BI DÎMEN

Ji bo rojnamevanan li ber Sefaretxaneya Iraqê ya Osloyê çalakî hat lidarxistin

Dewleta Tirk a dagirker a ku rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn bi awayekî hovane qetil kir li ber Sefaretxaneya Iraqê ya li paytext Osloyê bi çalakiyekî hat şermezarkirin. Di çalakiyê de hate xwestin ku hesap ji dewleta Tirk were xwestin.

Li paytexta Norwêc Osloyê çalakvan, xebatkarên çapemeniyê û nûnerên saziyên Kurdistanî li ber Sefaretxaneya Iraqê kom bûn û êrîşa dewleta Tirk a dagirker a bi hevkariya PDK’ê li dijî rojnamevanan şermezar kirin.

Di çalakiyê de Ramîn Mamedî li ser navê Weqfa Ragihandina Kurd a Norwêcê axivî. Mamedî êrîşa li ser kedkarên Çapemeniya Azad şermezar kir û daxwaz kir ku ji ber qetilkirina Gulistan Tara û Hêro Bahadîn hesab ji dewleta Tirk bê xwestin.

Mamedî bi bîr xist ku wan li ser mijarê ji Wezareta Karên Derve ya Norwêcê, Serokê Parlamentoyê, partiyên siyasî û hin saziyên çapemeniyê yên li Norwêcê re name şandine.

Çalakvana jin a ji Başûrê Kurdistanê Rûbar Yosef û çalakvanê ji Rojava Bavê Hesen bi gelek zimanan axivîn. Bang li hikûmeta Iraqê kirin ku ewlekariya rojnamevenan û şert û mercên wan ên pîşeya misoger bikin û kujerên rojnamevanan ceza bike.

Di çalakiyê de êrîşên dewleta Tirk a dagirker, xiyaneta PDK’ê û malbata Barzanî û peymana bi hikûmeta Iraqê re bi dirûşmeyan hatin protestokirin.