Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê (HPG-NÇR) bi vî rengî ye:
“Fermandarê me yê milîtanê fedayî yê Apoyî û kedkar hevrê Delîl Temel roja 30’ê Tebaxa 2021’an di encama êrîşa artêşa Tirk a dagirker a li ser herêma Qendîlê de şehîd bû.
Hevrêyê me Delîl ku li çar parçeyên Kurdistanê têkoşiya û her erka xwe li gorî rêgezên milîtaniya Apoyî bê kêmanî pêk anî, tevahiya 29 salan têkoşîneke bêyî navber raber kir. Bi daneheva xwe ya îdeolojîk û rêxistinî, qabîliyetên xwe yên leşkerî û jiyana xwe ya dilnizm bû neferek mînak û fedayî ya xeta Apoyî. Bi fedakarî, jiyana xwe ya dilnizm, girêdanbûna xwe ya li nirxên gel û bi wêrekiya xwe ya di şer de bû yek ji fermandarên ku di dîroka me de bû sembol.
Em soz didin ku têkoşîna hevrêyê xwe Delîl ku bi danehev û tecrubeya xwe nirxên mezin li têkoşîna me ya azadiyê daye qezenckirin, mezin bikin, bîranînên wî jiyanî bikin û armancên wî bi ser bixin. Em bi vê bawerî û biryardariyê sersaxiyê ji malbata hêja yê hevrêyê me, gelê Botanê yê esîl û tevahiya gelê Kurdistanê re dixwazin.
Agahiyên li ser nasnmaya hevrêyê me Delîl Temel wiha ye:

|
Nasnav: Delîl Temel
Nav û paşnav: Hatîp Ariturk
Cihê jidayikbûnê: Sêrt
Dayik û bav: Hediye - Emîn
Dem û cihê şehadetê: 30’ê Tebaxa 2021’an/Qendîl
|
Herêma Sêrtê ku yekemîn guleya Pêngava 15’ê Tebaxê li wê derê hate avêtin, bi tevlîkirina bi hezaran zarokên xwe yên leheng li nava têkoşîna me xwedî li şoreşa azadiya Kurdistanê derket ku bi pêşengiya Partiya me PKK’ê pêş ket. Welatparêziya kûr a gelê Botanê bû zemîn ku eleqe û sempatiyeke mezin li hemberî Tevgera Apoyî çêbibe. Gelê me di meşa azadiyê de ti astengî nas nekir û li ber çav girtina berdêlên mezin ref bi ref tevlî refên gerîla bûn, ev bû bersiva herî watedar a li dijî polîtîkayên îmha û înkarê yên dewleta Tirk. Hevrêyê me Delîl li navçeya Misircê ya Sêrtê ku welatparêziyeke ewqas kûr lê tê jiyîn û çanda Kurd a qedîm lê serwer e, ji dayik bû. Ji ber ku malbata wî welatparêz bû, ev bû wesîle ku di temenkî biçûk de Tevgera Apoyî nas bike. Hevrêyê me yê ku di temenê zarokatiyê de sempatiya wî li hemberî Tevgera me çêbû, bi çîrokên qehremaniyê yê fermandarê me yê mezin Egîd (Mahsum Korkmaz) mezin bû. Hevrêyê me ku di demeke ku axa mirî ya li ser gelê me hat rakirin û jiyana azad zindî bû de mezin bû, têkoşîna heyî dît û lêpirsînên kûr jiyan kir. Hevrêyê me yê ku demeke çû dibîstanê ku cihên asîmîlasyonê yên pergalê ne, rastî zîhniyeta tekparêz a netew-dewletê hat. Ji ber ku hevrêyê me Delîl bi azad bi zimanê xwe yê dayike nekarî biaxive, binivsîne û ji ber ku nakokiyên kûr ên çandî jiyan kir, dev ji dibîstanên pergalê berda û ji bo tevkariyê li dabara malbata xwe bike dest bi xebatan kir. Hevrêyê me yê ku di temenekî biçûk de diyardeya kedê nas kir û ji aliyê derdora xwe ve hat hezkirin, wekî ciwanekî xwedî karekterê xurt şêwe girt. Heta wî ji pêkanînên pergala kapîtalîst û polîtîkayên qirkirina aborî ya dewleta Tikr çêbû ku ji bo gelê me neçarî xwe bike li Kurdistanê pêk tîne. Hevrêyê me ku zehmetiyên nirxên ku bi pîroziya kedê û xwêdana eniyê hatiye bidestxistin dizanîbû, di cewhera jiyanekî sosyalîst de serwer bû. Bi mezinbûna temenê xwe re xwest Tevgera me ya Apoyî ji nêz ve nas bike. Hevrêyê me Delîl ji tevgerên gerîlayên ku derfet dît bibîne û hinek sohbetê bike, bandor bû. Her ku gerîlayan nas kir fêm kir ku ew ê bersiva nakokî û lêgerînên xwe di refên Têkoşîna Azadiya Kurd de bibîne. Hevrêyê me yê ku di demeke ku li Kurdistanê kuştinên kiryar diyar û şewitandina gundan hebû de biryara tevlîbûnê da, berê xwe da çiyayan ku cihê qibleyê ya gelê me ye.
Hevrê Delîl di sala 1992’an de ji Bakurê Kurdistanê tevlî refên gerîlayan bû û dest bi meşa xwe ya azadiyê kir. Hevrêyê me yê ku piştî demeke li Botanê ma derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû, perwerdeya xwe ya ewil li Zagrosan girt. Hevrêyê me yê ku zehmetî jiyan nekir ku fêrî jiyana gerîla û şert û mercên zehmet ên Zagrosan bibe, bi lêhûrbûnên xwe bû şervanekî mînak. Hevrêyê me yê ku bi dersên leşkerî û îdeolojîk xwe di her aliyê xwe de ji nû ve afirand, bi bêsebrî xeyala rojên ku derbasî qadên şer bibe kir. Hevrêyê me ku tevlîbûna li nava refên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê wekî biryara herî rast û pîroz nirxand, perwerdeya xwe bi awayekî serkeftî temam kir. Tecrubeyên xwe yên ewil ên derbarê jiyana gerîla de li Zagrosan girt û bi alîkarî û morala ku ji hevrêyên xwe girt, karî ku hemû zehmetiyan derbas bike. Hevrêyê me yê ku di demeke ku pratîka şerê giran dihat jiyîn de gerîlatî kir, cihê xwe di erkên herî zehmet de girt. Bi tevlîbûna xwe ya xwezayî, sade û dirust baweriya hevrêyên xwe qezenc kir. Armanc kir ku ne tenê di xebatên pratîk de serkeftî be, di heman demê de di aliyê îdeolojîk de jî xwedî danehev be. Hevrêyê me yê ku di êrîşekî artêşa Tirk a dagirker de birîndar bû, birîndariya xwe tu car li ber domandina têkoşîna şoreşgerî nekir asteng. Piştî ku tedawiya xwe temam kir, bi ezîmekî mezin tevlî xebatan bû. Hevrêyê me yê ku hem tecrubeya şer qezenc kir û hem jî di aliyê îdeolojîk de xwe kûr kir, hat asta ku pêşengiyê bike. Ji bo ku bibe bersiva pêvajoya ku di pêvajoya komploya navneteweyî ya li dijî Rêbertiya me pêş ket de hat jiyîn, lêhûrbûnên kûr jiyan kir. Li ser bingeha banga Rêbertiya me di pêvajoya vekişîna gerîla li Herêmên Parastina Medyayê de bi zanebûna mîsyona xwe ya dîrokî tevgeriya. Bi zanebûna pêdîviya girêdanbûna bi bîranîna hevrêyên xwe yên şehîd, lêgerîna mezinkirina têkoşîna xwe domand. Hevrêyê me ku piştî pêvajoya pratîk a dijwar xwest di asta akademîk de perwerdeyê bibîne, tevlî xebatên perwerdehiya îdeolojîk bû. Hevrêyê me yê bi xwendina parêznameyên Rêbertiya me di paradîgmayê de kûr bû, di asta zîhniyetê de xwe ji nû ve ava kir û xwe ji bo pêvajoya nû amade kir. Di nirxandineke xwe de bi gotinên, “Me ji ber kêmaniyên xwe nekarî erk û berpirsyariya xwe yên avakirina konfederalîzma demokratîk û neteweya demokratîk ku Rêbertiya me danî pêşiya me, pêk bînin. Ji ber hilweşandin û parçebûnên ku modernîteya kapîtalîst di kesayeta me de ava kiriye û fêrbûnên ku me li xwe girtiye, di ketina nava xeta partî û rastiya kadroya avaker de qelsbûn hat jiyîn. Erka avakirina pergala hîna jî li pêşiya me ye. Ti rêyekî din a ji pêkanîna vê erkê cudatir tine ye. Eger em dixwazin bigihin asta nasnameya azad û civaka azad li pêşiya me ti vebijarkek din tine ye. Avakirina pergalê wê serkeftina civakî bîne.” Bi zanebûna berpirsyariyên demê tevgeriya.
Hevrêyê me yê ku li gelek qadên Herêmên Parastinê yên Medyayê xebatê meşand û di dilê hemû hevrêyên xwe de cih girt, bi asta pîroziyê nêzî hemû erkên xwe yên Partiyê bû. Hevrêyê me yê ku ji ber xebatekî xwe 3 sal û nîv di zîndanê de ma, pêvajoiya xwe ya zindanê wekî firsnedê nirxand û xwe ji bo siberojên azad amade kir. Hevrêyê me yê ku gavek jî ji helwesta xwe ya bi rûmet û milîtaniya fedayî ya Apoyî paş de neavêt, li her derê ku lê bû pêwîstiyên xeta berxwedanê ya PKK’ê bi cih anî. Hevrêyê me yê ku piştî ku ji zindanê derket gihişt çiyayên azad, lêgerîna xwe ya azadiyê kûrtir kir. Hevrêyê me Delîl yê ku her tim ji bo hevrêyên xwe bû çavkaniya hêz û moralê, bi hevrêtiya xwe ya jidil û fedakariya xwe wekî hevrêyekî neyê jibîrkirin di dilê me de jiyan bike.
Mirovê bedew, hevrêyê hêja û fermandarê pêşeng hevrê Delîl ku di tevahiya 29 salan de bû xwediyê meşa şoreşgerî û serkeftinên mezin di nava emrekî de bi cih kir, 30’ê Tebaxa 2021’an 2021’an di encama êrîşa artêşa Tirk a dagirker a li ser herêma Qendîlê de şehîd bû. Em diyar dikin ku ala têkoşînê ku hevrêyê me Delîl yê ku meşa xwe ya azadiyê ku li Botanê da destpêkirin, li çar parçeyên Kurdistanê meşand û gihand lûtkeyê, dewrî me kiriye bi serkeftinê li ba bikin.”