Li baregeha koalîsyonê ya li Bexdayê teqîn

Hêzên Ewlekariyê yên Iraqê ragihandin ku roja Sêşemê derengiya şevê li beşeke balafirgeha navneteweyî ya Bexdayê ku ji aliyê koalîsyona navneteweyî ve weke baregehê tê bikaranîn dengê 'teqînê' hate bihîstin.

Li gorî ajansa nûçeyan a INA'yê, di daxuyaniya hêzên Iraqî de hate ragihandin ku 'çavkaniya teqînê' nehatiye tespîtkirin, lê belê 'trafîka hewayî' bi rengekî 'normal' dewam dike.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Seferên balafiran asteng nebûn." Çavkaniyekî ewlekariyê jî diyar kir ku êrîşeke bi roketan hate kirin.

Teqîn çend saet beriya serdana Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan a li Iraqê pêk hat. Pezeşkiyan sibeha Çarşemê gihîşt Bexdayê û bi vî rengî serdana xwe ya destpêkê ya li derveyî welêt pêk anî.

DYE parçeyek ji koalîsyona têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê ye ku sala 2014'an ava bû û li Iraqê 2 hezar û 500 leşkerên xwe hene. Li gel Fransa û Îngilistanê her wiha leşkerên hin welatên din jî di nava tifaqê de hene.