HPG: 3 dagirker hatin cezakirin, derb li 2 helîkopteran hate xistin

Di çalakiyên gerîla de yên li Metîna û Xakurkê 3 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, derb li 2 helîkopterên êrîşê hate xistin.

ÇALAKIYÊN GERÎLA

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên dagirkeriyê daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:

"Li Herêma Xakurkê;

9'ê Îlonê saet di 13:00 û 14:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Şehîd Hêmin bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

9'ê Îlonê saet di 15:50'î de li Qada Berxwedanê ya Lolanê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Di çalakiyê de 3 dagirker hatin cezakirin.

Li Herêma Metînayê;

9'ê Îlonê saet di 23:10'an de li Qada Berxwedanê ya Bêşîlî û Dergelê hêzên me dest li helîkopterên dagirkeran werdan. Di encama destwerdana hêzên me de derb li helîkoptereke êrîşê hate xistin û neçar ma ji qadê biçe.

10'ê Îlonê saet di 00:30'î de li Qada Berxwedanê ya Şêlazê hêzên me dest li helîkoptereke dagirkeran werdan. Di encama vê destwerdana hêzên me de derb li helîkoptereke êrîşê ket û neçar ma ji qadê biçe.

Êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;

9'ê Îlonê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê 3 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker;

10'ê Îlonê li Herêma Xakurkê Qada Girê Meskenê carekê, Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê 3 caran; bi giştî 4 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

9'ê Îlonê li Herêma Xakurkê Qadên Berxwedanê yên Girê Şehîd Şerîf, Girê Şehîd û Lolanê 5 caran, li Herêma Metînayê Qadên Berxwedanê yên Serê Metîna, Dergelê û Bêşîlî 8 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin."