Newroz li çar bajarên Swîsreyê hate pîrozkirin

Newroz li bajarê Basel, Luzern, Cenevre û St. Gallenê yên Swîsreyê hate pîrozkirin.

Li bajarê Baselê Newroz bi meşeke bi meşaleyan hate pîrozkirin. Nêzî 500 Kurdistanî li Parka Claramatteyê li hev civiyan û berxwedêrên greva birçîbûnê silav kirin. Girseya gel piştre bi meşaleyan heta Barfusserplatzê meşiya. Piştî axaftinan agirê Newrozê li qadê hate dadan û girseya gel li dora agir govend gerand.

LUZERN

Li bajarê Luzernê, Kurdistanî tevî dostên xwe li hev civiyan û li ber pankarta "Newroz pîroz be" ku wêneyên şehîdên Newrozê li ser bû dest bi meşê kirin. Girseya gel heta Helvetiaplatzê meşiya û Newroz pîroz kir.

CENEVRE

Li bajarê Cenevreyê jî bi meşeke bi meşaleyan Newroz hate pîrozkirin.

ST. GALLEN

Li kantona St. Gallen a Swîsreyê alîgirên Partîzan û PKK'ê yên li kampa penaberan a Landeggê Newroz pîroz kirin. Tevî Kurdên ji Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê, mirovên ji gelên Ereb, Efgan, Fars û Arnavût jî tevlî pîrozbahiyê bûn.