BI DÎMEN

Perwerdeya bi paradîgmaya neteweya demokratîk

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêdeyî 860 hezar xwendekar bi zimanê dayikê perwerdeyê dibînin. Ji bo pêşketina mufredat û zimanê Suryanî karên Olaf Tao dewam dikin. Zarokên Ermen jî piştî temambûna mufredatê wê tevlî sîstema perwerdeyê bibin.

Di 19'ê Tîrmeha 2012'an de piştî ku Şoreşa Rojava destpê kir, sîstema perwerde û hîndekariyê jî ji nû ve hate avakirin. Perwerdeya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di çarçoveya paradîgmaya neteweya demokratîk de tê meşandin. Gelê Kurd ku beriya şoreşê bi rengekî veşartî perwerdeya bi Kurdî didît, êdî li dibistanan dikare perwerdeyê bi zimanê xwe yê dayikê werbigire. Di nava zimanên fermî de Kurdî, Erebî û Suryanî hene û bi her sê zimanan sîstema perwerdeyê tê birêvebirin. Her netewe xwedî wî mafî ye ku bi zimanê xwe yê dayikê perwerdeyê werbigire, kursên ziman ava bike û nehêle zimanê wan winda bibe.

Sala nû ya perwerde û hîndekariyê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 8'ê Îlonê de destpê kir. Qeyda li dibistanan jî wê tevahiya meha Îlonê dewam bike. Li dibistanên ku 41 hezar mamoste wezîfedar in heta niha zêdeyî 860 hezar xwendekarî dest bi perwerdeyê kirine. Li herêmê 3 hezar û 63 dibistanên seretayî, 178 dibistanên navîn, 46 dibistanên lîse û bi giştî 4 hezar û 120 dibistan hene. Lê belê ji ber dibistanên di şer de xisar li wan bûne tenê 4 hezar û 100 dibistan niha çalak in.

Ji pola yekemîn a dibistana seretayî heta pola 6'emîn; ji pola 7'emîn a dibistana navîn heta pola 9'emîn, ji pola 10'emîn a lîseyê heta pola 12'emîn perwerde tê dayin. Her xwendekarek sê salên xwe yên destpêkê bi zimanê xwe yê dayikê perwerdeyê werdigire. Xwendekarên derbasî pola 4'an dibin bi zimanê gelê xwe (Kurd, Suryan an jî Erebî) perwerdeyê werdigire. Di pola 5'emîn de jî xwendekar weke zimanê biyanî perwerdeya Îngilîzî werdigire.

Komîteya Mufredata Perwerdeyê ya ku sala 2014'an ava bû di mufredatên polên 1., 4., 7. û 10'emîn de îsal hin guhertin pêk anî. Materyalên perwerdeyê yên van polan hatin xurtkirin. Komîte nêzî 4 sal in mufredatê bi berfirehî dinirxîne û dixwaze kêmasiyên wê çareser bike. Dema destpêkê ya sala perwerdeyê wê 2'ê Çileya 2025'an bi dawî bibe, dema duyemîn wê 15'ê Çileya 2025'an destpê bike û 15'ê Gulana 2025'an bi dawî bibe.

Hevseroka Desteya Perwerde û Hîndekariyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Semîra Hec Elî ragihand ku di sala perwerde û hîndekariyê ya 2024-2025'an de Meclîsa Malbatên Xwendekaran ava bûye û li herêmê mufredata perwerdeyê wê bibe yek. Semîra Hec Elî got, "Ji bo karekî hevpar di navbera xwendekar, mamoste û malbatan de bê meşandin û pêşketin bê şopandin me Meclîsa Malbatên Xwendekaran ava kir. Ji bo têkiliya navbera civakê û dibistanan bê xurtkirin û sîstema perwerdeyê li malê jî bi bandor be, me pêwîstî bi vê sîstemê dît. Her wiha ji bo hevparkirina mufredata perwerdeyê ya li herêmê karekî berfireh hate meşandin. Destpêkê mufredata perwerdeyê ya Firat, Cizîr û Şehba-Efrînê weke hev bûn. Îsal li Kantona Tebqayê ji pola 1'emîn heta 12'emîn, li Kantona Reqayê ji pola 1'emîn heta 9'emîn, li Kantona Minbic û Dêrazorê ji pola 1'emîn heta 6'emîn wê mufredata perwerdeyê li gorî sîstema Perwerde û Hîndekariyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê meşandin. Armanca me ya bingehîn ew e ku yekbûna mufredata perwerdeyê ya li herêmê pêk bînin."

'MAFE HER GELÎ HEYE U BI ZIMANÊ XWE YÊ DAYIKÊ SAZIYA ZIMAN AVA BIKE'

Semîra Hec Elî diyar kir ku li gel sîstema perwerdeya bi sê zimanan her gel xwedî wî mafî ye ku bi zimanê xwe yê dayikê saziyên xwe yên ziman ava bikin û got, "Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê perwerdeya bi Kurdî, Erebî û Suryanî tê dayin. Lê belê mafê Ermen, Çerkez, Tirkmen û gelên din jî heye ku kursên perwerdeyê bi zimanê xwe yê dayikê ava bikin. Niha ji bo avabûna Saziya Ziman a Ermenî karê me dewam dike. Hewldanên me yên bi vê armancê bi hevkarî dewam dikin."

Semîra Hec Elî têkildarî mamosteyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî got, "Di dema destpêkê ya şoreşê de bêyî ku guh bide profesyoneliyê bi mamosteyên li ser ziman serwer bû me sîstema xwe ya perwerdeyê dewam kir. Lê belê niha bi vebûna dibistanên seretayî, navîn, lîse û zanîngehan divê mamoste xwedî belgeyên zanîngeh an jî enstîtuyan bin. Mamosteyên ji enstîtu yan jî zanîngehên Rêveberiya Xweser ne mezûn bin, di encama ezmûna nivîskî de dikarin li dibistanên me bibin mamoste. Yek ji şertên me yên herî girîng ew e ku mamosteyên me felsefeya neteweya demokratîk baş fêhm kiribin."

Semîra Hec Elî anî ziman ku êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmê bandora neyînî li sîstema perwerdeyê dike û got, perwerdeya di nava şert û mercên êrîşê de bandora neyînî li psîkolojiya zarokan dike.

30 MAMOSTEYÊN ERMEN DI ZIMAN DE PROFESYONEL BÛN

Îmad Teteriyan anî ziman ku piştî Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wan dest bi perwerdeya bi zimanê Ermenî kirin û got, "Ji bo parastin û dewamkirina zimanê Ermenî pêwîstiya me bi mamosteyên profesyonel hebû. Ji nava civaka Ermen ciwan an jî extiyar me perwerdeya ziman dan her kesî û 30 mamosteyên pispor perwerde kir. Saziya me ya ziman wê sala 2025'an ava bibe. Sazî wê ji dibistana seretayî heta znaîngehê mamosteyan perwerde bike û perwerdeya bi zimanê dayikê bide zarokên Ermen. Mamoste wê serê sibehê perwerdeyê werbigirin û piştî nîvro jî dersê bidin xwendekaran. Zarokên Ermen piştî ku tevlî sîstema perwerdeyê ya rêveberiya xweser bûn wê bibin xwedî hîmekî xurt."

Teteriyan destnîşan kir ku bi saziya ziman re wê gaveke girîng biavêjin û got, "Di sala 2026'an de zarokên Ermen di çarçoveya paradîgmaya neteweya demokratîk de wê dîrok, çand, ziman, kevneşopiya xwe biparêzin û dewam bikin."

SAZIYA SURYAN A OLAF TAO

Saziya Suryan a Olaf Tao ji wê yekê berpirsyar e ku mamosteyên Suryan li gorî materyalên Rêveberiya Xweser perwerde bike û mufredata perwerdeyê li gorî Suryanî amade bike. Her wiha ji bo nifşên nû bi zimanê xwe yê dayikê hîn bibin perwerdeya ziman dide. Olaf Tao ku li Dêrik, Hesekê, Qamişlo, Dirbêsiyê û Tirbespiyê navendên xwe hene, ji bo zarokên Suryan karibin sûdê ji materyalên perwerdeyê yên Rêveberiya Xweser werbigirin di sala perwerde û hîndekariyê ya sala 2024-2025'an de dest bi perwerdeyê kir.

Ji Rêveberiya Saziya Suryan a Olaf Tao Salîba Yakûp got, "Olaf Tao sala 2014'an ava bû û ji bo pêşvebirina zimanê Suryanî gelekî hewl dide. Em dixwazin zarokên me bi çand, ziman û dîroka xwe mezin bibin. Ji ber vê jî divê mirovên li ser zimanê Suryanî serwer in bêne perwerdekirin û Olaf Tao bi vê wezîfeyê radibe. Di sala 2019'an de me mufredata perwerdeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji dibistana seretayî heta lîseyê bi Suryanî amade kir û gihand zarokên li dêran. Dema ku di mufredata Suryanî de pêwîstî bi guhertinekê hebe em bi hev re nîqaş dikin û biryarê werdigirin."