Desteyên Çavdêrî û Îdareyê mafên tehliyeyê desteser dike

Seroka Komeleya Mafê Mirovan a Şaxa Stenbolê Gulseren Yolerî da zanîn ku Desteyên Çavdêrî û Îdareyê ji bo ku mafên girtiyan ên weke tehliyeya bişert û serbestiya kontrolkirî binpê bike, hatine avakirin.

ÊŞKENCEYA LI GIRTÎGEHAN

Desteyên Çavdêrî û Îdareyê ku di sala 2020’an de hatin avakirin, dibin sedem ku înfaza bi hezaran girtiyên siyasî û edlî were şewitandin. Her çend tê gotin ku deste ji bo tehliyeyên bişert kom dibe jî, heya îro înfaza bi hezaran girtiyan şewitandina û di astengkirina tehliyeya girtiyan de xwedî roleke mezin e.

Desteyên Çavdêrî û Îdareyê di raya giştî de zêdetir bi biryarên xwe yên têkildarî girtiyên ku cezayên xwe temam kirine û bi egerên van biryarên xwe hatine rojevê.  Desteyan bi hincetên têkildarî girtiyan yên weke ‘’bi têra xwe pirtûk nexwend’’, ‘’zêde pirtûk xwend’’, ‘’tevlî kûrsan nebû’’ û ‘’sûcê xwe nezanî’’ tevî ku girtî cezayên xwe temam kirine yan jî mafê tehliyeya bişert bi dest xistine jî li pêşiya serbestberdana wan de bûne asteng.

Di rêzikname û erkên desteyan de polînkirina girtiyan, pergala çavdêriya girtiyan û li gorî çavdêriyê pûandayîn û xelatkirin heye. Bi vê pergalê biryara tehliyekirina girtiyan tê dayîn.

Li gorî daneyên Komelaya Mafê Mirovan (ÎHD) heya dawiya sala 2023’yan cezayên 426 girtiyan ku di nav de girtiyên siyasî jî hene, bi biryarên Desteyên Çavdêrî û Îdareyê re hatine taloqkirin.

Hin hincetên Desteyên Çavdêrî û Îdareyê yên têkildarî taloqkirina serbestberdana girtiyan ev in:

Bi têra xwe pirtûk nexwend
Zêde pirtûk xwend
Beşdarî suhbetan nebû
Beşdarî kûrsan nebû
Poşman nîne
Sûcê xwe fêm nekir
Li dijî lêgerîna tazî derket
Tevlî greva birçîbûnê bû
Navên ‘endamên rêxistinê li keçên xwe kir’
Got ez ne poşman im
Îma kir ku ne poşman e
Stranên bi Kurdî gotin

DESTEYÊN ÇAVDÊRÎ Û ÎDAREYÊ BERIYA TEHLIYEYA GIRTIYÊN 30 SALAN HATIN AVAKIRIN

Abdullah Azad Gurbuz ê ji Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz di nirxandina xwe ya ji ajansa me re kirî de da zanîn ku Desteyên Çavdêrî û Îdareyê demeke kurt beriya tehliyeya girtiyên siyasî yên ku 30 sal cezayên xwe temamkirî, hatin avakirin. Gurbuz ev yek anîn ziman: ‘’A rastî Desteyên Çavdêrî û Îdareyê demeke dirêj bû, hebûn. Lê belê bi guherandina hin qanûnên înfazê  demeke kurt beriya  serbestberdana girtiyên siyasî yên ku 30 sal cezayên xwe temam kirine, hatin avakirin. Deste li şûna ku têkildarî girtiyan nirxandinekê bikin, bi armanca taloqkirina tehliyeya girtiyan hatine avakirin.  Dema ku em li biryarên taloqkirin û dirêjikirina cezayên girtiyan jî dinêrin,  biryarên kêfî bi awayekî eşkere li holê ne. Hincetên van biryaran jî weke; ‘zêdebikaranîna ceyranê’, zêdebikaranîna avê’ û  ‘kêmxwendina pirtûkan’ derdikevin pêşiya me. Ji ber vê yekê li holê nirxandineke desteya çavdêriyê ya bêteref tune ye. Gelek caran bêyî ku girtî were li pêşberî desteyê,  girêdayî dosyayê ‘nirxandin’ tên kirin. Di nava endamên desteyê de ji bilî dozgerê girtîgehê tu hiqûqnas cih nagirin. Endamên din ên desteyê ji personelên girtîgehê pêk tên. Bi tu awayî nabe ku biryarên adilane werin standin. Bi rêya biryarên desteyan hema bibêjin tehliyeya hemû girtiyên siyasî hatine taloqkirin.’’

Seroka Komeleya Mafê Mirovan a Şaxa Stenbolê Gulseren Yolerî diyar kir ku Desteya Çavdêrî û Îdareyê niyetxirab in û li dijî girtiyan biryaran didin. Gulseren Yolerî anî ziman ku ev deste mafên girtiyan ên weke tehliyeya bişert û serbestberdana kontrolkirî ji destê wan hatiye standin û got: ‘’ Desteya Çavdêrî û Îdareyê di destpêka sala 2021’an de bi sererastkirina qanûnekê hate avakirin û dest bi xebatê kir.  Deste, têkildarî tehliyeya bişert, serbestberdana kontrolkirî û şertên girtîgeha vekirî, biryarên ku mafên azadiyê yên girtiyan binpê dikin, distîne. Ev sepan di rastiyê de astengkirina mafên girtiyan e. Li gorî qanûnê divê girtî ji sedî 75’ê cezayê xwe temam bike. Lê belê bi vê yekê hewl tê dayîn ku girtiyên siyasî hemû cezayê xwe, yanî ji sedî 100’î cezayê xwe temam bikin.’’

DI BIN NAVÊ RAPORA NIRXANDINÊ DE ASTENGÎ TÊN KIRIN

Beriya ku Desteyên Çavdêrî û Îdareyê werin avakirin, dîroka tehliyeya girtiyan dihat zanîn û di dema xwe de dihatin tehliyekirin.  Lê belê Gulseren Yolerî da zanîn ku Desteyên Çavdêrî û Îdareyê mafê tehliyeya bişert binpê dike. A niha tehliyeya girtiyan li gorî Rapora Nirxandina Rewşê tê nirxandin. Ger di raporê de rewşa girtiyan nebaş were destnîşankirin, tehliyeya bişert yan 3 mehan yan 6 mehan yan jî heya salekê tê taloqkirin. Ev pergal weke sepaneke ku tehliyeya girtiyan asteng dike, kar dike.

DESTE HEWL DIDIN KU GIRTÎ ZÊDETIR DI GIRTÎGEHÊ DE BIMÎNIN

Yolerî got ku deste hewl didin ku girtî zêdetir di girtîgehê de bimînin û da zanîn ku avaniya desteyan bipirsgirêk in û ev yek anîn ziman: ‘’Ev rewş, sepaneke wisa ye ku girtiyan neçar dike ku ew zêdetir di girtîgena de bimînin. Em nikarin qala desteyeke bêref bikin; deste ji dozger bigirin heya  melayê girtîgehê ji personelên girtîgehê pêk tê.  Nirxandinên baş nayên kirin. bi awayekî kêfî û hincetên êcêb tehliyeya girtiyan tê taloqkirin.’’

Gulseren Yolerî di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku divê Desteyên Çavdêrî û Îdareyê sê mehan carekê rewşa girtiyan binirxîne û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: ‘’ Divê deste van pêvajoyan baş bizanibin lê belê bi giştî bêyî ku girtiyan bibînin û bi wan re bikevin têkiliyê û dosyayê wan lêkolîn bikin, raporan amade dikin. Rapora ewil weke esas digirin û wê sererast dikin û diweşînin.  Ji ber vê yekê bi vê sepanê ne pêkan e ku rapor bi awayekî adilane werin amadekirin. Yanî bi kurtasî û weke encam Desteyên Çavdêrî û Îdareyê ji aliyê girtiyan ve weke pirsgirêkeke ku gefan li azadiya girtiyan dixwe, derdiveke pêşberî me.’’