Li Swêdê xespkirina şaredariyan hate protestokirin

Xespkirina vîna gel a qeyûman a ji aliyê rejîma AKP’ê ve li bajarê Helsîngborg û Stockholm a Swêdê bi çalakiyeke hate protestokirin.

Bi çalakiyên protestoyî xespkirina şaredariyan li bajên Swêdê tên protestokirin.

STOCKHOLM

Kurdistanî û dostên wan ên li Qada Sergelstorg a navenda bajar xespkirina şaredariyan a ji aliyê hikûmeta AKP’ê ve hate protestokirin. Di çalakiyê de bi pankart û dowîzan faşîzma AKP’ê hate protestokirin.

HELSÎNGBORG

Li ser banga Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Helsîngborg Kurdistanî û dostên wan hatin ba hev û xespkirina şaredariyan hate protestokirin. Hevserokê Navenda Çanda Demokratîk a Skone Ferman Sîverekî diyar kir ku pêkanîna qeyûm parçeyek ji pêkanînên dagirkeriyê ne. Hate gotin ku wê gelê Kurd û raya giştî ya demokratîk li dijî vê hişmendî û desteserkirina şaredariyan bi hêz berxwedanê nîşan bide.

Bang li hemû Kurdistanî û dostên wan hate kirin ku li dijî faşîzma AKK-MHP’ê têkoşînê xurt bikin, bang li Swêd û Yekîtiya Ewropa hate kirin ku guşarê li Tirkiyeyê bike.