Xespkirina şaredariyan li Ewropayê tê protestokirin

Xestpkirina AKP’ê yên Şaredariyên Mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê li Ewropayê bi girseyî tên protestokirin.

Xespkirina Şaredariyên Bajarên Mezin ên Amed,Wan û Mêrdînê ya li ser fermana Wezareta Karê Hundir ji aliyê Kurdsitanî û dostên wan ve li Ewropayê tên protestokirin.

Li gelek qadan Kurdistanî hatin ba hev û xwedî li vîna xwe derdikevin.

HAGEN

Li bajarê Hagen ê Elmanyayê xespkirina şaredariyan a ji aliyê AKP’ê ve bi mîtînga ku li pêşiya stasyona trenê ya navendê hate kirin ve hat protestokirin. Çalakiya têde belavok hatin belavkirin dirûşmên ‘Kujer Erdogan’ û ‘Dewleta faşîst’ hate qîrkirin.

FREÎBÛRG

Li bajarê Freîbûrg a Elmanyayê jî operasyona qirkirina siyasî ya li dijî gelê Kurd hate protestokirin. Çalakiya Ku Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Freîbûrg, Meclîsa Jinan a Nûda, Tevgera Ciwanên Şoreşger, Dergeha Çanê ya Elewî ya Freîbûrg û ji mizgefta Selahaddînê Eyûbî bi sedan kes tevlî bûn ji Qada Alte Synagoge destpê kir. Li vir daxuyaniyek ji bo çapemeniyê hate dayîn. Li vir bang li hemû hêzên demokrasî hate kirin ku li dijî darbeyê bibin yek.

BONN

Bi pêşengtiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk û Tevgera Ciwanên Şoreşger li bajarê Bonn ê Elmanyayê xespkirina şaredariyan hate protestokirin. Di çalakiyê de bê navber dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Faşîst Erdogan’ û ‘Bijî Berxwedana HDP’ê’ hate qîrkirin. Her wiha partiya Çep a Elman jî piştgirî da çalakiyê.

GÎESSEN

Li bajarê Gîessen ê Elmanyayê jî Kurdistanî  û dostên xwe herikîn qadan. Çalakiya li Berlîner Platzê hate kirin bi dirûşmên şermezarkirina xespkirina şaredariyan a ji aliyê AKP’ê ve hatin qîrkirin.

ESSEN

Bi çalakiyeke ku li bajarê Esen ê Elmanyayê hate kirin jî xespkirina şaredariyan a ji aliyê rejîma AKP’ê ve hate protestokirin.

Operasyonên qirkirina siyasî û xespkirina şaredariyan a ji aliyê AKP’ê ve li bajarê Oldenbûrg a Elmanyayê çalakiyeye ya protestoyê hate kirin. Di çalakiyê de belavokek hate xwendin û dirûşim hate qîrkirin.

DÛÎSBURG

Li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê jî Kurdistanî li pêşiya Formê hatin ba hev û xespkirina şaredariyan protestokirin. Di çalakiyê de bi axaftinan dagirkeriya qeyûman hate protestokirin. Li vir mîtîngek hate kirin û Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Duîsbûrgê Nûh Yildirim, Hevserokê ATÎK’ê Suleyman Gucan, li ser navê AGÎF’ê jî Onûr Guler û herî dawî li ser navê Mala Êzidiyan jî Osman Çelîk axivîn.

DEN HAAG

Kurdistanî û dostên wan li Den Haag ê Hollandayê jî hatin ba hev û i daxuyaniyekê xespkirina şaredariya protesto kirin. Di çalakiyê de belavok hatin belavkirin û çalakî bi dirûşman bi dawî bû.

MONTPELLÎER

Yek ji bajarên ku xespkirina şaredariyan lê hate protestokirin bajarê Montpellîer ê Fransayê bû. Di çalakiyê de peyama ‘Em xwedî li vîna xwe derdikevin. Wê qet dagirker negihêjin armancên xwe.’

HELSÎNKÎ

Li paytexta Fînlandya Helsînkî jî Kurdistanî daketin qadan û xespkirina şardariyan bi çalakiyekê protestokirin. Di çalakiyê de belavok hatin belavkirin û peyamên wê her rojê di çalakiyê de bin dan.

KOPENHAG

Li paytexta Danîmarka Kopenhagê jî xespkirina şaredariyan hate protetokirin. Çalakiya li pêşiya stasyona trenê ya Kopenhagê hate kirin, xespkirina şaredariyan hate protestokirin.