BI DÎMEN

Li Ermenistanê Festîvala Dema Paleyiya Kêmaran hat lidarxistin

Civakên kêmar li gundê Zoraxpbyur ê herêma Kotayka ya Ermenistanê, festîvaleke rengîn a dema paleyiyê li dar xistin.

Hemû gel bi motîfên xwe yên çandî beşdarî festîvala dema paleyiyê bû û dewlemendiyên xwe nîşan da.

Di festîvalê de li ser navê civaka Kurd koma govendê ya zarokan a biharê ya herêma Elegezê derket ser dikê. Koma ku heta niha di şeş festîvalên cuda de derketine serkeftinek mezin bi dest xistiye. Hunermend Zagros Rojhilat bi stranên xwe reng da festîvalê.

Di festîvalê de cilda yekemîn a parêznameyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê wergerî zimanê Ermenî hatiye kirin, li beşdaran hat belavkirin. 

Çandên cûda hatin gel hev, festîvalê di nava aştî û hevgirtinê de pîroz kirin.