YJK-E: Ji bo Rêbertî beşdarî festîvalê bibin

YJK-E’yê bang li her kesî kir ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û xwedî li çand û zimanê xwe derkevin beşdarî Festîvala Çanda Kurd bibin.

Tevgera Jinên Kurd a Elmanya (YJK-E) di daxuyaniya nivîskî de wiha got: “Cejna Çanda Kurd a ku em ê îsal cara 32’yemîn pîroz bikin, bi daxwazên siyasî yên gelê Kurd re wê bibe berxwedana li dijî polîtîkayên qirkirinê yên li ser çanda Kurdan tên meşandin.”

Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Li her çar parçeyên Kurdistanê û Ewropayê bi pêngava Rêbertî ya 2024'an re qerta sor nîşanî tecrîda mutleq a li ser Rêbertiyê tê meşandin, hêzên komploger ên navneteweyî, faşîst Erdogan û desthilata wî ya AKP/MHP'ê dane. Bi pêşengiya jinan û bi vîna civakî qadên 8'ê Adarê û Newrozê tijî bûn û di hilbijartinên xwecihî yên Bakur de maskeya Erdogan a li hemberî polîtîkayên durû derxist holê û desthilatdariya wî hejand.

Dewleta Tirk a faşîst li gel ku bi binpêkirina peymanên navneteweyî, bi çekên qirêj li derveyî sînor operasyonên leşkerî pêk tîne jî dîsa li hemberî Tevgera Azadiyê ya Kurd têk diçe. Ji bo Malbata Barzanî ya ku bi şantajê nirxên gelê Kurd kiriye mijara bazarê û di nava vê tifaqê de cih digire şermeke mezin e. Dîrok careke din wê vê xiyanetê û berxwedana bi heybet a Tevgera Azadiya Kurd a li dijî polîtîkayên qirkirinê binivîsîne.

Rêbertî bi tena serê xwe li hemberî dijmin serî natewîne ev jî gelê Kurd ji her demê bêhtir bi xwe bawer û bi hêztir dike. Divê em bi vê helwestê xwedî li pêngava Rêbertî derkevin. Divê em xwedî li çanda Kurd û dîroka Kurdan derkevin. Bi vê munasebetê em hemû jin, ciwan, gelê xwe, sazî û rêxistinên demokratîk û dostên xwe vedixwînin Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ya ku wê di 21’ê Îlonê de li Frankfûrtê bê lidarxistin. Werin em hemû bi hev re dewlemendiya çanda xwe bi govend û tilîliyên xwe li qadan mil bi mil mezin bikin û pîroz bikin.”