Xelkê Mexmûrê li dijî êrîşa dewleta Tirk a li ser xwe meşiyan

Xelkê Wargeha Penaberan a Mexmûrê li dijî êrîşa dewleta Tirk a dagirker ku îro li wargehê pêk anî, bi girseyî meşiyan.

Balafireke bêmirov û biçek a dewleta Tirk a dagirker di saet 17:00’an de li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) malek bombaran kir. Xelkê Mexmûrê ji bo şermezarkirina êrîşê meşekî girseyî li dar xistin.

Meş li ber avahîya Saziya Malbatên Şehîdan destpê kir û heta ber avahiya Neteweyên Yekbûyî dewam kir. Di meşê de bênavber dirûşmeyên “Bimire Xiyanet”, “Bijî Berxwedana Mexmûrê” hatin qêrîn. Piştî ku meş gihişt ber avahiya NY’yê li wê derê daxuyaniyek ji aliyê Hevseroka Meclîsa Gel a Wargeha Mexmûrê Fîlîz Bûdak ve hat dayîn.

‘EM Ê DEST JI BERXWEDANA XWE BERNEDIN’

Fîlîz Bûdak di destpêka axaftinên xwe de êrîşa dewleta Tirk a li ser wargehê bi tundî şermezar kir û wiha got: “Îro li derdora demjimêr 17:00’an de mala dayikên aştiyê ya ku bi salane di nava vî şerî de nûnertiya aştiyê dikirin ji aliyê balafirên bêmirov û biçek yê dewleta Tirk ve hat bombebarankirin. Her êrîşa ku li ser wargeha me pêk tê, bi armanca belavkirin û çavtirsandina xelkê wargehê ye. Bi hezaran sedeman rêzdikin. Gotin ‘HPG li vir e’ di sala 2023’an de bi awayek fermî ji vir xwe vekişand. Hikûmeta Iraq û Tirkiye jî vêya dizanin. Lê ji bo derewkeran ev ne sedeme, li vê derê hedef xelkê Mexmûre ye ku ev 30 sal in li hemberî dek û dolabên wan çok nedanîne û li ber xwe dide, ev bûye derdek li ser dile wan. Ew çi bikin jî ev gel kêliyekê jî dest ji berxwedana xwe bernade. Bi dehan hevdîtin bi hikûmeta Iraqê re hatin kirin, ev xaka we ye, dewleta Tirk êrîşî xaka we dike, lê wekî dewletekî yan hikûmetekî ti bertekekî cidî li beramberî vî dijminê hov nehate nîşandan”

BERTEK NÎŞANÎ BÊDENGIYA HIKÛMETA IRAQÊ HAT DAYÎN

Bûdak di berdewamiya axaftina de xwe destnîşan kir ku îro 12 roj in Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê di nava wargehê de digere û wiha got: “Qaşo ji bo vegera NY’ê ya wargehê wê serjimêrî bikin. Di kêliya ku ew şande di nava wargehê de digeriya ev êrîş li ser wargehê pêk hat. Ka desthilata Iraqê, ka yekparebûna Iraqê? Çima balafirek li ser Kerkûkê re firî ji ber berjewendiyên petrolê yên siyasî ew balafir anîn xwarê. Çima ji 2017 hata niha wargeheke 12 hezar mirov têde dijîn, rojane balafirên bêmirov û bombebarkirî li ser digerin? Bi dehan caran wargeh bombebaran kirin. Bi dehan şehîd û birîndarên me çêbûn. Lê hikûmeta Iraqê ne bertekek nîşan da û ne jî balafirek anîn xwarê. Ji ber ku li hevkirinekî qirêj di navbera her çar deweletên hevpeymanên Lozanê de li ser gelê Kurd heye û îro jî Mexmûr yekem hedefa van dewletan de ye. Weke xelkê wargeha Mexmûrê helwestên me li beranberî xiyanetkarên wek Mala Barzan diyar in. Êrîşên ku li Silêmanî, li Rojava û Mexmûrê diqewimin li beraêberî vêya em banga têkoşîna navendî dikin.”

Meş bi dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Mexmûrê”, “Bijî Serok Apo”, “Bimire Xiyanet” bi dawî bû.