Pirtûka nivîskar Sîdar Jîr a bi navê ‘Duşema Rengîn’

‘Duşema Rengîn’ a ku ji aliyê Nivîskarê Kurd Sîdar Jîr ve hatiye nivîsîn, wê di demeke nêz de ji aliyê Weşanxaneya Şilêr ve bê weşandin.

DUŞEMA RENGÎN

Di nava şerê Kobanê de bi sedan serpêhatî û çîrok hene. Li ser her dîwarekî, kolanekî û di biniya her darekê Kobanê de bîranînên berxwedaniya şervanan hene, ew şervanên ku destê xwe dan ser axa Kobanê û ya din jî bi dilê xwe soza wê yekê dan ku berdêl çi dibe bila bibe, wê Kobanê bi tenê nehêlin.

Di nava wêjeya Kurdî de jî berxwedaniya Kobanê bû yek ji çîrok, roman, destan û efsane û têde bi awayekî wêjeyî ew lehengî ji xwîner re tê nivîsandin. Hîna jî di nava dilê her kolan û maleke Kobanê de bi hezaran çîrok û serpêhatiyên berxwedanî û mêrxaziyên şervanan veşartî ne. Bi hezaran çîrokên ku dîrok li hemberî wê serê xwe bitewîne heye. Bi saya şervanan dîrok ji nû ve hat nivîsandin. Vê carê jî berdêla nivîsandina vê dîrokê gelekî giran bû.

DUŞEMA RENGÎN

Duşema Rengîn tevnsaziya xwe li ser pira zirav a di navbera “Vîn” û “Evîn” de dihûne. Dem, dema Şerê Kobanê ye û Şoreş şervanekî wî şerî ye. Esmera hezkiriya Şoreş, dide ser şopa şoreşa di xeyala xwe de û Şoreşê di dilê xwe de, berê xwe dide wî aliyê sînor.

Êdî fîncana qehweyê li ber Şoreş û Esmerê ye û ew li ber ezmûneke giran in. Lewma jî Duşema Rengîn esas waryanteke modern a destana Derwêş û Edûlê ye. Lê Esmer mîna Edûlê çav li rêya Derwêş namîne; şopa Şoreş dajo, derbasî binxetê dibe, dibe şervan, ew û şoreş mil bi mil şer dikin da ku çarşemên reş veguherînin duşemên rengîn.

Tevî ku roman qala şerekî di dîroka me ya nêz de û li ber çavên me qewimî dike, Sîdar Jîr bi aramî û sekaniyeke rewşenbîrî pênûs hildaye, hemû kerb û hestiyariya xwe daniye hêlekê û  bi zimanekî henûn, bi sebreke mezin û rîtmeke rewnaq metneke têrhêmayî û têredebî pêşkeşî edebiyata Kurdî û ya Cîhanê kiriye.

Pirtûka Duşema Rengîn di 26’ê Çileya 2024’an de li Bakurê Kurdistanê hatiye derxistin û derxistina wê tam di roja rizgarkirinê de ye.

SÎDAR JÎR KIYE?

Sîdar Jîr, di sala 1980’ê de li Şemrexa Mêrdînê hatiye dinyayê. Li Zanîngeha Dîcleyê fakulteya perwerdehiyê xwend û li Zanîngeha Stenbolê beşa Felsefeyê xwendiye. Nivîs û çîrokên wî li Tirkî, Elmanî û Îngilîzî hatine wergerandin. Romana wî ya bi navê “Handa” li Elmanî, Îngilîzî û Farisî tê wergerandin.

Di sala 2022’yan de di nav projeya “Literature Beyond Borders” de ligel 8 nivîskarên Ewropî cih girt. Di sala 2023’yan de bûrsa nivîskariyê ya “S. Fischer Stiftung” wergirt û wek mêvan serdemekê li Berlînê, li Literarisches Colloquium Berlin(LCB) wek nivîskarê mêvan xebatên xwe yên edebî kir.

Berhemên wî:

Ariya Giyanên Stewr (çîrok, 2004, Bajar, Stenbol)

Dozdeh Çirk (Çîrok, 2011, Lîs, Amed)

Nasnameya Wêjeyê (Teorî, 2015, Lîs, Amed)

Handa (Roman, 2018, Lîs, Amed)

Şerm (roman, 2020, Lîs, Amed)

Sê Kêm Deh Deqîqe (roman, 2023)

 

Wergerên wî:

Bi Kurdî Hezkirinekê Bide Min (C. Ersoz) (2006, Lîs, Amed)

Diyariya Sersalê (O Henry) (2013, Lîs, Amed)

Mêrikê Lal (Sherwood Anderson) (2013, Lîs, Amed)

Mishefa Reş & Bextê Reş (Amed Gökçen) (2014, İstanbul Bilgi Universitesi, Stenbol)