Şervana esîl a Botanê: Destîna Botan

Jiyana her fedaiyên Kurdistanê destaneke bêdawî ye. Yek ji wan lehengan jî Destîna Botan bû. Heta nefesa xwe ya dawî gel û xaka xwe parast.

DESTÎNA BOTAN

Bişeng Dûrmûş (Destîna Botan) li yek ji bajarên berxwedan û serhildanê yê Kurdistanê li Cizîra Botan ji dayik bû. Ew di nava malbat û dorhêleke welatparêz de mezin dibe. Lewma ew hîn ji zarokatiya xwe ve bi çanda Kurdewarî bi rihê serhildan û berxwedanan ve mezin dibe. Di zarokatî û ciwantiya xwe de, berê xwe nade pergalê û ti caran vê rastiya ku li ser gelê Kurd hatiye ferzkirin qebûl nake. Êrîşên dewleta Tirk a dagirker, komkujî û pişaftinên wan, jina ciwan Bîşeng pir bi hêrs kiribû. Lewma Bîşeng ji bo parastina gelê xwe û welatê xwe, tenê qibleya Kurdan li pêşiya xwe dibîne; çiya. Ji bo wê jî ew di wê zanebûnê de bû ku ji bo tola kiryarên dewleta Tirk a dagirker ên li ser gelê xwe rake şerkirin pêwîste. Bêguman ew jî bi cesareteke mezin serî radike. Bîşenga çeleng di sala 2015’an de biryara beşdarbûna nava refên gerîla dide û berê xwe dide çiyayên azad.

Dema ku Bîşeng berê xwe dide çiyayên azad navê xwe dike Destîna Botan. Ew li warê xwe, li çiyayên bajarê xwe, li Botanê gerîlatiya xwe ya yekem dike. Di nava demeke kurt de dibe gerîlayeke şareza. Di nava hêzên gerîla de, ew jî mîna tevahî hevrêyên xwe, weke gerîlayeke wêrek û şerker cihê xwe digre. Tevî ciwantiya temenê xwe û nûbûna di nava refên gerîla de, ew ti caran xwe ji ti erkekî xwe nade paş û her çiqasî zehmet be jî ew bi ser de diçe û bi ser dixe. Lewma ew ji ber van taybetmendiyên xwe pir zû di jiyana gerîla de dipije. Destîna li qada xwe ya destpêkê, li Botanê gelek pratîkên têr û tije dide meşandin û dibe xwedî gelek danehevên dewlemend. Destînaya çiyayî, li lutkeyên çiyayên azad meşeke bi heybet dimeşe û bi serbilindî tekoşîna doza azadiya gelê Kurd dide meşandin.

Li serê çiyayên azad, di yek mewziyê de, di hemû kêliyan de, di şert û mercên zehmet de, bi tenê hevrêyên te li kêleka te ye û bi destê te digre. Destîna jî, di nava gerîla de herî zêde ji têkiliyên hevrêtiyê bi bandor dibe. Di yek rêyê de ji bo yek armanc û dozê şerkirin û têkoşîn kirin, ji bo wan serbilindî û rûmeteke mezin e. Lewma di têkiliyên rêhevaltiyê de jî wiha girêdaneke mezin heye ku di zurufên herî dijwar de jî hevalê te destê te bernade. Gerîla Destîna Botan jî xwedî vî taybetmendiyê hevrêtiyê ye. Ew li ser vê bingehê, van taybetmendiyan dike bingeha jiyana xwe yî şoreşgertî. Piştî ku Destînaya APO’yî erkê xwe li Botanê bi serketî bi cih tîne, ji bo xwe di fikir û ramanên Rêber APO de xwe kur bike û di pisportiya leşkerî de xwe bi pêş bixe berê xwe dide perwerdeyê.

Ji ber israra wê ya serxistina şerê azadiyê pir bilinde. Şerkera dil bivîn, Destîna beşdarî perwerdeya pisportiya leşkerî dibe û xwe di warê pisportiya çekan de pêşdixe. Ew di hemû terz, taktîk û tevahî çekan de dibe hoste. Bi dawîkirina perwedê re ji bo ku weke gerîlayeke di her milî de temem bûyî berê xwe bide Bakur derbasî akademiya akademiya jina azad ya şehîd Bêrîtan dibe. Di akademiya jina azad de bi aweyekî  herî xurt beşdarî perwerdeyê dibe. Li ser taybetmendiyên jina azad yê ku Rêber APO radixe ber gerîlayên jin perwerde dibîne. Her 5 rêgezên jina azad ji xwe re dike bingeh û cewherê kesayeta xwe. Herwiha ew di perwerdê de ji bo dîsa vegera Botanê bi awayekî herî xurt û baş amade dike. Destîna êdî gerîlayeke ku di her milî de ji bo vegera Botanê hazire.

Êdî dem hatibû ku Destînaya dilderyayî bibe rêwiya rêka xeyalên xwe. Pêşniyara wê ya çûyina Bakur tê erê kirin. Ji bo vegera Botanê ew heyecaneke û kelecaneke mezin digre. Gerîla Destîna bi vê kelecan û heyecana xwe ve dikeve rê û ber bi Bakur ve dibe rêwî. Rêwiya Botanê çek û rext li bejna xwe pêçaye, ewê hesapê komkûjî û êrîşên ser gelê xwe ji dagirkeriyê bipirse û tola wan tevan rake. Lewma ew di xaçerêyên dirêj de her dem baweriya xwe ya jiyana azad û serketinê nû dike.

Li qada Botanê gerîlaya azadiyê Destîna bi fedekarî, dilnizmî û şerkeriya xwe ve dihate nasîn. Milîtana APO’yî xeta fedaiyîtiya APO’yî ji xwe re esas digre û li ser dimeşe. Weke gerîlayeke YJA Star’ê ku xwe di xeta Bêrîtan û Zîlanan de kur kirî de li qada Botanê erkê dîrokî hildigre ser milên xwe. Ew dibe xwedî tevlîbûneke çalak. Bi sekna xwe yî berxwedêr, ji xwe bawer û wêrekbûna xwe ve dibe bersiva herî mezin li hemberî dijminê mirovahiyê. Ji bo azadiyê gelê xwe û derxistina dagirkeriyê ji ser axa xwe, ew tekoşîneke bê eman dide meşandin. Di Tîrmeha sala 2024’an de, di operasyona ku dewlta Tirk ya dagirker li Botanê, Kato jîrka dide destpêkirin gerîla Destîna dibe xwedî gelek bersivên tûnd. Ew li kêleka rêhevalên xwe bi fedaiyane li hember dagirkeriyê şer dikin û rê nadin ku dagirker derbeasî ser axa pîroz bibin. Gerîlaya YJA Star’ê Destîna Botan mil bi mil li rex rêhevalên xwe Benda Amed û Baran Xemlîn heta hinaseya xwe yî dawî şer dikin û di 25’ê Tîrmeha sala 2024’an de dighêjin bêmiriniyê. Destîna Botan bi şehadeta xwe ve rûmeta gelê Kurd parast û bû fedaiyeke vî welatî û lehengeke mezin.