BI DÎMEN

Meşa Dirêj li Essenê dewam kir

Meşa Dirêj a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd hatiye destpêkirin di roja çaremîn de  li bajarê Essenê berdewam kir.

Meşa Dirêj a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin li bajarê Essenê berdewam kir. Ciwanên Kurdistanî û enternasyonalîst li Qada Hîrschlandplatzê li hev civiyan û bi qasî 17 kîlometreyan meşiyan.

Ciwanên ku di bin dorpêça polîsan de dest bi meşê kirin, bi biryardarî çalakiya xwe berdewam kirin.

Di meşê de bê navber belavokên bi zimanê Elmanî hatin xwendin, tecrîda li Îmraliyê ji derdorê re hate vegotin.

Li kolanên Essenê timî dirûşmên "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin.

Meşa ciwanan wê sibe li bajarê Duisburgê bi dawî bibe.