Agirê Newrozê yê li Stockholmê ji bo Leyla Guven hate dadan
Kurdistaniyên li paytexta Swêd Stockholmê, agirê Newrozê yê îsal ji bo Leyla Guven û berxwedêrên din ên greva birçîbûnê dadan.
Kurdistaniyên li paytexta Swêd Stockholmê, agirê Newrozê yê îsal ji bo Leyla Guven û berxwedêrên din ên greva birçîbûnê dadan.
Kurdistanî tevî dostên xwe doh saet 18:30'î li parka Rolambshovê li hev civiyan û agirê Newrozê dadan.
Beşdarên pîrozbahiyê li ber stranên hunermend Gursel Dayan govend gerandin.
Hevserokên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Stockholmê bi wesîleya pîrozbahiyên îsal ji ANF'ê re axivîn.
YÎGÎT: GELÊ KURD WÊ 31'Ê ADARÊ BERSIVÊ BIDE FAŞÎZMA AKP-MHP'Ê
Mîrhem Yîgît bal kişand ser berxwedana grevên birçîbûnê ya bi pêşengiya Leyla Guven tê kirin û got, "Li pêşiya me hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê hene. Gelê Kurd û hêzên demokratîk wê bi biryardariya berxwedana Newrozê dersa pêwîst bidin faşîzma AKP-MHP'ê."
KASIRGA: JINÊN KURD WÊ DAWÎ LI TECRÎDKIRINA OCALAN BÎNIN
Gîren Kasirga jî işaret bi berxwedana bi pêşengiya Leyla Guven kir û anî ziman, ew Newroza îsal weke Newroza jinan dibînin, bi vî rengî xwedî lê derdikevin û diyarî Guven û çalakgerê fedayî Zulkuf Gezen dikin.
Kasirga da xuyakirin ku tecrîd ne tenê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê ferzkirin û got, "Gelê me tê tecrîdkirin. jinên Kurd wê bi îrade û daxwaza xwe ya têkoşînê tecrîdkirina Ocalan bi dawî bikin."
Di dawiya çalakiyê de ji bo pîrozbahiya Newrozê ya li Stockholmê ya 23'ê Adarê saet 17:00 a li Solna Hallenê banga tevlîbûnê hate kirin.