Kurdistanî û dostên xwe li 7 bajarên Swîsreyê daketin qadan

Kurdistanî û dostên xwe li dijî biryara Wezîreta Karê Hundir a xespkirina Şaredariyên Bajarê Mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê li 7 navenda çalakiyên protestoyî lidar xistin.

Li bajarên Bern, Basel, Cenevre,Lûzern, Zûrîh, St Gallen û Lozan ên Swîsreyê Kurdistanî û dostên wan ên daketin qadan xespkirina şaredariyên Amed,Wan û Mêrdînê protestokirin.

BERN

Li bajarê Bernê li pêşiya stasyona trenê ya navendê nêzî 300 Kurdistanî,Tirkiyeyî û Swêdî hatin ba hev û bi pankart û dowîzên bi nivîsînên ‘Rêz ji vîna gelê Kurd re bigirin’, ‘Qeyûm ji Kurdisanê bi cehenimin’ û ‘Ji bo her kesê demokrasî’ hate protestokirin. Di çalakiyê de Siyasetmedarê Kurd Demîr Çelîk axivî û got: “Bi êrîşa li ser vîna gelê Kurd dixwazin pêşiya êrîşa li ser Rojava bidin vekirin û dengê gelê Kurd qût bikin.” Bi belavbûna girseyê re li ser provakasyonan polîsan xwestin êrîşî ciwanan bikin û wan destgîr bikin, lê li ser berxwedana girseyê ev pêk nehate.

LOZAN

Li stasyona trenê ya navenda Lozanê jî xespkirina şaredariyan hate protestokirin.  Di çalakiyê de dema belavoka bi zimanê Fransî hate xwendin li ser navê Partiya Kerker a Swêd POP anaîs Tîmofte, li ser navê Partiya Keskan jî Ilîas Pencahrd axivîn û peyamên piştevaniya bi gelê Kurd re dan. Di axaftinan de hate diyarkirin ku xespkirina şaredariyan nayê qebûlkirin.

Li aliyê din li stasyona trenê a navenda Basel û Zurîhê dîsa li Mont-Blance ya Cenevreyê û li St Gallenê jî li Barenplatzê Kurdistanî û dostên wan daketin qadan xespkirin protestokirin.