Weşanxaneya Meyman ji festîvalê re amade ye

Weşanxaneya Meyman bi 5 pirtûkên nû û rêze romana 'Azadî wê bi ser bikeve' ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwe ji bo Festîvala Çanda Kurd re amade dike.

WEŞANXANEYA MEYMAN

Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ku ji bo Kurdên li Ewropayê bûye çalakiyeke kevneşop û îsal cara 32'an tê lidarxistin, yek ji çalakiyên herî mezin e ku çand, dîrok û têkoşîna Kurdan lê tê nîşandan. Weşanxaneya Meyman ku tevkariyê li pêşketina çanda Kurd û wêjeyê dike, mîna her sal îsal jî wê bi gelek pirtûkan li qada festîvalê be.

Ji edîtorên Weşanxaneya Meyman Huseyîn Artos têkildarî amadekariyên xwe yên ji bo festîvalê ji ANF'ê re axivî.

Artos anî ziman ku festîval ji bo gelê Kurd ji qadeke kombûna çandî wêdetir nîşaneyeke polîtîk a têkoşîna azadiyê ye û destnîşan kir ku festîval ji bo hişmendiya civakî û teşwîqa çandî girîng e.

Artos diyar kir ku gotina "Bi belavbûna derfetên teknolojîk re êdî kes pirtûkan naxwînin" rast nîne û got, "Li standan me ji serê sibehê heta êvarê liv û tevgerek heye ku bênavber dewam dike. Ev yek jî sekna berpirsyarî, polîtîk û têgihiştî ya Kurdîtiya azad nîşanî me dide."

Artos destnîşan kir ku weke weşanxane wê bi sedan pirtûkan li qada festîvalê bin û got, "Li gel pirtûkên ji hemû zaravayên Kurdî, pirtûkên bi zimanên Tirkî, Erebî, Farsî û zimanên Ewropî jî wê li standa Weşanxaneya Meyman hebin."

RÊZE ROMANA 'AZADÎ WÊ BI SER BIKEVE' YA ABDULLAH OCALAN

Weşanxaneya Meyman wê li qada festîvalê 5 pirtûkên nû jî nîşan bide. Têkildarî vê mijarê jî Artos got, "Îsal 5 pirtûkên me yên nû hene ku ji weşanê re hatine amadekirin. Di nava van de ya ku wê herî zêde balê bikişîne rêze romana bi navê 'Azadî wê bi ser bikeve' be. Hem ji ber ku ya destpêkê ye, hem jî bi rêbaza rêze romanê qala Rêber Apo dike, gelekî balkêş e. Pirtûka ku me bi Înîsiyatîfa Azadî ji Ocalan re Aştî ji Kurdistanê re ya Navneteweyî ji weşanê re amade kir, wê bi zimanên Kurdî, Tirkî, Elmanî û eger bigihêje bi zimanê Îngilîzî bêne nîşandan.

Bi hevkariya Newaya Jin 2 pirtûkên jinê jî hatin amadekirin û wê li standa me ya li festîvalê bin. Îsal her wiha me pirtûkek bi Elmanî jî amade kir. Pirtûka 'Li Kurdistanê Pirsgirêka Kesayetiyê' ya ji nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi navê 'Die Frage der Personlichkeit in Kurdistan, di Militante Personlichkeit und das Parteileben' bi zimanê Elmanî ji bo dostan û ciwanên me yên bi Elmanî zanin hate amadekirin. Pirtûka me ya 'Fedaiyê Apoyî Kemal Pîr' wê di festîvalê de yekemcar bê nîşandan.

Li festîvalê her wiha wê standeke me ya îmzeyê hebe ku dostên me yên nivîskar wê lê amade bin. Ji bo îmzekirina pirtûkên xwe wê Sefkan Kobanê, Hatip Dicle, Aslı Erdoğan, Ali Baran, Kadir Amaç, Gülseren Aksu, Ayhan Demir, Eylem Kahraman, Faruk Sakık, Fuat Kav, İkram Balekanî, Kemal Aktaş, Gulistan Kanîreş, Fîraz Baran, Gulgeş Deryaspî, İmam Canpolat, Bermal Çem, Aziz Tunç, Sara Aktaş, Ömer Güneş, Şemsettin Özer, Osman Kapan û Ahmet Taş amade bin. Weke Weşanxaneya Meyman em ê hem bi pirtûkên xwe hem jî bi hevalên xwe yên nivîskar li qada festîvalê bin."