Li Viyana û Grazê xespkirina şaredariyan hate protestokirin

Li paytexta Ewûstûrya Viyana û bajarê Grazê Kurdistaniyan xespkirina şaredariyên Wan Mêrdin û Amed ên ji aliyê AKP’ê ve protesto kirin.

Li paytexta Ewûstûrya Viyanayê çalakî ji aliyê Yekîtiya Hêza Demokratîk ve hate lidarxistin û di çalakiyê de xespkirina şaredariyan hate protestokirin. Di çalakiyê de operasyonên qirkirina siyasî jî hate protestokirin, belavok hatin belavkirin û bê navber dirûşmeyên “Kujer Erdogan” , “Dewleta Faşîst” û “Roj wê were ew ê dewlet hesab bide” hatin berzkirin.

GRAZ

Li bajarê Graz ê Ewûstûryayê xespkirina şaredariyan û operasyonên qirkirina siyasî bi mîtîngekê hate protestokrn.

Kurdistanî li Haûpltplatzê li hev civiyan, belavok belavkirin û banga bihestiyarbûnê kirin.