Li Erzînganê di kana madenê de hezaz çêbû

Li navçeya Lîcik a Erzînganê di encama hezaza li Kana Çoplerê pêk hat de gelek karker di binê erdê de man.

Waliyê Erzinganê Hamza Aydogdu der barê bûyera li qada kanê ya zêr de got, "Ax tê derxistin û li hev kom dikin. Di wê kêliyê de erd şemitî. Karker di binê erdê de mane, hejmara mirovan nayê zanîn."

Di 21’ê Hezîrana 2022’yan de li qada kanê ya Anagold Madencilik Sanayi û Ticaret A.Ş. a ku li Erzinganê xebatên xwe dimeşîne, siyanur rijibû. Di vê bûyerê de 16,4 milyon TL cezayê pere li şîrketê hatibû birîn. Lê li gorî daxuyaniya şîrketê, rêjeya rijandinê 8 kîlogram bûyû neherikîbû nava çem.

Di dîmenên ku Sedat Cezayirliogluyê welatiyê ji Erzinganê kişandî de derket holê ku ji hewza siyanurê ku li Tirkiyeyê ya herî mezin e, siyanur rijîyaye nav çemê Firatê.

Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogûllari di hesabên xwe yên medyaya dijîtal de betek nîşanî hilweşîna Kana Çoplerê ya ku Anagold Madencilik Sanayi û Ticaret A.Ş ji Kanûna 2010’an vir ve zêr hilberîne, dan.

Bakirhan e vtişt parve kir: “Di kana zêr a Lîcik a Erzînganê de ku ji sermayeya alîgir û navneteweyî re hatibû pêşkêşkirin, hilweşiya. Ji bo karkerên di bin erdê de mane bûn rizgarkirin divê hemû çavkaniyên bên seferberkirin. Em pêvajoyê ji nêz ve dişopînin. Daxwaza me ew e ku di hilweşîna ku qewimî de windahiyên me çênebin.”

Tulay Hatîmogûllari jî ev tişt got: “Li kana zêr a Lîcik a Erzînganê ku dane  5 çeteyan û sermayeya navneteweyî, karesat derket holê! Tevî hemû hişyariyan jî di kana zêr ku kapasîteya wê her tim zêde bû, hilweşînek rû da. Divê çavkaniyên gel bên seferberkirin da ku karkerên di bin xirbeyan de bi ewle bên rizgarkirin. Em pêvajoyê ji nêz ve dişopînin. Daxwaza me ew e ku di hilweşîna ku qewimî de windahiyên me çênebin."