BI DÎMEN

De Conca: Bêdeng in ji ber ku ji fikrên Abdullah Ocalan ditirsin!

Dr. Massimiliano De Conca diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê meseleyeek mirovî ye û got, "Li hemberî tecrîdê bêdeng in, ji ber ku ji fikrên Abdullah Ocalan ditirsin."

Sekreterê Giştî Federasyona Xebatkarên Perwerdeyê ya Herêma Lombardia (Rojava) ya Îtalyayê Massimiliano De Conca şert û mercên tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û paradîgmaya Ocalan a demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinê ji ANF'ê re nirxand.

'TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ MESELEYEKE GELEKÎ CIDÎ YA MIROVAHIYÊ YE'

De Conca got, "Şert û mercên ku Birêz Ocalan di nav de ye meseleyeke gelekî cidî ya mirovî ye, ji ber ku ev ne meseleya mirovekî yan jî nijadekê bi tenê ye. Ev tecrîd ne tenê têkildarî şexsekî ye. Abdullah Ocalan li girtîgehekê girtî ye ku ti têkiliya xwe bi derve re nîne. Tecrîdeke welê li wir heye ku mirov difikirin bê çawa ji mirovekî ditirsin. Ji ber ku fikrên wî gelekî xurt in û civaka navneteweyî nikare bersivê bide meseleyeke demokrasî, edalet û mirovahiyê."

'BÊDENGIYA HÊZÊN NAVNETEWEYÎ SKANDAL E'

De Conca helwesta hêzên navneteweyî ya têkildarî şert û mercên Abdullah Ocalan rexne kir û got, "Tê gotin, mafê her kesî heye xwedî fikrekî be. Lê belê balkêş e ku civaka Ewropayê, her wiha NATO di vê mijarê de helwesteke durust nîşan nadin. Bi dîtina min ev rewş dişibe rewşa li Yûgoslavya berê ku dema liv û tevger nehate kirin, bû sedema trajediyê. Bêdengiya saziyên erkdar û civaka navneteweyî ya li pêşberî tecrîda li Îmraliyê skandal e. Bi dîtina min her kes zane ku rejîma Erdogan demokratîk nîne. Ev yek ne tenê ji bo Kurdan her wiha ji bo akademîsyenan û rojnamevanan jî derbas dibe. Bê bîra we, beriya çend salan rojnamevan û perwerdekaran ji ber fikrê xwe zilm dîtin. Ev ne tenê fikrê Kurdan bûn, fikrê edalet û zelaliyê bûn.

'JI BER BERJEWENDIYÊN ABORÎ LI HEMBERÎ ERDOGAN BÊDENG IN'

Ewropa bi temamî ji ber sedemên berjewendî û aboriyê, mîna ku tiştek nebûya tevdigree. Îdîa dikin ku Tirkiye welatekî demokratîk e. Lê belê di vir de em qala 'demokrasiya' dolar, petrol û gazê dikin. Em zanin ku Tirkiye xwedî xeta gazê ye û gaz li Ewropayê belav dibe. Rabûna li ber Erdogan tê wateya tawîzdayina ji hinn tiştan, windakirina xwegihandina vê gazê. Yanî pîvanên ji bo civaka Ewropayê, ji bo hevkariya navbera gelan, di oxira gazê de tê fedakirin."

'JI FIKRÊN ABDULLAH OCALAN DITIRSIN'

De Conca diyar kir ku fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo gelên cîhanê xwedî girîngiyeke mezin e û got, "Birêz Ocalan fikrên ji bo demokrasiyê pêşkêş dike û qala aştiya cîhanê dike. Li hemberî terorîzm û şer, jiyana aştiyane ya navbera gelan diparêze. Fikrê wî xwe dispêre jiyana bi hev re û hevkariyê. Bi dîtina min a ku hêzên navneteweyî ditirsîne jî ev fikir e; firsenda jiyana bi hev re ya bi hevkariyê ya mirovan. Hemû sîstema kapîtalîst û lîberal dikare hilweşe, ji ber ku fikrê konfederalîzma demokratîk ê Ocalan li hemberî hevrikiyê xwe dispêre hevkariyê. Ev yek tê wateya bidawîbûna şer, redkirina artêşekê ji bo gelekî, bidawîkirina dagirkirina welatên din. Di heman demê de pênaseyên çîn û netewe jî dixe ber lêpirsînê. Civaka navneteweyî ji vî fikrê Ocalan ditirse. Ji sîstema alternatîf a Ocalan ditirsin."

'AZADIYA WÎ ME HEMÛYAN ELEQEDAR DIKE'

Sekreterê Giştî De Conca bal kişand ser girîngiya kampanya 'Azadî ji Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re' û got, "Azadiya Ocalan ne tenê ji ber sedemên mirovî, her wiha ji bo pêşketin û demokrasiyê girîng e."

De Conca got, "Ocalan hevkariyê û vîzyoneke cuda ya jiyana bi hev re pêşniyar dike. Lewma azadiya Ocalan ne tenê ji bo Kurdan û Rojava, di heman demê de ji bo mirovahiyê û demokrasiyê gelekî girîng e. Ocalan me vedixwîne lêgerîna li alternatîfa sîstema heyî.

Qebûlkirina sîstema heyî tê wateya mehkûmkirina mirovahiyê. Fikrê Ocalan gelekî girîng e, ji ber ku ji bo dewamiya jiyana mirovahiyê alternatîfekê pêşkêşî me dike."