HRE: 8 dagirker hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand ku li Ezaz û Şerayê di çalakiyan de 8 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin.

ÇALAKIYÊN HRE'YÊ

Hêzên Rizgariya Efrînê têkildarî çalakiyan daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:

"Li dijî polîtîka û êrîşên dewleta Tirk çalakiyên bersivdanê yên hêzên me dewam dikin.

Di vê çarçoveyê de;

26'ê Tebaxê li Ezazê di çalakiyeke sekvaniyê ya hêzên me de çeteyek hate kuştin.

2'ê Îlonê li Ezazê du çalakiyên sekvaniyê hatin kirin. Di çalakiyan de 2 çete hatin kuştin.

7'ê Îlonê hêzên me li xeta Enabkê û Meyremînê ya navçeya Şerayê avêtin ser komek ji çeteyan. Komên çete ji tirsa têlên Elman li derdora xwe rêsandibûn. Hêzên me tevî vê yekê jî xw berdan nava çeteyan û derbên giran lê xistin. Di serdegirtinê de çete hemû hatin cezakirin. Hêzên me çûn ser cenazeyên çeteyan, dest danîn ser cebilxaneya çeteyan. Di vê çalakiyê de gelek kamera, mobesse û cîhazên şopandinê hatin îmhakirin. Di encama çalakiyê de 5 çete hatin kuştin, 2 çekên bi tîpa AK47 û gelek cebilxane hatin desteserkirin.

Di encama çalakiyan de bi giştî 8 çete hatin kuştin."