Kurdên li Ewropayê Newroz pîroz kirin
Kurdistaniyên li Ewropayê tevî dostên xwe daketin qadan, bi meşaleyan meşiyan û Newroz pîroz kirin.
Kurdistaniyên li Ewropayê tevî dostên xwe daketin qadan, bi meşaleyan meşiyan û Newroz pîroz kirin.
Li gelek bajarên Elmanya, Fransa, Hollanda, Awûstûrya, Swîsre û Swêdê Kurdistanî tevî dostên xwe li hev civiyan û Newroza 2019'an pîroz kirin.
Bi vê armancê meşên bi meşaleyan hatin lidarxistin. Di çalakiyan hemûyan de berxwedêrên greva birçîbûnê hatin silavkirin û Zulkuf Gezen ê li Girtîgeha Tekîrdagê bi heman armancê çalakiya fedayî pêk anî hate bîranîn.