DAÎŞ’ê berê xwe da Hewlêrê. Dema ku DAÎŞ’ê berê xwe da Hewlêrê, rewş guherî. Piştî wê mecbûrî PDK çû ber lingê gerîla. Barzanî çû, li Mexmûrê spasiya hevalan kir. Ji ber ku bi rastî jî DAÎŞ’ê wê Hewlêr girtiba.

Wê Mexmûr jî belav kiriban. Niha Tirkiyeyê bi vî rengî bi lîstokeke wiha hewl da niyeta xwe ya rast veşêre. Niha em dinêrin DAÎŞ niha li Behdînanê ye.

Tifaqa Tirkiye-DAÎŞ-PDK’ê ti carî xira nebûye. Jixwe yê ku ji destpêkê ve rêxistin dike, Tirkiye ye. Hêzên navneteweyî ji DAÎŞ’ê sûd wergirtin. Lê hêza esas a ku DAÎŞ’ê rêxistin dike, AKP bi xwe ye. Ev rastiyek e. Tirkiye bi xwe ye yanî.

Ji destpêkê ve Tirkiye-DAÎŞ-PDK di nava tifaqê de bûn. Niha Huda Par, Hîzb-î Kontra jî tevlî vê kirine. Li ser bingehê vê tifaqê DAÎŞ niha li Herêmên Parastinê yên Medyayê û Behdînanê ye.

Divê yek baş were fêmkirin. Ev tifaq di rewşa heyî de, nû dibe dewam dike. Tifaqa Tirkiye-DAÎŞ-PDK-Hîzb-î Kontra. Wê demê jî Hîzb-î Kontra roleke cidî lîst. Di Şerê Kobanê de, di êrîşa DAÎŞ’ê ya li ser Rojava de roleke pir cidî lîst. Heman tifaq niha dîsa dewam dike. Dewleta Tirk bi vê tifaqê hewl dide encam werbigire. Iraq jî niha bi van peymanên dawiyê re tevlî vê pêvajoyê kirin. Çima? Ji ber ku dewleta Tirk nikare vî şerî bi rêve bibe. Nikare vî şerî bi rêve bibe. Niha bi tifaqa heyî hewl dide vê şerî birêve bibe.

PDK JI DESTPÊKÊ VE DI NAVA ŞERÊ QIRKIRINÊ DE YE

Ji sala 2019’an ve ye şerekî qirkirinê tê meşandin. Şerê îlheq û qirkirinê tê meşandin. Û ev salan e jî remilîn û bêçaretiyeke pir cidî heye. Nikare encamê werbigire. Bi rastî jî gerîlayan dewleta Tirk li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi taybetî jî li Zap û Metînayê asê kirine. Dewleta Tirk nikare xwe ji vê asêbûnê xilas bike. Niha jî ji bo ku xwe ji vê asêbûnê xilas bike, Iraq daxilî vê yekê kir. Hewl dide ku Hizb-î Kontrayê jî bi awayekî aktîftir daxilî vê yekê bike. Ji destpêkê ve ye PDK li gel DAÎŞ’ê di nava tifaqekê de ye. Ew tifaqa wan tu caran bi dawî nebû. Girêdayî wê tifaqê li dijî Tevgera Azadiyê û Kurdan şer kir û şerekî qirkirinê da meşandin. Niha Iraq jî daxilî vê yekê kir û hewl didin ku bi hêztir vê yekê bi rê ve bibin. A niha hewce ye em vê yekê baş bibînin. 

PDK ji destpêkê ve ye di nava vî şerê qirkirinê de ye. Hemû armanca PDK’ê weke dewleta Tirk ew e tasfîyekirina Tevgera Azadiyê ye û encamstandina qirkirina gelê Kurd e. Hemû dîroka PDK’ê wisa ye. Hewce nake ku em li dîroka kevnar binêrin lê belê girîng e ku em çend xalên dîroka nêz destnîşan bikin. PDK ji bo PKK bikeve lîsteya terorê xebatên gelekî cidî yên siyasî û dîplomatîk bi rê ve bir. Ji bo vê yekê gelekî kar û bi ser jî ket. Karî PKK’ê bixe lîsteya terorê. PDK, di komploya navneteweyî de ji bo ku ji komploya navneteweyî encam were standin, Rêber Apo were tasfîyekirin û girêdayî tasfiyekirina Rêber Apo jî tasfiyekirina Tevgera Azadiyê roleke aktîf lîst.

Vaye Peymanên Washîngtonê hene. Pişte Rêbertî ji Sûriyeyê hate derxistin. Niha jî di domandin û pêşketina pergala êşkenceya tecrîdê de Barzanî roleke aktîf û diyarker dilîzin. Di êrîşên dagirkirina Rojava de jî Barzaniyan roleke pir cidî lîst. Di warê siyasî û dîplomatîk de gelekî hewl da û di nava vê dagirkirinê de cihê xwe girt. Di nava dagirkirina Rojava de cih girt.

PDK JI BO KU ŞOREŞA ROJAVA TÊK BIÇE, GELEKÎ HEWL DA 

A niha Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ji ber PDK’ê di vê rewşê de ne. Di encama ajantî û îxaneta PDK’ê ew bajar di vî halî de ne. PDK, ji bo Şoreşa Rojava di warê navneteweyî de fermiyetê bi dest nexe û neyê qebûlkirin hemû derfetên xwe bi kar anî. Tu caran Şoreşa Rojava weke şoreş pênase nekir û ev yek bilêv nekir. Ji bo ku Şoreşa Rojava têk bibe, gelekî hewl da. Ji bo ku şoreşê xirab nîşan bide û tasfiye bike li dijî şoreşê hem di warê siyasî de hem jî di warê dîplomatîk de xebat bi rê ve birin. Hem di êrîşên dewleta Tirk ên dagirkirinê de cih girt, êrîşên dewleta Tirk ên dagirkirinê bi hemû aliyan ve rewa kir, hem jî ji bo ku şoreşê lawaz bike, şoreş dorpêç kir.

Di navbera hemû Rojava û Başûr de xendekên kûr kolan. Li her derê şoreş xirab nîşan da. Niha jî ji bo Tevgera Azadiyê were tasfiyekirin, li gel dewleta Tirk di nava vî şerê qirkirinê de cih digire. Ji bo ku ji şerê qirkirinê û polîtîkayên qirkirinê yên li dijî gelê Kurd encam were standin, bi awayekî aktîf kar dike. A niha li gel DAÎŞ û Hizb-î Kontra li her çar perçeyên Kurdistanê bi awayekî aktîf dixebite. Ajantiyê pêş dixe. Serokê Hizb-î Kontrayê hate Hewlêrê, bi Mesût Barzanî re hevdîtinek pêk anî. Hêza tifaqê ye. A niha PDK jî Hizb-î Kontra jî li gel Daîreya Şer a Taybet a Tirkiyeyê kar dikin. Parçeyeke Daîreya Şer a Taybet in, şaxa wê ya Kurdistanê ye. Di serî Bakur li perçeyên din ên Kurdistanê jî ji bo ku Tevgera Azadiyê ji holê rake, îmha û tasfiye bike û ji polîtîkayên qirkirinê yên li dijî Kurdan encamê bistîne bi awayekî zêde û aktîf dixebitin. Li gel wan di nava tifaqê de ne. Li gel DAÎŞ’ê jî ev tifaq berdewam dike. Divê li dijî vê şebekeya ajan û îxanetker helwesteke bihêz were nîşandan. Bi rastî jî a niha rewşa heyî ya PDK’ê ji hevkariyê derbas bûye. Nabe ku ev rewşa PDK’ê bi tenê bi hevkariyê were pênasekirin. Şebekeya îxanet û ajanbûnê ye. Ev avaniyeke wisa ye.

DIVÊ REWŞENBÎRÊN KURD HELWESTEKE PIR CIDÎ NÎŞAN BIDIN

A niha di nava civaka Kurd de jî ajanbûneke pir cidî tê pêşxistin, ajantî tê pêşxistin. Hewl didin ku pûçkirinekê biafirînin. Nirxên welatparêziyê dirizînin. Divê li hemberî vê yekê helwestên pir cidî werin nîşandan. Ev êrîş hemû bi agahiyên ku PDK û Parastin dide, pêk tên. Çend rojan beriya niha heval Abbas jî di bernameyekê de ev yek anî ziman. Bi agahiyên îstixbarî yên PDK û Parastinê gelek hevrêyên me hatin şehîdkirin. Winadyên sivîl jî wisa ne. Li ku êrîşeke dewleta Tirk hebe, li wir teqez agahiyên cihî yên ji aliyê Parastinê ve hatine dayîn, hene. Li dijî welatparêzan jî wisa ye. Kesên welatparêz bi agahiyê ji aliyê Parastinê ve hatine dayîn, tên qetilkirin. Dixwazin li Kurdistanê beşeke sîxuran biafirînin. Dixwazin kesên welatparêz ên li Kurdistanê tasfiye bikin. Dixwazin vîna wan têk bibin û wan teslîm bigirin. Sedema van êrîşan ev e. Armanc dikin ku vîva welatparêzan têk bibin û wan teslîm bigirin. Hewl didin ku li Kurdistanê bingeha birêxistinkirina feraseta ajantiya îxanetker ava bikin.

DIVÊ LI DIJÎ SÎXURAN TÊKOŞÎNEKE PIR CIDÎ WERE MEŞANDIN 

Divê li dijî vê yek helwesteke bihêz were nîşandan. Bi taybet jî rewşenbîrên li Kurdistanê divê li dijî vê yekê, li dijî vê şebekeya sîxurtiyê ya îxanetker helwesteke bihêz nîşan bidin. Divê gelê me jî helwesteke gelekî bihêz nîşan bide û li hemberî vê yekê têbikoşe. Hewce ye di nava xwe de cih nede tu sîxuran. Li dijî sîxuran divê bi rastî jî têbikoşin. Civaka me divê di nava xwe de sîxuran nehewîne. Divê gelê me destûrê nede vê yekê. Divê li hemberî vê xeta hevkarî û sixurtiya îxanetker têkoşîna civakî û têkoşîna siyasî were meşandin. Bi taybetî jî rewşenbîr, hemû partiyên li Kurdistanê yên welatparêz, rêxistin, avanî, eşîr û beşên din ên civakê li hemberî vê yekê nerazîbûn û helwesta xwe nîşan bidin.

Bi rastî jî ev yek ji bo pêşeroja gelê me bi xwe re talûkeyeke mezin tîne. Li dijî pêşeroja azad û demokratîk ya gel û gelên me gefeke mezin e. Ez bang li her kesî dikim ku girêdayî vê yekê helwesteke baş nîşan bidin.

HIZB-Î KONTRA WEKE ŞAXEKE JITEMÊ HATE BIKARANÎN

Hizb-î Kontra ew hêz e ku ji aliyê Daîreya Şer a Taybet a Tirkiyeyê ve hatiye birêxistinkirin. Li gel JITEM’ê bi salan xebitî. Weke şaxeke JITEM’ê, di salên 90’î de li hemberî welatparêzan hate bikaranîn. Bi hezaran welatparêz bi destê Hizb-î Kontrayê hatin qetilkirin ku bi awayekî hovene hatin qetilkirin.

Xwestin bi vî awayî gelek rewşenbîr, oldar, welatparêz û civaka Kurd bêdeng bikin, vîna wan têk bibin û wan teslîm bigirin. Xwestin li Kurdistanê tirseke mezin ava bikin. Bi vî awayî li hemberî welatparêz û Tevgera Azadiyê, Hizb-î Kontra weke şaxeke JITEM’ê hate bikaranîn. Ev yek pir eşkere ye. 10 salan ew bi vî awayî bi kar anîn. Dema ku komploya navneteweyî pêş ket, Rêber Apo rehîn hate girtin, dewleta Tirk hêvî kir ku wê Tevgera Azadiyê tasfiye bibe û gotin; ‘’Êdî piştî Ocalan ev tevger nikare li ser piyan bimîne. Dibe ku ev avanî jî bi serê me bibe bela. Ji ber ku hemû veguherîne kujerên hov.’’ Ji ber wê yekê bi destê JITEM û Daîreya Şer a Taybet hin sûîqest bi wan dane kirin. Kuştina Gaffar Okan di rastiya xwe de plana JÎTEM û Daîreya Şer a Taybet bû. Dewletê ev yek weke hincet nîşan da û bi ser Hizb-î Kontrayê ve çû. Jixwe serokê wan û hin kesên ji wan hatin kuştin. Yên mayîn jî hatin binçavkirin. Bi vî awayî ew bêbandor kirin. Bi salan li zindana hatin girtin. Niha jî lê nêrîn ku PKK tesfiye nebû. Piştî komployê jî girêdayî xeta têkoşînê û paradîgmaya neteweya demokratîk, mezintir bû, belav bû û têkoşîna xwe berdewam kir. Bi rastî bû tevgereke mezin û li seranserê cîhanê belav bû.

DIXWAZIN HIZB-Î KONTRAYÊ LI HEMBERÎ KURDAN BI KAR BÎNIN

AKP jî Erdogan jî ji bo ku tevgerê tasfiye bikin, ji polîtîkayên qirkirina Kurdan encam were standin di desthilatdariyê de tên girtin. Bi her rê û rêbazê bi salan e li hemberî tevgerê şerî didin meşandin. Nekarîn encamekê bi dest bixin û dewleta Tirk dubare pêdivî bi vê avaniya kontra dît. Endamên Hizb-î Kontrayê yên li zinadanan serbest berdan. Li Kurdistanê ji bo wan qad vekirin û gelek derfet dabîn kirin. Di hilbijartinên giştî yên herî dawiyê de 4 endamên Hizb-î Kontrayê di nava lîsteyên AKP’ê de ketin meclîsê. Ji bo ku şaredariyan bi dest bixin di serî de Êlih, li Mêrdîn, Amed û hin bajarên din ên Kurdistanê bi alikariya dewletê xebateke pir cidî bi rê ve birin. Rejîma faşîst a AKP-MHP’ê her cure derfet ji bo wan dabîn kir. Li hin cihan jî kesên qaşo weke parlamenter hatin hilbijartin jî di rastiyê de bi dengên AKP’ê hatin hilbijartin. 

Ji bo ku wan bixe meclîsê, wan li Kurdistanê rewa bike ev yek kirin. Niha dubare ew derxistin holê û tim hewl didin ku wan nîşan bidin. Di salvegera Mazgîrtê de ew birin. Li navçeya Xelatê Erdogan, Devlet Bahçelî, serokê Hizb-î Kontrayê û Serfermandarê Artêşa Tirk bi hev re pozeke hevpar dan. Ew wêne çi îfade dike? Ew wêne,wêneyê dewleta Tirk a faşîst, dagirker û qirker e. Serokê vê Hizb-î Kontrayê jî di wê wêneyî de cih girt.

Hizb-î Kontra ji destpêkê heya niha rêxistineke Daîreya Şer a Taybet a Tirkiyeyê bû. Li gel JITEM’ê xebitî. Niha dîsa hewceyî bi wan heye. Ji ber ku bi tevgerê nikarin. Bi her cure çekên bi vî rengî şer kirin lê belê tu encam nestandin. Dubare hewceyî bi vê yekê dîtin. Niha jî rabûn û ew Hizb-î Kontra di nava xwe cih kirin. Niha jî dixwazin hem di warê siyasî de hem jî di warê leşkerî de weke hêzekê li dijî Tevgera Azadiyê û gelê Kurd ê welatparêz bi kar bînin. Jixwe pişte serokê Hizb-î Kontrayê bi lez û bez berê xwe da Hewlêrê bi avaniya din a li Başûr, bi serokê şebekeya sîxur a îxanetker re hevdîtin pêk anî. Jixwe ew yek jî pênaseya wê wêneyî bû.

Tu eleqaya Hizb-î Kontrayê li gel Kurdbûn û Îslamiyetê tune ye. Bi tu awayî tu eleqeya wan li gel Îslamiyetê tune ye. Ev hestên olî yên gelê Kurd îstîsmar dikin. Bi tenê vê yekê dikin. Di bin navê olê de vê yekê dikin. AKP jî bi salan vê yekê li dijî gelê Kurd û civaka Rojhilata Navîn dike. Çawa ku dîn û îmana Erdogan pere û desthilatdariye bi heman awayî dîn û îmana Hizb-î Kontrayê jî tetîkkêşî ye. Ez nabêjim desthilatdarî jî. Ji ber ku ew desthilatdariyê filan jî nadin wan. Ev tetîkkêş in. Wê wam bi kar bînin û piştre jî tasfiye bikin. Gava ku karê wan bi wan re qediya wê wan tasfiye bikin.

DIVÊ GELÊ ME LI DIJÎ HIZB-Î KONTRAYÊ TÊKOŞÎNEKE BIHÊZ BIDE MEŞANDIN

Gelê me di vê mijarê de, li hemberî vê hêza paramîlîter, dijminê gel, hevkarê qirkirinê, perçeyekî polîtîka û şerê qirkirinê têkoşîneke pir bihêz bide meşandin. Divê çapemeniya azad vê yekê gelekî eşkere bikin. Ez hewldanên çapemeniya azad yên têkildarî vê yekê gelekî kêm dibînim. Ev avaniyeke pir bitalûke ye. A niha dewleta Tirk nikare Tevgera Azadiyê. Ev 10 sal in şerê qirkirinê dide meşandin. Bi her cure teknîkê, bi her cure rê û rêbazên qirêj vê yekê dide meşandin. Çekên kimyewî bi kar anîn, bombeyên termobarîk bi kar anîn. Her cure çek û avaniyan bi kar tîne. PDK anî li ba xwe, bi DAÎŞ’ê jî êrîş kir. Iraq jî kiriye hevparê xwe. Di wê baweriyê de ye ku wê dîsa encamekê nestîne û niha jî rabûye hem di warê siyasî de û hem jî di warê leşkerî de Hizb-î Kontra derxist holê. A niha Hizb-î Kontra li Başûrê Kurdistanê bi awayekî cidî tê birêxistinkirin. Li Başûrê Kurdistanê sîxuran bi rêxistin dikin. Hewl didin ku li Rojava, li Bakurê Sûriyeyê sîxuran bi rêxistin bikin. Li her derê bi awayekî zêde birêxistinkirina sîxuran heye. Ji ber wê yekê jî li Başûrê Kurdistanê ofîs vekirine. 

Hemû gavan MÎT, Barzanî û Hizb-î Kontra li hev dicivin û hevdîtinan pêk tîninî planan saz dikin û girêdayî wê yekê tev digerin. Li hemberî Tevgera Azadiyê bi rojane planan saz dikin û şer dikin. Li dijî vê yekê divê bi awayekî cidî têkoşîna siyasî, îdeolojîk û civakî were meşandin. Ev avaniyeke pir bitalûke ye. 

HÊZÊN NAVNETEWEYÎ XWESTIN BI RÊYA AKP’Ê ROJHILATA NAVÎN KONTROL BIKIN

Dema ku di sala 2002’yan de AKP anîn desthilatdariyê, di çarçoveya armanc û hedefekê de anîn. AKP; projeya DYE, İngılîstan û Îsraîlê ye. Ji vê yekê armanca sereke jî tasfiyekirina Tevgera Azadiyê ye. Dixwestin ku li Kurdistan û Rojhilata Navîn hemû aliyên şoreşger ên demokratîk ji holê rakin. Di salên 2000’î de weke qonaxa ku Şerê Cîhanê yê 3’yemîn gihiştiyê, ev yek hewce bû. Komploya navneteweyî jî jixwe di qonaxeke girîng a Şerê Cîhanê yê 3’yemîn de hate pêşxistin. DYE wê midaxileyeke girîn li Rojhilata Navîn û Iraqê bikira û komplo pêş xist. Nexwestin ku Tevgera Azadiyê û hêzên demokratîk ên şoreşger ên li herêmê ji krîz û kaosa ku di encama Şerê Cîhanê yê 3’yemîn de derketî holê, sûdê werbigirin. Hem nexwestin li Kurdistanê şoreşeke demokratîk pêş bikeve û hem jî li Rojhilata Navîn şoreşeke demokratîk pêş bikeve. Demokratîkbûna Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn ji aliyê pergala emperyalîst-kapîtalîst û modernîteya kapîtalîst a navnetweyî ve weke talûkeyekê hate dîtin. Ji ber vê yekê AKP anîn desthilatdariyê.

Bi rêya AKP’ê hem li Kurdistanê bi bikaranîna olê hewl dan ku Kurdan bixin di bin kontrola xwe de û hem jî bi bikaranîna olê xwestin heman yekê li ser Rojhilata Navîn bikin ku piraniya civaka Rojhilata Navîn bi Îslamiyetê bawer dike. Bi rêya AKP’ê xwestin Rojhilata Navîn li ser Tirkiyeyê bixin di bin kontrola xwe de. Ji ber vê yekê midaxeleya Rojhilata Navîn di vê terzê de şert û bingeha vê pêk anîn û xwestin ku midaxileya Rojhilata Navîn bi awayekî hêsan pêk bînin. Her wiha weke projeyekê AKP hate pêşxistin. Weke projeyekê li Tirkiyeyê dema ku AKP desthilatdarî bi dest xist, helbet bi awayekî cidî têkiliyên AKP’ê li gel hêzên tarî ên Tirkiyeyê hebûn. Jixwe bi saya hêzên tarî AKP hate desthilatdariyê. Di heman demê de projeyeke hêzên tarî bû. Hêzên tarî jî li Tirkiyeyê jixwe avaniyeke Gladîo ya NATO’yê ye. Hewceyî bi gotina vê yekê jî nîne. Ji ber vê yekê niha jî ji bo ku vê yekê pêk bînin, AKP’ê DAÎŞ birêxistin kir. Li Kurdistanê jî hewl da ku avaniyên weke DAÎŞ’ê birêxistin bike. Li Rojhilata Navîn berê xwe da birêxistinkirina DAÎŞ’ê. Û hêzên tarî jî Gladîoya Tirkiyeyê jî piştgirî dan AKP’ê û pêşiya wê vekirin.

AKP DI NAVA HILWEŞÎNEKE MEZIN DE YE 

Girêdayî vê yekê pêvajoyeke bi vî rengî hate pêşxistin. Ew pêvajoya diyalogê ya du sal û nîvan ku hin kes ji vê yekê re dibêjin pêvajoya çareseriyê, taktîkek bû. Çimkî desthilatdariya AKP’ê di wê serdemê de bi awayekî cidî ketibû di nava krîzekê de. Şoreş pêk hatibû, hevsengî têk çûbûn û hemû plan serobino bûbûn. Li gel cemaeta Fettûllah Gulen di nava pevçûnekê cidî de bûn. Têkoşîna gerîlayan gelekî pêş ketibû. Şerê Şoreşger ê Gel gelekî zor lê dikir. Van hemûyan dora desthilatdariya AKP’ê girtibûn. Pêvajoyeke taktîkê ya bi vî rengî pêş xist. Lê belê AKP tu caran ji armanca xwe dûr neket. AKP’ê di vê pêvajoyê de hemû argûmanên xwe bi kar anîn. Pişrî sala 2015’an jî jixwe desthilatdarî winda kir. Dema ku desthilatdarî winda kirin jî, hewldana derbeya 15’ê Sibatê afirandin. Di pêşerojê wê rastî derkevin holê. Erdogan di nava vî karî de bû. Bi awayekî kontrolkirî, pêdiviya wan bi tiştekî wiha hebû. Piştre rêveberiya awarte îlan kirin û dest danîn ser her tiştî. AKP’ê dest danî ser hemû dewletê. Li gel MHP’ê tifaqek pêk anî. Girêdayî feraset û îdeolojiya xwe, hewl dan ku hemû saziyên Tirkiyeyê artêş, polîs, daraz, meclîs, perwerde jî di nav de hemû avaniyên Tirkiyeyê ji nû ve vesaz bike. Girêdayî wê yekê xwest Qanûneke Bingehîn ya nû çêbike. Hewle da ku li Tirkiyeyê pergaleke wiha ya faşîstî dîktatoryal bide rûniştandin. Got: ‘’Wê ev bibe sedsala Tirkiyeya nû.’’ Weke dîrok û hedef jî, salvegera 1000’emîn a Serkeftina Mazgîrtê hedef nîşan da. Got: ‘’Wê heya wê salê AKP hegemonyaya xwe damezirîne. Erdogan jî wê bibe Ataturkê duyem.’’ Bi vî awayî, bi vê motîvasyonê û bi vê armancê bi rê ket. Baş e qonaxa ku gihiştînê çi ye? Qonaxa ku gihîşyinê qonaxa hilweşînê ye.

Baş e ji bo ku van hemûyan bidest bixe, divê çi bike? Divê Tevgera Azadiyê tasfiye bike. Tevgera Azadiyê li pêşiya wan weke astengeke mezin e. Heya ku Tevgera Azadiyê tasfiye neke jî nikare ji qirkirina gelê Kurd encamê bistîne. Heya ku Tevgera Azadiyê tasfiye neke û qirkirina gelê Kur pêk neîne jî nikare li Tirkiyeyê bi temamî pergala makeqanûna faşîst û dîktatoryal ava bike. Nikare civakeke li gorî vê ava bike. Nikare vê sazîbûnê li her derê pêş bixe. Çimkî Tevgera Azadiyê têkoşîneke bihêz nîşan da. Gelê Kurd têkoşîneke mezin nîşan da. Ev yek li gel dostên xwe kir. 

JI BO TASFIYEKIRINA TEVGERA AZADIYÊ AKP’Ê LI SER PIYAN DIGIRIN

Di vê qoxaxê de AKP di nava hilweşîneke mezin de ye. Jixwe bi salan e di nava AKP’ê de belavbûneke cidî heye. Jixwe gelek Kurd, lîberal û aliyên ku ji AKP’ê bawer dikirin, digotin ku AKP lîberal e, demokrat e, di serî de Pirsgirêka Kurd wê bi rastî jî pirsgirêkên Tirkiyeyê çareser bike, piştî ku rûyê AKP’ê ê rastîn dîtin û gava ku dîtîn AKP Gladîoyek e, hêzeke Gladîoyê ye, dev ji AKP’ê berdan. Li dora AKP’ê hemû kesên kedxwer, talanker, nijadperest,şovenîst û faşîst kom bûn.

WÊNEYÊ XELATÊ WÊNEYA RUXÎNA DESTHILATDARIYA AKP-MHP’Ê YE

Niha di navbera van de jî pevçunekî hêzê heye. Niha di nav dewleta Tirk de, li nav vê tîfaqa AKP, MHP, Ergenekon, DAÎŞ’ê û li nav rejîmê pevçûnekî hêzê heye. Di parkirina rantê de pirsgirêk heye. Ji bo Tevgera Azadiyê tesfîye bikin û polîtîkayên xwe yên qirkirina Kurd bibin encamê bi israr AKP’ê ser piyan dihêlin, hewl didin Erdogan di desthilatê de bigirin, da ku vê planê bibin encamê. Ser wan pevçûnan her tim digirin, her wisa bi rojevên cuda rojevê diguherînin.

Mesela bala xwe bidin medyaya AKP’ê 24 seatan Xeze û Îsraîlê dide. Bi xwe şerê qirkirinê dimeşîne, her roj qetlîaman dike, zilm li Kurdan dike, lê ser van digire. Li Tirkiyeyê di milê aboriyê de ruxandinek pir mezin heye, feqîrbûnek pir xeternak heye, rûxandin heye, hewl didin ser van bigirin. Di milê exlaqî de rûxandinek pir xeternak heye, hewl didin ser vê bigirin. Li her derê bertek hene, karker, kedkar, hawirdorperest, ê teqawîtbûnê rabûne ser piyan. Her kes di rewşa raperînê de ye, civak cînnet derbas dike, xwe bi komî dikujin. Yanî ji bo ser van bigirin rojevek wan tenê heye. Dibêjin dibe ku îro sibe şerê cihanê ya sêyemîn derkeve, şerê cihanê sêyemîn nîqaş dikin. Jixwe ev 35 salin şerê cihanê ya sêyemîn heye. Ji bo ser van bigirin Xeze nîqaş dikin, şerê Xeze û Îsraîlê nîqaş dikin. Li CHP’ê her roj nîqaşa wê kî bibe serokkomar tê kirin. Her roj bi tevgerê re têkoşînê, bi terorê re têkoşînê nîqaş dikin. Her roj propagandayê SÎHA’yan, çekan dikin. Dixwaze ser van pirsgirêkan bigire, rojevê biguherîne. Ev îtîraf îfadeya rûxandinê ye. Ev li Tirkiyeyê wêneyê zelal a rûxandinê ye. Wêneyê ku li Xelatê jî re wêneya rûxîna rejîma AKP’ê, MHP’ê, Hizbûl Kontra û ya Ergenekonê ye. Îlana vê ye. Li wir ji Kurdan re dibêjin; “ez ê bi tîfaqan re polîtîkayên qirkirinê bibim encamê. Ez ê te qir bikim, te ji qirkirinê derbas bikim, te xilas bikim.” Lê rastî ne ew e. Rastî wêneya xilasbûna wî ye. Îlana xilasbûna xwe ye. Rastî ev e. Niha li Tirkiyeyê dewletekî rûxiyayê heye. Û hezeyanêkê civakî ya ku rabûye ser piyan, li her derê perçe perçe diteqe û rapêrînê de ye heye, rewşekê rapêrîna civakî heye. Hewl didin ser vê bigirin.

CHP JI BENDEWARIYAN RE NEBÛ BERSIV

CHP’ê bi piştgiriya civakê re di hilbijartinên 31’ê Adarê de serkeftinêk pir girîng bi dest xist. Hat rewşa partiya yekemin a Tirkiyeyê. Halê heyî bendewariya civakê jî çêbûn. Lewre civak piştgirî da. Di Kurdan de jî bendewariyek çêbû. Taybetî jî ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, li hemberî şer û tecrîdê helwest bigire bendewariyek çêbû. Ji bo CHP’ê ji hilbijartinan heta niha demekê pênc meh û nîv şeş meh derbas bûn. Em performansa CHP’ê, hişmendî û terzê siyaseta wî meze bikin. mirov nikare bêje pir serkeftî ye û ji bendewariyan re bûye bersiv.

CHP’ê piştî hilbijartinan nêzî du meh û nîv bi nîqaşên normalbûnê û qaşo nermbûnê re rojevê tijê kir. Wek dem da wendakirin. Ji rejîma AKP-MHP’ê re dem da qezenckirin. Hişt ku ew kêm jî be nefesê bigirin. Bi rastî jî dem pir nebaş, bi kêmasî bi kar anî. Heta di civakekê de pêşiya nîqaşên wek siyasetekê behevseng û naye fêmkirin dimeşîne vekir.

Heta roja me ya îro jî wê kî bibe serokomar, eceba ev e bibe, ew e bibe, bi nîqaşên wiha re rojevê dagir kir. Ev rojevekî pir ne pêwîst e û pir ne di cih de ye. Ka carna hinek mîtîngan çêdike, wiha wekî pirsgirêkên civakê yê biçîbûn û feqîriyê tînê ziman. Hewl dide hîn zêdetir li ser aboriyê rojevek çêke. Ev jî pirsgirêkek bingehîn e. Bi rastî jî AKP û MHP’ê hemû çavkaniya aborî ya Tirkiyeyê herikand şer. Aboriya Tirkiyeyê rûxand. Yanî qeyranekî pir cidî ya aboriyê heye, ev rastî ye. Li Tirkiyeyê feqîrbûnek pi cidî heye, biçîbûn tê jiyankirin. Ev rastiyek e. Helbet ev pirsekî bingehîn e.

Lê ev pirsgirêk encamek e. Encama şerê qirkirina Kurdan e. Ji ber vê yekê aborî bi şer hilweşiya. Niha ev jî rastiyek e. Dema em vê dibêjin, em nabêjin ku pirsgirêkên aborî yên Tirkiyeyê, xizanî û birçîbûna civakê neyên rojevê, hikûmet û rejîm di vê mijarê de teşhir nebin, li ser vî esasî muxalefet neyê kirin. Helbet divê ev jî bê kirin. Lê siyaseteke pir oportunîst, pir di xeta liberal de, bêyî ku zêde zext li ser vê rejîmê û vê hikûmetê bike, siyasetek dimeşîne.

LI HEMBERÎ TECRÎD Û ŞER YEK DAXUYANIYEKE WAN TUNE YE

Şêwazek mûxalefetê ya ku rastî jî hêviyên civakê re dibe bersiv nîne. Ev rastiyek e. Niha bêjin pirsgireka herî bingehîn a Tirkiyeyê ye çi ye, pirsgirêka herî bingehîn a Tirkiyeyê teqez pirsgirêka Kurd e. Sedema hemû pirsgirêkan û sedema ewqasî hilweşîna dewletê pirsgirêka Kurd e. Ji bo ku Kurdan tasfiye bikin û polîtîkayên xwe yên qirkirina Kurdan bigihînin encamê, dewlet bi hemû saziyên wî re hilweşandin. Civak mehkûmî xizanî û birçîbûnê kirin. Şer û pirsgirêka Kurd di navenda vê de ye. Mînak yek gotina CHP li hemberî vê tecrîda ku di encama bingehîn a pirsgirêka Kurd de derketiye holê, gotinek wî ji bo tecrîda li ser Rêbertî tê ferzkirin, nîne. Yek hevokekê wê nîne. Helwesta CHP'ê ya li hemberî tecrîdê çi ye? Li vir bêhiqûqiyek mezin heye. Hiqûqa Tirkiye, hiqûqa dewletê niha nayê sepandin. CHP jî behsa edalet û hiqûqê dike.

Çi zagon e, çi edalete? Ger hiqûq li Îmraliyê neyê sepandin tê çawa hiqûqê bînî Tirkiyeyê? Tê hiqûqê çawa li Tirkiyeyê pêk bînî?

Şer heye, pirsgirêkekê bingehîn a Tirkiyeyê şer e. Ji ber înkar û îmhaya Kurdan heye, şerekî qirkirinê ya hovanê tê meşandin. Helwestekî CHP’ê li hemberî şer nîne. Peyvekê nabêje, yek hevok saz nake. Mesela ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd tiştekî wan nîne. Polîtîkayekî, gotinekî wê nîne. Niha partiyeke ku siyasetêk neke û li ser pirsgirêkên bingehîn ên Tirkiyeyê muxalefetê neke nikare weke muxalefeteke radîkal tevbigere. Li hemberî vê desthilatdariya faşîst nikare têkoşîneke radîkal bimeşîne. Û di vê mijarê de ezmûnê derbas nekir. Bi rastî jî ji muxalefeta CHP’ê û ji CHP’ê zêde nayê behskirin.

SIYASETA DEMOKRATÎK HER KESÎ/Ê DIGUHERÎNE

Di rojeva CHPê de nîqaşên guhertinê heye. Dirûşmêyên CHP’ê yê guherî, Tirkiyeyê diguhere hene. Helbet CHP’ê partiya ku ev dewlet ava kiriye ye. Felsefe û îdeolojiya damezrandina vê dewletê, felsefe û îdeolojiya damezrandina CHP’ê ye. CHP’ê bêyî nûjenkirina vê felsefe û îdeolojiya damezrîner, bêyî guhertin û derbaskirina vê felsefe û îdeolojiya damezrîner a yekparêz, navendparêz, înkarker, tuneker, CHP nikare CHP’êkê nû biafirîne û ji ber vê jî nikare Tirkiyeyeke nû biafirîne. Niha li Sêwasê kongreya rêzîknameyê çêdikin, paşê wê kongreya bernameyê çêkin. Wê CHP’ê ji nû ve ava bikin û guhertinek nû pêk bînin. Hin guhertinan jî kirin. Wek nimûne, nûneriya wekhev.

Ev têkoşîna siyaseta demokratîk e, ev encamekî siyaseta demokratîk e. Di nava hemû partiyên sîstemê de bile guhertinekê çêdike. Ger îro CHP behsa temsîliyeta wekhev bike, sibê wê CHP neçar bimîne ku pergala serokatiyê û pergala hevserokatiyê ya li şaredariyan gav bi gav nîqaş bike. Siyaseta demokratîk û têkoşîna azadiyê her ku diçe bi rastî her kesî diguherîne, her kes li gorî berjewendiyên xwe digire dest, lê di heman demê de guhertineke cidî jî çêdike.

KONGREYA CHP'Ê YA SÊWASÊ WATEDAR E

Berî vê wê di bernameya CHP’ê de guhertinek çawa bibe? CHP wê di derbarê pirsgirêka kurd de çi bername deyne holê? Ew ê stratejiyek çawa deyne holê? Niha li Sêwasê çêbûna vê kongreye ya bername û rêziknameyê girîng e. Yanî dema Kongreya Sêwasê pêk hat, Kongreya Sêwasê kongreya beriya Şerê Rizgariyê çêbû. Û beriya Şerê Rizgariyê jî bi vê kongreyê tifaqa Kurd û Tirkan pêk hat. Piştî ku Şerê Rizgariyê û tîfaqa Kurd û Tirkan pêk hat, bi tîfaqa Kurd û Tirkan û bi têkoşîna hevpar a civakên din ên xwedî nasnameyên cuda re têkoşîna hevpar a Kurd hat qezenckirin. Îro li Çanakkaleyê bi qasî gorên zarokên Tirk, gorê zarokê Kurdan jî heye. Kurdan jî ji bo avakirina Tirkiye û Komarê berdelên mezin dan. Lewre Tirkiye welatê hevpar e. Welatê hevpar ê Tirk, Kurd û hemû gelên li Tirkiyeyê dijîn e. Di vê wateyê de helbet li Sêwasê lidarxistina wê û dayîna peyameke wiha watedar e. Dibe ku li dijî Xelatê peyamek be, em nizanin. Li hemberî peyama Erdogan a li Xelatê, dibe ku CHP jî ji aliyê xwe ve peyameke wiha dide. Lê naveroka wê girîng e, pêkanîna wê girîng e.

Mînak Destûra Bingehîn a ku piştî Kongreya Sêwasê li Tirkiyeyê di sala 1921’an de pêk hat destûrekî pir demokratîk e. Destûra Bingehîn a sala 1921’ê destûrekê ku muxtariyet û bi taybetî xweseriya Kurdistanê qebûl dike ye. Niha ger CHP dibêje guhertin, dubare veguhertin, “Tirkiyeya nû bi CHP’a nû re” divê CHP felsefe û îdeolojiya damezrandina xwe nûjen bike. Divê CHP di sedsala duyemîn a Komarê de, bi armanc û têgihiştina demokratîkirina Tirkiyê, bi armanca çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd têbikoşe û li ser vê esasê muxalefetê bike. Divê desthilatê ji bi vê ferasetê armanc bike. nexwe ne CHP diguhere ne jî bi gotina CHP Tirkiyê were guhertin. Yanî, heger guhertinek çêbe, pêwîste guhertin li ser vê bingehê çêbe. Nexwe têkoşîna ku CHP heta niha daye, bi vê terzê xwe yê muxalefetê re ne di CHP’ê de ne jî li Tirkiyê tu guhertinek çênabe. Ev rastiyek e.

XWE NÊZÎK KIRINA SÎSÎ, BI TÊKÇÛNA WÎ YA LI HEMBERÎ TEVGERA KURD RE GIRÊDAYÎ YE

Di vê dema dawî de hevdînek Erdogan a bi Sîsî re çêbû. Weke hûn jî dizanin berê pirê navbera xwe şewitandibûn û her cure heqaret li Sîsî kiribû. Ji gotina derbekarê bigirin her tişt jê re gotibû. Niha axivîn. Helbet sedemên vê yekê hene. Ev rewş bi hilweşîn û verişîna desthilatê ve girêdayî ye. Ev rewş bi têkçûn û binketina mezin a di şerê li dijî Tevgera Azadiya Kurd de xwariye ve girêdayî ye. Nikare encam bigire. Êdî hewl dide bi welatên herêmê re navbera xwe xweş bike. Hewl dide xwe bi herkesî kêrhatî nîşan bide. Di esasê xwe de bingehek hevdîtîna bi Sîsiyê re jî ev e.

Niha nîqaş dikin. Di esasê xwe de jî vê dinirxînin; “di rojhilatê Behraspî de dema pêvajoya têkiliyên bi Misirê re xerabin de Misir di rojhilatê Behraspî de pêşketinên pir girîng bi dest xistin. Qadekî berfireh ê hekimiyetê avakir. Xetên enerjiyê, Peyman hatin çêkirin. Gelek denklem hatin çêkirin û Tirkiyê li dervayî vê hat girtin. Niha pêwîste em jî têkevin vê denklemç. Pêwîste li rojhilatê Behraspî însîyatîf dubare bixin destê xwe. Ji ber vê pêwîste bi Misirê re biaxivin û di vê denkleme cihê xwe bigirin.”

Hîn zêdetir li ser vê lêhûrbûn dikin. Helbet ev jî heye. Ev nayê binçav kirin. Bi rastî jî Tirkiye taybetî li ser proje û denklemê ku rojhilatê Behraspî û Behrasor hatin çêkirin cih negirt, dervayî vê hat girtin. Jixwe êrîşa Hamasê ya di 7’ê Cotmehê pêk hatî de hebûna Tirkiyê ji ber vê sedemê bû. Di bingeha sabotekirina van proje û planan de bû. Helbet ev biwarê vê heye. Lê belê esas biwarê wî jî ev e ku dixwaze bi riya Sîsiyê Şam li gor berjewendî û polîtîkayên Tirkiyê nerm bike. Li gorî polîtîkayên qirkirina Kurdan dixwaze Şamê li dijî Kurdan bide şerkirin, li gorî pozîsyona dijmintî jî bi riya Sîsî, hewl dide Esad motîve bike. Hewl dide bibe xwedî pozîsyon. Esas bingeha vê ev e.

Li hemberî Kurdan êrîşekî qirkirinê tê meşandin. Li herêmê jî polîkayekî Osmaniya nû , polîtîkayekê xwebelavkirinê tê meşandin. Bêguman li Misir jî di nav welatên Ereban de cihekî wê ya pir girîng û dîrokî heye. Dewletekê ku her tim wiha di pozîsyona rêbertî de ye. Di vê wateyê de dixwazin Misir jî wiha bêbandor bikin, di bingeha bêdengkirinê hewldanê de ne. Pêwîst e ev bê dîtîn. Ev rewşekê bi têkiliyên Şamê re girêdayiyê jî.

TIRKIYE DIXWAZE RUSYA LI HEMBERÎ KURDAN POZÎSYON BIGIRE

Niha heman xebatê û heman hewldanê bi Rûsyayê re dimeşîne. Rûsya jî ji ber şerê Ûkraynayê girîngî dide têkiliyên xwe bi Tirkiyeyê. Pêwîstî dibîne bi Tirkiyeyê re tîcaretê dike. Tirkiyê welatekî NATO ye. Bi vî awayî dixwazin NATO, taybetî jî di serî de Emerîka û hemû cihana blokê Rojhilat hevseng bikin. Rûsya jî li gorî polîtîkayek dimeşîne. Bi cureyên cuda pêwîstî dibînin. Niha ji wî alî de polîtîkayekî Rûsyayê ya Sûriyeyê heye. Hinekî wek berjewendiyê Tirkiyeyê ber çavan digirin polîtîkayê Sûriyeyê dimeşînin. Berjewendiyên Sûriyê jî ber çavan digirin. Niha li hemberî Kurdan jî li gorî van polîtîkayên berjewendiyê polîtîka dimeşînin. Bi temamî Kurdan jî li hemberî Rûsyayê naxwazin bikin dijmin. Niha Rûsya li gorî xwe polîtîkayekê bi vî awayî dengeyê dimeşîne. Tirkiyê jî dixwaze Rûsya li hemberî Kurdan pozîsyonek bigire.

Polîtîkayê Rûsyayê ya heyî niha ev e; Rûsya ji Rojava re dibêje, teslîmî rejîmê bibe. Ji Tirkiyeyê re jî bibêje, mutabakata Edeneyê nûjên bike. bi rejîmê re ev pirsgirêka Kur Rojhilatê Sûriyeyê çareser bike. Bi tenê serê xwe vî karî neke. Bi rejîmê re li hev were vî karî bike. Çareseriya vî jî dibêje mutabakata Edeneyê. Nûjênbûna vê mutabakatê ye. Ev mutabakatekê bi hevra karkirinê esas digire. Bi hev re bi vî karî bimeşîne. 

Tirkiye jî dema ku peymana Edeneyê nûjen dike, dixwaze gelek tiştan lê zêde bike. Dixwaze gelek tawîzên din bigire. Armanc tasfiyekirina desthilatdariya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, têkbirina şoreşa Rojava û qirkirina Kurdan e. Li vê qadê hewl dide hegemonyaya xwe li ser Sûriyeyê ava bike. Jixwe bi salan e Sûriyeyê şewitand û wêran kir.

DIVÊ RÛSYA NEBE HEVKARÊ POLÎTÎKAYÊN QIRKIRINÊ YA TIRKIYEYÊ

Dema dibêjin Bakurê û Rojhilatê Sûriyeyê, polîtîkayeke DYE’yê jî heye. DYE jî ji Bakurê û Rojhilatê Sûriyeyê re dibêje teslîmî Tirkiye û PDK'ê bibin. Bi wan re jî siyaseteke wiha dimeşîne. Niha siyaseteke bi vî rengî li ser şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hêzên wê û gelê wê tê meşandin. Ev polîtîkayeke pir qirêj e. 

Helbet di vir de rola Rûsyayê divê ev be; Rûsya li Sûriyeyê hêzeke girîng e. Baregehên pir cidî ava kir. Têkiliyên wê bi rejîmê re jî gelek baş e. Her wiha roleke cidî di mayîna rejîmê de dilîze. Ev rastiyek e. Têkiliya wê bi Tirkiyeyê re jî heye. Lê divê Kurd nekin qurbana van têkiliyên qirêj ên berjewendiyan. Divê gelan, gelên Sûriyeyê nekin qurban. Ev ne di berjewendiya Rûsyayê de ye, ne jî di berjewendiya gelê Rûsyayê de ye. Yanî ya rast lihevkirin û lihevhatina di navbera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û rejîma Esed de ye. Divê li ser bingeha demokratîkbûna Sûriyeyê hemû pirsgirêk bi rêya demokratîk û muzakereyê bên çareserkirin. Ev tê wateya helwestgirtina li dijî polîtîkayên qirker, dagirkerî, îhlaqkerî û berfirehbûna Tirkiyeyê. Divê êdî destûrê nedin wan. Divê nebin hevkarê polîtîkayên wan. Divê dawî li vê yekê bînin.

Tirkiye polîtîkayeke qirêj dimeşîne. Dixwaze ji her kesî fêde û sûdê werbigire. Sedemeke bingehîn a ku dixwaze têkeve lîsteyê ev e. Rûsya li Sûriyeyê hêzeke bibandor e. Rûsya di nava BRICS’ê de xwedî serdestiyeke pir girîng e. Dibe ku Tirkiye wek endam qebûl bikin, niha şert û mercên cîhanê hatine guhertin. Sîstema cîhanê ya yek navendî tuneye. Gelek navendên hêzê ava dibin. Xuyaye di vê merhaleya Şerê Cîhanê yê 3’yemîn de wê gelek navendên hêzê ava bibin. Cîhan hinekî li ser vê bingehê tê dîzaynkirin. Êdî sîstema siyasî ya sedsala 20’an hilweşiyaye. Saziyên navneteweyî li hemû cîhanê îflas kirine. Sedema bingehîn a bêbandorbûna Neteweyên Yekbûyî û saziyên navneteweyî ji ber vê yekê ye. Niha dixwazin NATO’yê dîsa xurt bikin. Ji ber ku qels bûye.

TIRKIYE BI ENDAMTIYA BRICS’Ê DIXWAZE JI RÛSYA ZÊDETIR SÛDÊ BIGIRE

Sîstemên sedsala 20’an, sîstema siyasî bi hemû pêkhateyên tifaqê re hilweşiyan û îflas kirin. Di sedsala 21’an de di merhaleya nû ya Şerê Cîhanê yê 3’yemîn de - ev merhaleyeke pir girîng û merhaleya dawî ye - wê herêm ji nû ve were dîzaynkirin. Hevsengiyên siyasî yên li herêmê wê ji nû ve bên avakirin. Di vê wateyê de gelek navendên hêzê li cîhanê ava dibin. Êdî cîhaneke weke pêvajoya Şerê Sar, weke di sedsala 20’an de xwe dispêre blokan û xwe dipêre tundiyê tuneye. Gelek navendên hêzê jî ava dibin. Niha Tirkiye li gorî vê rastiyê tevdigere. Dibêje, ez ê hem di nava NATO'yê de bim û ji bo namzetiya Yekîtiya Ewropayê li gorî xwe rojevê çêbikim. Lê dibêje, ez dikarim di BRICS’ê jî de bim. Dibêje, li Rojhilata Navîn, Asya, Efrîkayê li her derê tifaqan pêş bixim, polîtîkayan bimeşînim û ji her kesî sûd bigirim. 

Armanca bingehîn a ketina nava vê yekê ew e ku di misogerkirina qirkirina Kurdan, têkbirina şoreşa Rojava ji Rûsyayê bêhtir fêdeyê bigire. Di serî de Rûsya di nava hewldana sûdê ji hemû hêzên bigire de ye. Aramanca bingehîn a ketina wê ev e. Yek ji sedemên sereke jî bêguman rastiya vê serdemê ye, rastiya cîhanê ye. Tirkiye bi piştgiriya hemû cîhanê li dijî tevgera azadiyê şer dike. Li dijî Kurdan şer dike. Wê tu encamê ji vî şerî bi dest nexe. Ev yek zêdetir Tirkiyeyê wêran dike. Teqez wêrankirinê bi xwe re tîne. Ev tê wê wateyê ku Tirkiye wê ji aliyê hemû hêzan ve bi awayekî gelekî xirab bê bikaranîn û têkeve bin destê wan. Ev ji bo Tirkiyeyê wêraniyeke mezin e. Me berê jî ev yek anîbû ziman, Rêbertiya me jî gelekî baş anîbû ziman. Li ser tunekirina Kurdan, Tirk nayê avakirin. Li ser qirkirina Kurdan sedsaleke nû ya Tirkiyeyê çênabe. Heger li Mezopotamyayê Kurd tunebin, li Anatolyayê jî Tirk nabin. Tirkiye bi vê polîtîkayê, bi polîtîkaya qirkirina Kurdan, bi polîtîkaya berfirehbûnê teqez Tirkiyeyê ber bi wêraniyeke mezin ve dibe. Tirkiyeyê ber bi tunebûneke mezin ve dibe. Ev rastiyek e. Di van 10 salan de ev yek bi awayekî pir zelal derket holê. 

DI TÊKOŞÎNA EKOLOJÎK DE DIVÊ TEQEZ PAŞVE GAV NEYÊ AVÊTIN

Têkoşîna ekolojîk têkoşînek pir girîng e. Têkoşîna herî bingehîn a serdema me û roja me ye. Ji ber ku gerstêrka me tê tunekirin. Welatê me tê tunekirin, talankirin û wêrankirin. Bi rastî jî erdnîgarî bi hemû çand, dîrok û hemû tiştên xwe ve ji holê tê rakirin. Ger erdnîgarî tune bibe wê mirov jî tune bibin. Mirovahî tune bibe, wê nikaribin bijîn. Bêyî vê gerstêrkê ma tu dikarî bijî? Nikarin bijîn. Ger av, ax, hewa û roj tunebe nikarin bijîn.Di vî alî de pir girîng e. Têkoşîna ekolojiyê pir girîng e. Niha li Tirkiyeyê hilweşîneke mezin a ekolojîk heye.

Jixwe li Kurdistanê weke parçeyek qirkirinê, wêraniyeke mezin heye. Li Tirkiyeyê polîtîkayeke mezin a talanê heye. Herî dawî li Hopayê kesek hat qetilkirin. Her wiha ji bo tevgera ekolojiyê, têkoşîna hawirdorê bitepisîne û vîna gel bişkîne van komkujiyan pêk tîne. Hewl dide çavê wan bitirsînin. 

Divê teqez paşve gav neyê avêtin. Di vê mijarê de divê li Kurdistan û Tirkiyeyê tevgereke yekgirtî ya xweparastinê û ekolojiyê bi pêş bikeve. Divê têkoşînek pir xurt bê meşandin. Divê ev têkoşîn bi yekgirtî bê meşandin. 

Nexwe wê ne axa paqij, ne ava paqij, ne hewaya paqij, ne jî dar ji bo civak û mirovan bimîne. Yanî wê erdnîgarî û cih nemîne. Wê tune bibe.

Sedema zêdebûna dînbûna di nava civakê de yek jê ev e. Hemû bajar kirine beton. Ne şênahî, ne hewaya paqij, ne oksîjen heye. Hem rûxandina aborî û hem jî rûxandina jîngehê xweza, genetîk, psîkolojî û pêkhateya giyanî ya civakê xera dike. Mirov ji mirovbûnê û civakê jî ji civakbûnê dûr dixe. Li dijî vê divê têkoşîneke ekolojîk a pir xurt, yekgirtî bê meşandin.