Li Parîsê kampanyaya azadiya Fîgen Yuksekdag û girtiyên Kobanê

Jinên endamên SKB, ZORA û TSP’ê di çarçoveya kampanyaya ‘Ji Fîgen Yuksekdag û girtiyên Kobanê re azadî’ li qada Chaleletê stand vekirin û piştevaniyê birêxistinkirin.

Endamên Yekîtiya Jinên Sosyalîst a Ewropayê (SKB), ZORA û Platforma Dengê Girtiyan (TSP) tora piştevaniyê ku bi şîara ‘Ji Fîgen Yuksekdag û girtiyên Kobanê re azadî’ avakirin, li Parîsê didomînin.

Endamên SKB’ê ku kampanyayê birin Festîvala Humanite ku di 13-14-15’ê Îlonê de pêk hat, li qadê stand vekirin û belavok belav kirin.

Endamên SKB û YS’ê îro jî li Qada Chateletê stand vekirin. Di çalakiyê de wêneyên Fîgen Yuksekdag û girtiyên Kobanê hatin hilgirtin û li ber muzikên Kurdî broşur hatin belavkirin û îmze hatin komkirin.

Çalakî bi bangên piştevaniyê ya ji bo azadiya Fîgen Yuksekdag bi dawî bû.