'KNK navê yekitiya gelê Kurd e'

Hevseroka KNK’ê Zeynep Murad diyar kir ku KNK’ê bi dîroka damezirandina xwe jî ji bo Kurdan deskeftiyek dîrokî ye û wiha got: "Em ê asta karê xwe xurt bikin û rexistinbûnê bidomînin."

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) di 24’ê Gulana 1999’an de li Amsterdamê bi amadebûna 700 Kurdistanî û mêvanan hate damezrandin. Ew ji bo ku yekitiya exlaqî ya neteweya Kurd pêk bîne hat afirandin, lê belê parçebûna Kurdistanê di navbera çar dewletan de paşguh nekir. Ji bo çareserkirina jihevketin û nakokiyên di navbera partiyên siyasî yên Kurdî de; di nav dewletên heyî de pîvanên hevgirtinê û stratejiyeke hevgirtî, ji bo çareseriya demokratîk, ji bo pirsa Kurd û li ser asta neteweyî û navneteweyî ji bo pêşdebirina mafê çarenûsî ya gelê Kurdistanê xebat dimeşîne.

Hevseroka giştî ya KNK’ê Zeynep Murad di derbarê salvegera damezrandin û xebatên KNK’ê de, axivî.

DAMEZRANDINA KNK’Ê

Zeynep Murad di destpêka axaftina xwe de wiha axivî: “Komîteya Amadekariyê ya KNK’ê piştî xebata xwe ya çar salan, di demeke yekîtiya neteweyî ya Kurdistanê herî zêde bûbû de, biryara xwe da ku bi fermî KNK’ê damezirînin. Ev yekemîn gav di 24’ê Gulana 1999’an de li Amsterdamê hat avêtin. Piştî vê pêngavê PKK xistin nava lîsteya ‘rêxistinên terorîst’, ew weke ‘rêxistineke terorîst’ hat binavkirin. Di Sibata 1999’an de li ser PKK’ê û Rêberê gelan Rêber Abdullah Ocalan komploya Navneteweyî hat destpêkirin û Rêber Abdullah Ocalan hat dîlgirtin û bi awayekî dervey zagonî radestî Tirkiyeyê hat kirin. Pirsgirêka Kurd a Neteweyî bi şêweyeke ne rewa veguherîbû arîşeyekê tawanê. Li ser vê bûyerê li çar parçeyên Kurdistanê û diyaspora, li seranserê cîhanê xwepêşandanên mezin û bi hêrs hatin pêkanîn û bi vê şêweyê ji raya giştî ya navneteweyî re hat teqezkirin ku netewebûyîna pirsgirêka Kurd bi ser dikeve û her diçe wê bi pêş bikeve.

Avakirina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê, bi dehan salan e ku pêwîstiyeke lezgîn bû. Di dîroka hevdema Kurdan de ev rêxistin, rêxistineke mezintir neteweya  bêdewlet a li ser cîhanê ye û di vê bûyerê de nûnertiya xeta siyasî ya mezin kir, li Rojhilata Navîn ji wê demê heta îro jî ew xwedî bandoreke mezin e. Saziyeke berê ya bi navê Parlamentoya Kurdistanê ya hatibû mişextkirin, gihîştibû armancên xwe. Ji ber vê jî, êdî di nava Kongreyê de pêwîstî bi nûnertiyeke pir zêde ya Kurdan hebû. Bi vê boneyê Parlamentoya Kurdistanê ya li sirgûnê di 26’ê Îlona 1999’an de hat betalkirin. Di encamê de, di dîroka 24’ê Gulana 1999’an de ji damezrandina KNK’ê ve cara yekem e ku gelê Kurd, di dîroka xwe de li çar parçeyên Kurdistanê, li dîasporayê, li Rûsya û Yekîtiya Sovyetê ya berê, li Ewropa, Amerîkaya Bakûr, Awûstralya û cîhana Ereban, komên olî yên Kurdan (Sunnî, Elewî û Misilmanên Şîî, Êzidî, Ehle-Heq, Mesihî), komên zaravayên kurdî (Kurmanciya bakûr û başûr , dimilî (zazakî), Goranî, Hewramî, Feylî) û gelê Asûrî-Kildanî yên li Kurdistanê ji wê demê ve di yek rêxistineke neteweyî de nûnertiya wan hat kirin.”

‘KNK’Ê KURD LI DORA HEV KOM KIRIN’

Hevseroka KNK’ê Zeynep Murad anî ser ziman ku damezrandina KNK’ê ji bo yekrêziyê hêvî da avakirin û wiha got: "Di 24’ê Gulana 1999’an de piştî dîlgirtina Rêberê Gelan Rêber Abdullah Ocalan gaveke pir girîng hate avêtin. Li Hollandayê tevlîbûna 700 kesayatên siyasî yên her çar beşên Kurdistanê xebat dikin Kongreya Netewî ya Kurdistanê hat damezrandin. Armanca sereke ya damezrandina kongreyê ev bû ku ji bo Kurd pileyeke mezin di nav xebatên serkeftin û yekbûnê de bidin avakirin. Sedema din jî ev bû ku weke civaka Kurd û gelên diaspora xwe rexistin bikin. Piştî hevpeymana Sykes Pîcot dabeşkirina Kurdistanê pêwîstî hebû ku xebatên yekitîyê bê meşandin. Ev hevpeymanê bandora xwe li ser siyaseta Kurdan jî kiribû û sîyaseta kurdî jî parçe kiribû. Hewcedarî hat dîtin ku ji bo yekkirin û yekbûyîna Kurdan çareserî bê dîtin û di encamê de jî KNK hat damezrandin. Piştî damezrandina li ser asta Kurdistanî ji bo yekbûyîna Kurdan ked û xebateke mezin hat meşandin, bi guftugo û nîqaşên cûrbecûr, sazî û rêxistinên siyasî re hatin rêvebirin. Di wê serdemê de ji bo gelê Kurd rojên pir zehmet derbas bûn. 15’ê Sibata 1999’an Rêber Apo hat dîlgirtin û gelê Kurd derbasî qonaxeke din bû. Dijminên Kurdan, bi peymana Sykes Pîcot ya ku xaka Kurdistanê dabeş kirin, hewl dan ku bi komkujî û qirkirinan jî Kurdan tine bikin. Piştî Komploya Navnetewî ya li ser Rêber Apo ev qirkirin û bişaftin gihişte asteke metirsiyê. Li ser wan bingehan  û xweparastina Kurdan jî pêwist dikir ku Kurd li her derê cîhanê bibin yek. KNK bê rawestan kar û xebatê xwe berdewam kir û hewl da ku Kurdan bîne qonaxa nû û guhertineke mezin."

Zeynep Murad bilêv kir ku tevî hemû astengiyan wan timî Kurd li hev komkirine û wiha axaftina xwe qedand: "Di dîroka cîhanê de ji aliyê fikrî de nakokî hene û ev di xwezaya gerdûnê de heye. Lê ev nayê wê wateyê ku em di aliyê bîrdozî de ji hev cûda ne. Kurdên her çar beşên Kurdistanê ji bo yek armanc û yek zanebûnê têdikoşin û ked didin. Lê di wir de, herî girîng parastina berjewemdî û deskeftiyên gelê Kurd e. KNK’ê bandora xwe li siyaseta dewletên hegemon ên ku Kurd di bin desthilatdariya wan de ne, ji bo çareseriya pirsgirika Kurd di asta jorî de jî kir. Di asta dîplomasî û peywendiyên derve de jî gavên mezin hatin avêtin. Di navbera endamên kongreyê de biryar hat dayîn ku li her beşên Kurdistanê konferansên li ser asta yekîtî û yekrêzî bên damezrandin. Bi saya têkoşîn û berxwedaniya keç û xortên Kurdistanê pir deskeftî hatin bi destxistin, divê erka herkesî be ku ev deskeftî bê parastin. Ev bi damezrandina KNK hat teqezkirin."