Bîlançoya li Vîetnamê giran bû: Herî kêm 143 kes mirin

Li Vîetnamê piştî rabûna bagera Yagî li gundekî li bakurê welêt ji nişka ve lehî rabû û hezazê rû da. Herî kêm 143 kesan jiyana xwe ji dest dan. Lehiyê bandor li Tayland, Laos û Myanmarê jî kir.

Rojnameya Toui Tre ragihand ku hezaz li herêmeke çiyayî rû da ku wezîfedarên rizgarkirinê bi zehmetî xwe digihînin herêmê.

Li gorî Tuoi Tre şefê partiyê yê herêmê Hoang Quoc Bao got, "Rayedar ji bo karibin mirovên sax mane rizgar bikin hemû hêza xwe seferber kirine ku xwe nêzî herêma hezazê bikin."

Li gorî şêniyên herêmê, piştî Bagera Yagî lehiyeke mezin rû da ku bi dehan sal in bûyereke bi vî rengî neqewimî û di encamê de bi deh hezaran kes hatin veguhestin.

Li gorî bîlançoya nû, herî kêm 143 kes mirin, 58 kes jî winda ne.

Şêniyên herêmê diyar kirin ku ji ber rabûna Çemê Sor li paytext Hanoi jî lehiyeke welê rû da ku bi dehan sal in nehatiye dîtin û di encamê de bi sedan mirov hatin veguhestin.

Bagera Yagi sibeha Şemiyê li derdora Haifongê gihîştibû bejahiyê û roja Yekşemê hêza wê lawaz bûbû.

Beşek ji medya dewletê ragihand ku li hin herêmên çiyayî av vekişiya ye, lê belê roja Çarşemê jî li 16 bajaran hezazê û lehiyê rû dan.

LEHIYÊ BANDOR LI MYANMAR, LAOS Û TAYLANDÊ JÎ KIR

Lehiyê bandor li hin heremên Myanmar, Laos û Taylandê jî kir. Medya dewletê ragihand ku li Laosê ji ber lehiyê herî kêm kesek miriye. Hate ragihandin ku li eyaleta Luang Prabangê hin çem di asta alarmê de fûriyane.

Li Myanmarê jî ji ber barana zêde li bajarokê Tachileikê yê li ser sînorê Taylandê lehî rabû û xeta telefonê qut bû.

Hikumeta Taylandê roja Çarşemê diyar kir ku ji ber lehî û hezazê li bakurê Taylandê 4 kes mirin.

Bagera Yagî beriya bigihêje Vîetnamê ji başûrê Çînê û Fîlîpînê derbas bû. Li van herdu welatan herî kêm 24 kes mirin, bi dehan kes jî birîndar bûn.