BI DÎMEN

Sûcên dewleta Tirk ên li Efrînê hatin şermezarkirin

Kurdistaniyên li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî li hev civiyan bang li saziyên navneteweyî û dewletan kirin ku ji bo dawî li sûcên şer ên dewleta Tirk a dagirker ên weke kuştin, girtin, sirgûnkirin, êşkence, destavêtin, talankirin û revandinê gava bavêjin.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û komkujiyên li dijî sivîlên Efrînê li ber Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li bajarê Cenevre yê Swîsreyê hate şermezarkirin.

Kurdistaniyên ku li ser banga Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Nûnertiya PYD’ê ya Swîsreyê li hev civiyan, destpêkê ji bo bîranîna kesên di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de li ser gundê Kaxirê yê navçeya Mabeta ya Efrînê hatin qetilkirin, deqeyek rêz girtin.

Li ser navê Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Mehdî Kurdî metna çapemeniyê ya bi zimanê Erebî hatibû amadekirin xwend. Mehdî Kurdî êrîşa li ser gundê Kaxirê şermezar kir û bêdengiya sazî û dezgehên navneteweyî yên mafên mirovan li hemberî komkujiyê rexne kir. Kurdî wiha got: “Bêdengiya van saziyan li hember binpêkirinên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê yên kuştin, girtin, koçberkirina bi darê zorê, êşkence, destavêtin, talankirin û revandina bi hezaran jin û sivîlan nayê qebûlkirin.” Kurdî behsa ambargoya li ser herêmê jî kir û wiha berdewam kir: "Dewleta Tirk ji bo sûcên ku kiriye veşêre, têkiliya xwe ya bi herêmê re qut kir, tedbîrên tund li ser Nexweşxaneya Leşkerî ya Efrînê sepand û qedexeya derketina derve xist dewrê.” 

Mehdî Kurdî bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku zextê li dewleta Tirk bikin da ku demildest van sûcan rawestîne û got, “Em bang li NY û welatên ku bi aştî û aramiya herêmê re eleqedar in dikin ku ji bo rawestandina van sûcan, sûcdar li qada navneteweyî bên darizandin, dawî li dagirkeriyê were anîn û welatiyên Efrînê vegerin ser axa xwe divê demildest tedbîrên lezgîn bigirin."

Li ser navê Nûnertiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ya Swîsreyê Gulistan Sadon jî axivî û diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker li ser Kurdistanê komkujî û êrîşên dagirkeriyê pêk tîne. Gulistan Sadon destnîşan kir ku ji bo ku xeyalên mezin ên Osmaniyan pêk bîne, polîtîkayên zext û talankeriyê dimeşîne. Gulistan Sadon bang li sazî û dewletên navneteweyî kir ku di demildest dawî li polîtîkayên dagirkerî, talan û komkujiyên dewleta Tirk bînin.

Piştî axaftinê daxuyaniya çapemeniyê ya bi zimanê Fransî hat xwendin.

 Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên ku sûcên şer ên dewleta Tirk eşkere dike, bi dawî bû.