Romana '13' a Balekanî bi zaravayên Kurdî hemûyan tê weşandin

Rojnamevan û nivîskar Îkram Balekanî bi romana xwe ya bi navê '13' di wêjeya Kurdî de mohra xwe diavêje binê rewşeke nû û romana xwe bi çar zaravayên bingehîn ên Kurdî diweşîne.

Romana bi navê '13' a Îkram Balekanî wê bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Hewremanî û Zazakî yên Kurdî bêne çapkirin û weşandin. Berhema ku wê ji aliyê Weşanên Med ve bê amadekirin ji 70 hezar gotin û 364 rûpelan pêk tê.

Çîroka romanê li Londonê destpê dike û li Rojhilatê Kurdistanê dewam dike. Çapa destpêkê wê meha Îlonê di serî de li Kurdistanê li gelek welatan bê belavkirin.

Li Ewropayê wê bi Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ya 32'yemîn li ser standa Weşanên Meyman be.

Pirtûk wê bi bergên cuda yên herêmên Kurdistanê bê pêşkêşkirin. Her wiha ji bo girtîgehan û Kampa Penaberan a Mexmûrê jî wê çapên taybet bêne amadekirin.

Di berga dawî ya romanê de tê gotin, çîrokeke welê tê vegotin ku berê xwendevanan dide sira ji hezar salî.

Marîn a 13 salî emaneteke malbata xwe ya li Îngilistanê li bankayekê veşartiye dema dibe 18 salî werdigire. Qutiyeke ji sembolan û hejmara 13'an a di hundirê emanetê de, dike ku Marîn dest bi serpêhatiyeke ber bi rabirdûyê bike. Marîn ku bi rêya hîpnozê li rabirdûyê vedigere, dikeve nava serpêhatiyeke dîrokî û tiştên ku dibîne jiyana wê diguherîne.

Romana '13' weke berhemeke wêjeyî ya girîng tê pêşkêşkirin.