Hunermend Alî Zulfîkar wê pêşangeha ‘Reflexion’ veke

Hunermend Alî Zulfîkar di navbera 10-14’ê Cotmehê de wê li Kolnê pêşangeha li ser bandorên şer ên civakî û ekolojîk veke.

Wênesaz Alî Zulfîkar di 10'ê Cotmehê de wê li Kolnê pêşangeha "Reflexion" veke.  Alî Zulfîkar di pêşangeha xwe ya bi navê “Reflexion” de balê dikişîne ser bandorên şer ên li civakê û ekolojiyê.

Li gel wêneyê mezin ên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, portreyên Greta Thunberg, Che Guevara û Rosa Luxemburg bi teknîkeke pênûsê ya bi bandor tîne ziman. Zulfîkar ev 25 sal in portreyên kesayetên naskirî yên cîhanê çêdike. 

Berhemên Alî Zulfîkar li Paris, London, Porto Riko hatin pêşandan û bala gelek kesan kişand ser xwe.

Pêşangeh wê 10’ê Cotmehê roja Pêncşemê saet 19:00 li Maigalerie bê vekirin. Hîndekarê Siyaset û Hiqûqa Giştî ya Zanîngeha Hamburgê Prof. Dr. Norman Peach û reklamkera hunerê Petra Lotschert wê di pêşangehê de axaftinan bikin.

Pêşangeha Reflexion wê heta 14’ê Mijdarê bidome.