Teqîna amûrên ragihandinê û bêtêlan: Hejmara mirîyan derket 37’an

Wezîrê Tenduristiyê yê Lubnanê Firas Abaîd ragihand ku di encama teqîna amûrên ragihandinê û bêtêlên aîdî Hizbullahê de 37 kesan jiyana xwe ji dest dane û nêzîkî 3 hezar kes jî birîndar bûne.

Wezîrê Tenduristiyê yê Lubnanê Firas Abaîd roja Sêşemê dabû zanîn ku di encama teqîna amûrên ragihandinê yên Hizbullahê de 12 kesan jiyana xwe ji dest dane û 2 hezar 323 kes jî birîndar bûne.

Firas Abaîd roja Çarşemê jî ragihand ku di encama teqîna bêtêlên Hizbullahê de 25 kesan jiyana xwe ji dest dane û 608 kes jî birîndar bûne.

Li gel van agahiyan hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane derket 37’an û ya birîndaran jî derket 2931 kesan.

Abaîd, li bajarê Beyrûdê di civîna çapemeniyê de da zanîn ku 226 kesên ku roja Sêşemê birîndar bûne, hê jî li nexweşxaneyê ne.