Li Hollanda û Awûstûryayê pîrozbahiyên Newrozê
Li bajarên Den Haag û Geleen ên Hollandayê û li bajarên Viyana, Graz û Linz ên Awûstûryayê Newroz bi rengekî girseyî hate pîrozkirin.

HOLLANDA
DEN HAAG: Kurdistanî bi meşaleyan meşiyan heta qada Newrozê meşiyan. Piştî ku agirê Newrozê hate dadan, Kurdistaniyan govend gerandin û Newroz pîroz kirin.
GELEEN: Newroz li Geleenê bi coşeke mezin hate pîrozkirin. Nûnerê DEM-NED'ê li pîrozbahiyê axivî û diyar kir ku Newroz ji bo Kurdan nîşaneya berxwedanê ye. Ji bo pîrozbahiya 24'ê Adarê ya li Drutenê jî banga tevlîbûnê hate kirin.
AWÛSTÛRYA
VIYANA: Pîrozbahiya li paytexta Viyanayê li meydana Opera Dewletê pêk hat û bi hezaran kes tevlî bûn. Ahmet Zîrek bi navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd axivî û diyar kir, berxwedana Zulkuf Gezen û Leyla Guven a li dijî Dehaqên serdema heyî wê bi ser bikeve. Girseya gel piştî axaftinê ber bi Resel Parkê ve meşiya. Agirê Newrozê li Resel Parkê ji aliyê berxwedêrên greva birçîbûnê Şivan Agaoglû û Sûltan Yîgît ve hate vêxistin. Girseya gel piştre li dora agir govend gerand.
LINZ: Kurdistanî li Parka Schillerê li hev civiyan û ber bi meydana navendî ya Linzê bi meşaleyan meşiyan. Di çalakiyê de ji bo pîrozbahiya Newrozê ya dawiya hefteyê banga tevlîbûnê hate kirin.
GRAZ: Kurdistanî saet 17:00 li Griesplatzê li hev civiyan û agirê Newrozê dadan û govend gerandin.