Li gelek bajarên Elmanya li dijî dagirkeriyê qeyûman derketin

Nerazîbûnên li dijî xespkirina şardariyên Amed, Wan û Mêrdînê ya ji aliyê AKP’ê ve didome. Kurdistanî û dostên xwe li dehan bajarên Elmanya daketin qadan û çalakiyên protestoyê lidar xistin.

Kurdistanî û dostên xwe yên li dehan welatên Elmanya deketin qadan xespkirina şaredariyan a ji aliyê AKP’ê ve protestokirin.

HAMBÛRG

Xespkirina şaredariyan li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê bi meş û mîtîngekê hate protestokirin. Kurdistanî û dostên xwe yên li Stasyona Trenê ya Hambûrgê hatin ba hev bal kişandin ku êrîşa hikûmeta AKP’ê ya li dijî vîna gel hatî kirin napejirînin.  Di çalakiyê de Parlementera Partiya Çep a Hamûbrgê Cansû Ozdemîr, Martîn Dolzer, Hiqûnas Yavûz Fersolgû, nûnerên AGÎF, DÎDÎF, ADHK û ATÎK axivîn û diyar kirin ku xespkirina şaredariyan ya ji aliyê AKP’ê ve îlana şer a vekirî ya li dijî gelê Kurd e.

BREMEN

Xespkirina şaredariyan bi girseyî li Bremenê jî hate protestokirin. Hevserokê KON-DEM’ê Saît Bîlgen axivî û diyar kir ku hişmendiya ku rêxistina Kurd xistiye lîsteya terorê, hişmeniya ku îro alîkariya hişmendiya faşîst a AKP’ê û MHP’ê û Erdogan dike ye. Nûnerê Eyaleta Bakur a Aveg-KON’ê Galîp Atiş jî axivî û diyar kir ku bi vê yekê re wê şerê Kurdistanê kûrtir bikin.

FRANKFÛRT

Kurdistaniyên li Haûpwache ya Frankfûtê hatin ba hev bi pankart û dirûşmên ‘Eslebe HDP’, ‘Faşîst Erdogan’ û ‘Bijî Berxwedana HDP’ê çalakiyek kirin. AGÎF û Komên çep ên Elman jî piştgirî dan çalakiyê.

NURNBERG

Kurdistanî û dostên xwe li Nurbergê jî bi çalakiyekê desteserkirina şaredariyan bi mîtîngekê protestokirin. Mîtînga ku endamên Dîe Lînke û AGÎF’ê tevlî bûn, belavok hatin belavkirin. Di mîtîngê de banga tevlîbûnê li çalakiya ku wê roja Şemiyê bêkirin, hate kirin.

HÎLDESHEÎM

Li bajarê Hîdesheîmê jî Kurdistanî û dostên xwe li pêşiya stasyona trenê hatin ba hev û qeyûmên dagirker protestokirin. Li vir li ser navê TJK-E Hekîme Yoûsef axivî û got: “Dewleta Tirk banga Abdullah Ocalan a aştî, çareserî û biratiyê cidî negirt û bi desteserkirina qeyûman a ji bo şaredariyan esas girt.” Di çalakiyê de gelek belavok hatin belavkirin.

KOLN

Xespkirina şaredariyan li Kolnê jî bi çalakiyekê hate protestokirin. Kurdistanî û dostên xwe yên saet 18:00’ê li Haûptbahnof Kolnê hatin ba hev, alên HDP’ê bilindkirin. AvEG-Kon, YS, HDK, ADHK, Partîzan, Elman KA (Koln Antîfa) jî destek dan çalakiyê.  Di axaftinên Elmanî hatin kirin de bal hate kişandin ku vîna gelê Kurd hatiye desteserkirin. Banga çalakiyan hate kirin.

STÛTTGART

Hevparên Navenda Civaka Kurd a Demokratîk, HDK-E, AGÎF, Partîzan û Kurdistaniyên li Schlotzplatz Stûtgart (Qada Kobanê) hatin ba hev alên rojava û posterên Ocalan hildan. Di çalakiya girseyî de desteserkirina şaredariyan hate protestokirin û bi zimanê Elmanî axaftin hatinkirin.

PFORZHEM

Kurdistanî û dostên xwe yên li Leoplats a Pforzhemê hatin ba hev xespkirina şaredariyan protestokirin. Di axaftinên hatin kirin de hate gotin ku carekî din vîna gelê Kurd hatiye xespkirin.

SAARBRUCKEN

Bi tevlîbûna sedan kesî bi meşekê ya li pêşiya Eûropa Galler a bajarê Saarbruckenê desteserkirina şaredariyan a ji aliyê rejîma AKP’ê ve hate protestokirin. Çalakî bi rûniştina pêşiya stasyona trenê û qîrkirina dirûşman ve piştî demekê bi dawî bû.

MUNÎH

Xespkirina şaredariyan li Marîenplatz a Munîhê jî hate protestokirin. Di çalakiyê de belavok hate xwedin û dirûşim hate qîrkirin. Bang hate kirin ku li dijî darbeya siyasî divê hemû hêzên demokrasiyê bibin yek.