BI DÎMEN

Li Kelarê pêşangeha ‘Hizrên Rengîn’ vebû

Li Navenda Çalakiyên Ciwanan a Kelarê, bi navê "Hizrên Rengîn" pêşangeha hunerî ya şêwekariyê ji bo ciwanan vebû.

PÊŞANGEHA 'HIZRÊN RENGÎN'

Li Navenda Çalakiyên Ciwanan a Kelarê ku 22 sal in bi berdewamî pêşangehên hunerî vedike, îsal jî bi beşdariya 25 hunermendan pêşangeheke nû hate vekirin. Di pêşangehê de 50 tablo hatin nîşandan, tablo portre û realîst bûn û ji gelek şêwazên din pêk dihatin.

'TABLOYA MIN JIYANA KARKERAN NÎŞAN DIDE'

Di derbarê pêşangehê de Esra Ednan ji ANF’ê re axivî û got: "Ez xwendekara Navenda Çalakiyên Ciwanan im, ev xewna min a zaroktiyê ye. Berî sê salan min li Navenda Ciwanan dest bi fêrbûna şêwekariyê kir, bi alîkariya Mamoste Serdar Nûrî, lê niha ez bi rengekî akademîk jî hîn bûme. Havînan em ji bo wêneçêkirin û kursên fêrbûnê tên vir.

Her sal di meha nehan de em tabloyên xwe li Navenda Ciwanan nîşan didin. Salên berê min sê-çar tablo çêkiribûn, lê îsal ez tenê bi yek tabloyê beşdar bûm.

Tablo ya Vincent van Goghê Holandî ye, navê tabloyê ‘kartolxur’ e ku jiyana komek karkeran nîşan dide. Ji ber xizaniyê her roj kartolan dixwin.”

'TABLOYA MIN DER BARÊ ŞAHBANÛYEKE BABILÎ DE YE'

Piştre Sara Qasim têkildarî fêrbûn û tabloya xwe axivî û got: “Şeş sal in ez li vir im û ez bi du tabloyan beşdarî pêşangehê bûm. Tabloya min behsa şahbanûyeke Babilî dike, min xwest bi awayekî taybet ji bo xwe bixebitim.

Gelek girîng e ku ciwan di her qada jiyanê de şiyanên xwe pêş bixin, çi şêwekarî be, çi muzîk be, ferq nake, girîng ew e ku şiyanên xwe derxin holê. Ev navend ji bo xwendekaran cihekî gelek guncaw e ku bikarin şiyanên xwe tê de bibînin.”