Pîrozbahiyên Newrozê yên li Fransayê

Kurdistaniyên li Fransayê tevî dostên xwe li gelek bajaran daketin qadan û bi meşaleyan Newroz pîroz kirin.

Kurdistaniyên li Fransayê tevî dostên xwe li gelek bajaran daketin qadan û bi meşaleyan Newroz pîroz kirin.

STRASBOURG: Kurdistanî bi ruhê berxwedana greva birçîbûnê ku di roja 94'an de ye li meydana Republiqu li hev ciivyan û cejna vejîn û berxwedanê Newroz pîroz kirin. Girseya gle bi alên PKK, YPG, YPJ, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û meşaleyan heta Place Kleber meşiya. Girseya gel li dora agirê Newrozê govend gerand.

BORDEAUX: Li bajarê Bordeauxê jî bi beşdariya bi sedan kesî meşeke bi meşaleyan hate lidarxistin û Newroz li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Leyla Guven û tevahiya gelê Kurd hate pîrozkirin.  Ji bo pîrozbahiya roja Yekşemê jî banga tevlîbûnê hate kirin.

DRANCY: Newroz li banliyoya Drancy a paytext Parîsê bi meşa bi meşaleyan hate pîrozkirin. Meşa ku ji ber avahiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd dest pê kir heta ber avahiya Şaredariya Drancy dewam kir û bi gerandina govendê bi dawî bû.

RENNES: Li bajarê Rennesê Kurdistaniyên li ber Metroya Charles de Gaulle li hev civiyan heta meydana Republique meşiyan û şehîdên Newrozê bi bîr anîn. Di çalakiyê de berxwedêrên greva birçîbûnê hatin silavkirin.

EVRY: Kurdên li Evry ji ber Navenda Civivaka Demokratîk heta Postaxaneya Grignyê bi meşaleyan meşiyan. Di çalakiyê de dowîzên li ser berxwedêrên greva birçîbûnê hatin hildan.

VILLIERS-LE-BEL: Kurdistanî tevî dostên xwe li gara trenê ya Villiers-le-Bel li hev civiyan û bi meşaleyan heta avahiya Navenda Civaka Demokratîk meşiyan.

LYON: Li bajarê Lyonê Newroz bi meşeke bi meşale hate pîrozkirin. Saziyên bi navê Eyleme Assaciation Iséroise des amis des Kurdes, Amitie Kurdes Lyon, Assaciation France Kurdistan, MJCF du Rhône, NPA Rhône piştgirî dan çalakiyê.

MANTES LA JOLIE: Li banliyoya Mantes la Jolie ya Parîsê di meşa Newrozê de tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate şermezarkirin û berxwedêrên greva birçîbûnê hatin silavkirin.

MARSILYA: Li bajarê Marsîlyayê Kurdistanî ji bo Newrozê pîroz bikin li meydana Canabiereyê li hev civiyan û heta Vieux Portê bi meşaleyan meşiyan.