BI DÎMEN

Dîrok û nasnameya gelê xwe bi rêya şano nîşan dide

Şanoger Izdîhar Tahir a koçbera Serêkaniyê, diyar kir ku şanogerî dîrok û nasnameya gelê Kurd e û ya ku herî zêde dikare vê hunerê pêşkêş bike jî jin e.

Çand û hunera Kurdî di dîroka mirovahiyê de xwedî kevneşopiyek e. Huner bi hebûn û pêşketina mirovahiyê re destpê kiriye. Gel bi vê hunerê, jiyana xwe pênase kiriye. Di pêvajoyên civakî yên destpêkê de jin xwedî roleke sereke bûne ku nirxên xwe yên pîroz parastin e. Izdîhar Tahir ji bajarê Serêkaniyê ye. Ew bi temenekî biçûk koçber bû. Niha jî li kampa Waşûkanî ya li bajarê Hesekê dijî. Izdîhar jineke ji zarokatiya xwe ve jiyana xwe wek şanoyekê temsîl dike û roj bi roj xwe hîn bêhtir pêş dixe.

‘ŞANOGERÎ JI BO MIN RASTIYEKE’

Izdîhar Tahir derbarê jiyana xwe ya bi şanoyê re ev tişt got: “Dema em ji Serêkaniyê koçber bûn ez pir biçûk bûm. Lê min her tişt bi çavê xwe dît û min baş fêhm dikir. Ji 5 saliya xwe ve ez şano hez dikim. Şano ji bo min riyeke ku hestên nayên gotin bînim ser ziman. Dema ez li mal bûm tim min di neynikê de xwe dimeyzand û min dest bi şano dikir. Ez diketim ferqa ku ev şano ne xeyalî ye rastiyeke ez tê de dijîm. Malbata min ji min re got dengê te xweş e, em ê te bişînin çand û hunerê. Dema ez çûm stran bala min nedikişandin timî min li hevalên xwe yên şano mêze dikir. Piştre tevlî koma şano bûm ji ber hezkirina min jê re hebû.”

ZEHMETÎ JÊ RE NEBÛ ASTENGÎ

Izdîhar Tahir da zanîn ku ruxmî gelek astengî û zehmetiyan jî ranewestiya û hemû kelemên jiyanê derbas kirin û wiha pêde çû: “Destpêka em ji Serêkaniyê koçeber bûn, em ber bi kampan ve hatin. Jiyana me pir zehmet bû lê her me hewl dida vê yekê derbas bikin. Wê demê ez dûrî şanogeriyê jî ketim ji ber koma me her yek bi derekê ve çû. Lê hêdî hêdî ez fêr bûm. Min dîsa xebata xwe ya şano domand û ji gelek şahiyan re beşdariya min çêbû.”

ŞANOYÊ DERBARÊ JIN PÊŞKÊŞ DIKE

Izdîhar Tahir diyar kir ku şanoyên ku pêşkêş dike li ser jin û pêkeniye û wiha peyivî, “Şanoyên ez pêşkêş dikim taybet li ser jin e. Ji ber ku ez hestê herî rast û xweş di kesayeta jin de dibînim. Dema ez jin temsîl dikim hestên xwe yên rastî ji civakê re pêşkêş dikim û civak jî bi vê yekê jinê nas dike. Her wiha ez ji şanoyên pêkenî jî hez dikim. Dema ku ez şanoyek bi vî rengî pêşkêş dikim û dengê kenê gel dibihîsim moralek pir mezin digrim. Şano hunereke ku hemû hunerên din di nav xwe de hembêz dike. Dikare ji pirsgirêkên herî mezin re çareserî ava bike û nameya xwe bigîhîne.”

‘EM BI FIRKÊ RÊBER APO TEVDIGERIN’

Izdîhar Tahir di dawiya axaftina xwe de ev tişt bilêv kir: “Civaka me jin pir kêm didît, lê piştî şoreşê kêm zêde ev fikr hatiye guhertin. Jin dikare xwe nas bike û jiyana xwe jî bide nasîn, hunera şano bi xwe heste, ya ku dikare vê hestê rast û yekser bixe dilê civakê de jin e. Jin û huner bi her ve pir girêdayî ne û bi taybetî şano. Hunereke ku ne her kes dikare pêk bîne tenê yên xwedî cesaret û xwedî serpêhatiyên jiyanî be. Yên xwedî van taybetmendiyan jî jin e. Bila civak bi çavekî mezin û vekirî li jinan mêze bikin û bizanibin ku jina bindest çû. Em niha jina bi cesaret in a ku bi fikrê Rêber Apo tevdigerin. Ji ber wê jî divê hemû jin xwe di hemû qadên jiyanê de pêş bixin û serkeftinên mezin pêk bînin.”