Hejmara 3'yemîn a kovara HUNER'ê hate weşandin

Hejmara 3'yemîn a kovara çand û hunerê hate weşandin. Hejmara nû ya kovara Kurdî ya ji 92 rûpelan, bi giranî li ser karên Şaxê Edeneyê yê Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) ye.

Kovar qala karên çand û hunerê yên 22 salan ên li Edeneyê, hunermendên li saziyê perwerde bûn û ya girîng jî qala şehîdên NÇM a Edeneyê dike. Şaxê Edeneyê yê NÇM'ê sala 1994'an ava bû û 12'ê Mijdara 2016'an hate qedexekirin.

Di kovarê de her wiha qala jiyana du kesayetên girîng ên Kurd ên li Edeneyê Yaşar Kemal û Yilmaz Guney tê kirin.

Kovar cih dide nivîsek ji pirtûkên Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û di bergê de gotina "Ez hebûn û azadiyê didomînim" a Ocalan weşand.

Hin ji nivîs û lêkolînên di kovarê de bi vî rengî ne:

- TEV-ÇAND: Xebatên Çand û Hunerê

- Prof. Kadrî Yildirim: Ehmedê Xanî û Mem û Zîn

- Şoreş Reşî: Hinek Lîstik û Kevneşopiyên Qedîmê Kurdên li Anatoliyê Dijîn

- Cemîla Celîl: Rojên Radyoya Erivanê

- Halil Dağ: Sînema, Çiya û Muzîka Kurdî

- Gurbet Ronî: Hevala Delîla

- 35. Mîhrîcana Govendên Kurdistanê

- 1. Festîvala Fîlmên Kurdî ya Dusseldorfê

- Mehmet Akdoğan: Çîroka Strana Hoy Hoy Hoy Memo

- Bahadîn Robar: Wateya Peyva Dengbêjiyê

Di kovara Hunerê de portreya Hozan Serhad, Mamoste Aram Tîgran û karên wan ên muzîkê jî hate weşandin.

Di dosyayeke li ser şehîdan de jî sernavê "Stranên Zîlanê" hate bikaranîn. Di dosyayê de 12 stranên li ser Zeynep Kinaci (Zîlan) hate nirxandin û axaftina Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat jî hate weşandin.