BI DÎMEN

Dagirkerî û xiyanet li Osloyê hate şermezarkirin

Kurdistaniyên li Osloyê êrîşên dewleta Tirk û xiyanet şermezar kirin.

Li paytexta Norwêc Osloyê, êrîşên dewleta Tirk a faşîst ên li ser Başûrê Kurdistanê û hevkariya nokeran a bi dagirkeran re ji aliyê Meclîsa Osloyê ya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) ve hate şermezarkirin.

Hevserok û encamên meclîsê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li hev kom bûn û piştî deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna şehîdên azadiyê yên Kurdistanê, Gulistan Tara û Hêro Bahadîn bi bîr anîn ku 23'ê Tebaxê li Silêmaniyeyê di êrîşa balafira bêmirov a bombebarkirî ya dewleta Tirk de hatin qetilkirin.

Hevserok Rozerîn Algunerhan û Andam Aso bang li gelê Kurd ê welatparêz û dostên wan kirin ku li hemberî êrîşan bêdeng nemînin.

Di nava rojê de her wiha wê li ber Konsolosxaneya Iraqê ya li Osloyê çalakiya şermezarkirinê bê lidarxistin.