Newroz li gelek bajarên Elmanyayê hate pîrozkirin

Kurdistaniyên li Elmanyayê ji bo pîrozkirina Newrozê li gelek bajaran tevî dostên xwe bi meşaleyan meşiyan û govend gerandin.

Kurdistaniyên li Elmanyayê ji bo pîrozkirina Newrozê li gelek bajaran tevî dostên xwe bi meşaleyan meşiyan û govend gerandin.

HAMBURG: Girseya gel li taxa Altonayê li hev civiya û di şexsê Zulkuf Gezen de ji bo bîranîna şehîdên Newrozê bi bîr anî. Di pîrozbahiyê de ku nêzî hezar kes lê amade bûn bi meşaleyan meşek pêk hat. Parlamenterê Partiya Çep ê Hamburgê Martin Dolzer jî beşdarî meşê bû û diyar kir, Newroz ji bo gelê Kurd roja serhildan û berxwedana li dijî zilmê ye. Dolzer berxwedêrên greva birçîbûnê silav kir. Piştî meşê li Sternschanzeyê agirê Newrozê hate dadan.

DUISBURG: Girseya gel danê êvarê li August-Bebel Platzê li hev civiya û agirê Newrozê ji aliyê berxwedêrê greva birçîbûnê Mûstafa Tûzak ê 67 roj in di greva birçîbûnê de ye hate dadan.

STUTTGART: Li bajarê Stuttgartê Newroz bi meşeke bi meşaleyan hate pîrozkirin. Di meşê de tecrîdkirina Ocalan hate şermezarkirin û berxwedêrên greva birçîbûnê hatin silavkirin. Di dawiya meşê de li meydana Kobanê govend hate gerandin û Kurdistaniyan pîrozbahiya xwe ya Newrozê qedandin.

AACHEN: Kurdistanî danê êvarê li kolana Pontorê li hev civiyan û tevî posterên Ocalan û meşaleyan meşiyan. Li meydana Elliessenbrunnenê agirê Newrozê hate dadan û govend hate gerandin.

SAARBRUCKEN: Newroz li Saarbruckenê bi rengekî girseyî hate pîrozkirin. Bi sedan kes li ber Europa Galeri li hev civiyan ku nûnerên saziyên civakî yên Elman û siyasetmedarên Elman jî hebûn. Di çalakiyê de daxwaza rakirina qedexeya li ser PKK'ê hate kirin. Piştî axaftinan Kurdistaniyan û dostên wan agirê Newrozê dadan û govend gerandin.

FRANKFURT: Pîrozbahî li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd pêk hat. Qisekeran çalakgerên berxwedana greva birçîbûnê silav kirin. Piştre agirê Newrozê hate dadan û govend hate gerandin.

FREIBURG: Bi sedan kesên li meydana Alte Synagoge li hev civiyan bi meşaleyan heta navenda bajêr meşiyan. Piştre agirê Newrozê dadan û heta derengiya şevê govend gerandin.

GIESSEN: Pîrozbahiya ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ve hate lidarxistin diyarî Zulkuf Gezen hate kirin. Girseya gel ji Berliner Platzê dest bi meşê kir û heta Kirchenplatzê meşiya. Li meydanê agirê Newrozê hate dadan û Kurdistaniyan govend gerandin.

WUPPERTAL: Girseya gel li ber City Arkadenê ku li navenda bajêr e li hev civiya û bi qîrîna dirûşmên "Leyla Guven", "Bijî berxwedana zindanan", "Jin jiyan azadî" û "Bijî serok apo" meşiya.

NURNBERG: Bi sedan kes piştî ku ji bo piştgiriya bi berxwedana grevên birçîbûnê meşiyan, Newroz pîroz kirin. Meşê ji Aufsesseplatzê dest pê kir û heta qada Fest Plarrerê domiya. Ji berxwedêrên greva birçîbûnê Şiyar Xelîl ku 55 roj in di greva birçîbûnê de ye li çalakiyê axivî û Zulkuf Gezen bi bîr anî. Piştî axaftinan agirê Newrozê hate dadan û li dora wê govend hate gerandin.

BONN: Bi sedan kes bi pêşengiya ciwanan li navenda bajêr li hev civiyan û agirê Newrozê dadan. Di çalakiyê de piştgirî ji berxwedêrên greva birçîbûnê re hate dayin.