Li Fransayê penaberekî Kurd ji bo dersînorkirinê hat binçavkirin

Konseya Kurd a Demokratîk a Fransayê (CDK-F), destnîşan kir ku hemû mafê penaberê Kurd Îdrîs Kaplan hatine binpêkirin û hewl tê dayîn bê dersînorkirin û vê rewşê bi tundî şermezar kir.

CDK-F’yê bi daxuyaniyekê ragihand ku, penaberê Kurd Îdrîs Kaplan vê sibehê li mala xwe hatiye binçavkirin û ji bo dersînorkirinê ew veguhastin navenda binçavkirinê ya Vîncennesê (CRA).

CDK-F'yê got, "Ev biryar, yekser heqaretek li dijî rêgezên bingehîn ên mafên mirovan û mafê penaberiyê ye."

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin, “Hewl tê dayîn Kaplan dersînorê Tirkiye ku welatekî her roj mafên Kurdan bi awayekî sistematîk binpê dike û zext, êşkence û zilmê dike. Kaplan ger bê dersînorkirin wê nêzî 25 sal bê girtin. Fransa ya ku di ferqa van hemû rastiyan de ye, bi israr e ku wî vegerîne welatekî ku jiyan û azadiya wî di bin gefeke cidî de ye." 

CDK-F’yê diyar kir ku Fransa bi dersînorkirina Kaplan ne tenê xala 3’yemîn a Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan binpê dike, di heman demê de wê prensîba Peymana Cenevrê jî binpê bike. 

CDK-F’ê biryara binçavkirin û dersînorkirinê bi tundî şermezar kir û bang li rayedarên Fransayê kir ku tavilê vê biryara ne mirovî betal bike.

Di daxuyaniyê de, hat destnîşan kirin ku divê Fransa dev ji hevkariya polîtîkayên zordar ên bi Enqereyê re ku Kurdan û hemû aktivîstên siyasî yên ji bo azadî û edaletê têdikoşin krîmînalîze dike berde.

CDK-F’yê, diyar kir ku divê Îdrîs Kaplan tavilê serbest bê berdan û biryara dersînorkirinê bê betalkirin û ev bang kir, “Em bang li raya giştî ya Fransayê, saziyên mafên mirovan û her kesên ji edaletê bawerin dikin ku li dijî vê dersînorkirina kêfî ya gefê li jiyan û azadiya penaberekî siyasî dixwe, bikevin nava tevgerê. Divê Fransa di navbera hevkariya sûc a bi rejîmeke zordar de û sedaqeta bi îdealên edalet û mirovahiyê re hilbijartinek bike."