Li Swîsreyê kursên Kurdî yên dema nû destpê kirin

Li bajarê Winterthurê yê kantona Zurichê ya Swîsreyê, kursên zimanê Kurdî destpê kirin.

KURSÊN ZIMANÊ KURDÎ

Li bajarê Winterthur ê kantona Zurichê ya Swîsreyê di çarçoveya sala perwerde û hîndekariyê ya sala 2024-2025'an kursên zimanê Kurdî destpê kirin.

Dersa destpêkê ya dema nû li Navenda Civaka Kurd a Winterthurê pêk hat.

BANGA JI BO XWEDÎDERKETINA LI KURDISTANÊ Û KURDÎ

Destpêkê zarok û malbatên wan li ber sirûda Ey Reqîb deqeyek rêz girtin. Piştre mamoste Îsmaîl Demîr axivî, têkildarî kursên ziman ên dema nû agahî da û got, "Zimanê Kurdî hebûna me ye, eger ne ji Kurdî bûya neteweya me jî welatê me jî nedibû." Demîr got, "Ji bo dibistanekê pêwîstî bi du tiştan hene, yek ziman, ya din jî welat. Ev nebe nabe. Zimanê me Kurdî ye, welatê me jî Kurdistan e. Em neçar in xwedî li welatê xwe û zimanê xwe derkevin."

Bi navê Enstîtuya Kurd a Swîsreyê Alî Şîmşek jî got, "Ji ber zilma li ser welatê me û zimanê me em sirgûnî vê deverê hatin kirin. Ez di wê baweriyê de me ku bi hewldanên xwe û civaka xwe û herikîna dîrokê em ê bigihêjin armanca xwe. Em ê rojekê teqez vegerin welatê xwe û bi hev re bi rengekî azad lê bijîn."

Zarokan û malbatên wan eleqeyeke mezin nîşanî kursa zimanê Kurdî ya dema nû dan.