Li Ewropayê protestokirinên desteserkirina şaredariyan didomin

Xespkirina şaredariyên Bajarên Mezin ên Amed,Wan û Mêrdînê ya ji aliyê faşîzma AKP û MHP’ê ve ji aliyê Kurdistanî û dostên wan ve tê protestokirin.

Kurdistanî û dostên wan ên li dehan bajarên Elmanya, Swîsre, Fransa, Hollanda, Danîmarka, Fînlandya û Swêdê daketin qadan, li dijî desteserkirina şaredariyên ji aliyê AKP’ê ve hatine xespkirin xwepêşandanên protestoyî lidar xistin.