Narîn û rejîma qirkirinê

Bûyera Narîna 8 salî ne ji rêzê, edlî an jî pirsgirêka psîkopatekî ye. Kuştineke birêxistinkirî ye. Gelek kesên ji mirovatiyê derketî, ji bo ku kuştina Narînê neyê bihîstin û zanîn, tifaqeke bi lanetî kirine.

Di çand û zîhniyeta civaka Neolîtîkê de zarokek ji dayikekê diwelide, lê gundek wê xwedî dike. Gelê Kurd nûnera vê çanda kevnar a di roja me de ye. Kurdan beriya hezaran salan pêşengtiya civakê-mirovahiyê kir, bûne yek ji civakên qedîm û resen ê Neolîtîkê. Îro jî bi hêz û ronahiya paradîgmaya Rêber Apo, li Rojhilata Navîn û cîhanê vê rola xwe dilîze. Ev rastî ye, mixabin bi şêwazeke hovane qetilkirina Narîn a 8 salî jî rastiyek e ku li Kurdistanê tê pêşxistin. Narîn encama mirovê ketî, xirab, kirêt, bêehlaq, zayendperest, dij-civak, dij-çand û desthilata zilamê rezîl e.

Çima wisa dibêjim? Rayedarekî dewleta dagirker û qirker ê di MÎT’ê de dixebite, bi rêveberekî rêxistina HDP’ê ya Geverê re nîqaş dikin. Ev zilamê MÎT’ê dibêje, “Em zanin kengî be em ê ji vir biçin, wê PKK van deran bi rê ve bibe. Lê em ê civakeke wisa li pey xwe bihêlin ku PKK nikaribe di 200 salan de sererast bike.” Ev ne gotineke vala ye. Armanc, hedef û pratîkên rejîma qirkirinê diyar dikin. Û mixabin her kêlî ev êrîşên rejîma qirker li dereke welatê me tên dîtin û jiyîn. Waliyê demê yê Sêrtê, piştî destdirêjiya li ser pitika du salî çi gotibû; “Li şûna ku tevlî PKK’ê bibin, bila fûhûşê bikin.” Bi awayekî eşkere li tecawizkirina zarokên du salî xwedî derketibû. Recep T. Erdogan jî gotibû, “jin be jî zarok be jî, çi pêwîst be em ê bikin.”

Ji aliyê dewleta dagirker û qirker ve mijar ev qasî zelal e. Ji bo Kurd ji Têkoşîna Azadiya Kurdistanê dûr bikevin, çi ji destên wan tê dikin. Civakê dirizînin, ditirsînin, ditepisînin. Dema ku zext, zor û siyaseta qirkirinê têrê nekir, komkujî jî tê de serî li hemû rê û rêbazan didin. Li gel ku bi zimanê Kurdî, têgeheke weke fûhûşê, jin-zilamê fûhûşê dikin, tine ye. Zarok, jin û ciwanên Kurd bi şêwazên cur be cur dixapînin. Hînî tiryakê, diziyê, fûhûşê, sîxuriyê dikin. Jixwe di nav civaka Kurd de ji bo ku yek bikaribe van karên bêehlaq û dij civakê bike, teqez divê dewlet li pişt wan be. Ew siyaseta ku her tim rêveberên Tevgera Azadiyê dinirxînin û dibêjin “şerê taybet” ev e.

Aliyekî vê karesatê yê din jî heye. Ji bilî ku em bêjin civaka Kurd, Tirk, Ereb û hwd. qetilkirina Narînê, zîhniyeteke qirêj raberî me dike. Mixabin ev zîhniyet xwe birêxistin dike û ne tenê li Kurdistanê, li çar aliyên cîhanê û Rojhilata Navîn bûye bela serê mirovahiyê. Narîn 8 salî bû. Were bîra we, beriya çend hefteyan li Iraqê jî xwestin “zewaca” bi zarokên 9 salî re fermî û qanûnî bikin. Dibe niha kiribin jî. Rûyê van bêrûmet û hovan ê herî qirêj û şênber DAÎŞ bû. Ew qasî rezîl, ketî û miriyê doxîna xwe bûn, fetwa derxistin ku bikaribin bi xaltîkên xwe re bikevin têkiliyên zayendî. Pêwîst nabînin veşêrîn, nûnerê vê zîhniyeta DAÎŞ’ê li Kurdistanê hîzbûlkontra ye. Ev bi dehan bûyer û bi hezaran windakiriyên salên 90’î îspat bûye. Di roja me de êdî zelal bûye ka JÎTEM’ê hîzbûlkontra çawa li dijî gelê Kurd bi kar anî û di roja me de jî dîsa dixwazin wan bixin tevgerê. Bi qasî ji nûçe û şîroveyan tê fêhmkirin, di malbata Guran de jî têkilî, bandor û zîhniyeta hîzbûlkontra xurt e. Zilamê JÎTEM-Gladyoya vê demê Galîp Ensarîoglu jî “dostanî” û têkiliyên xwe diyar kirin û îtîraf kir got: “Hin tişt hene em naxwazin bêjin, ji ber ku dostê me ne.” Dema mirov li ser bûyerê û afirînêriya ciwanên Amedê difikire, em bawer dikin wê “navê” taybet ji Galîp Ensarîoglu re bibînin. Ew kesê ku dibêjin şahidê veşartî, di îfadeya xwe de gotiye; “Hûn canê min biparêzin, ez ê biaxivim. Ji ber ku kesên pir xurt li pişt kujeran hene.” Ev îfade û yên Galîp Ensarîoglu hev temam dikin. Gelo yên li pişt kujeran Ensarîoglu ye yan Suleyman Soylû ye, ew ê piştre diyar bibe, lê eşkere nakin. Lewra ev ne bûyereke ji rêzê, edlî an jî pirsgirêka psîkopatekî ye. Qetilkirineke birêxistinkirî ye. Gelek kesên ji mirovatiyê derketî, ji bo ku kuştina Narînê neyê bihîstin û zanîn, tifaqeke bi lanetî kirine.

Di vê bûyerê de hîzbûlkontra û dewletê peyam dane civakê. Xwestin tirs û xofê ava bikin, gef xwarin. Rêxistinên DEM Partiyê û mirovên hestyar li gelek cihan derketin kolanan û bersiv dan. Bi qasî me dîtî ev bertek û helwest pir hêja bûn, lê kêm bûn. Diviyabû faîlê esasî, dewleta dagirker û qirker baştir bihata teşhîrkirin û li her dera rêxistinbûn û welatparêz lê hene protesto bihata kirin. Wekî din ku li şûna Narînê gotibana gerîlayek ciwan li wî gundî xwe diveşêre, vê dewletê wê çi nekiriba? Wê ew gerîla di çend saetan de bidîta? Çima Narîn nedît an jî veşart? Ev jî bi siyaseta me behsa wê kirî ve girêdayî ye. Ji bo wê jî helwesta mirovî, welatparêzî herî zêde di rewşên wiha de girîng e.

Ev bûyer qîmet û girîngiya welatparêziyê, çanda Tevgera Azadiya Kurdistanê di nav civakê de pêş dixe nîşanî me dide. Zarok, ciwan, dê û bavên bi çanda welatparêziyê, bi felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bijîn, ma dikarin tiştên wisa bikin? Civakeke birêxistinkirî ma destûra hovîtiyên wisa dide? Bawermendek Îslama Demokratîk bijartî, ma gunehên wiha dike? Ev bûyer, girîngî û jiyanîbûna fikrên Rêber Apo, raberî mirovahiyê tevî dike. Civaka exlaqî û polîtîk, jiyana birûmet û azad, çanda demokratîk a di nava malbatê de ji nan, av û hewayê lazimtir in. Ji bo em zarok û ciwanên xwe ji nav lepên hovan rizgar bikin, weke Rêber Apo gotî; “Divê zarokekî jî nehatî birêxistinkirin nemîne!”