Li Şanghayê di hefteyekê de bagera duyemîn rû da

Di nava heftiyekê de bagera duyemîn li bajarê Şanghayê ya Çînê xist. Bêhtirî 100 hezar bêhtir mirov ji bajêr hatin derxistin û hat diyar kirin ku hin herêm di binê avê de mane.

Li gorî agahiyên ajansa nûçeyan a dewletê Xinhuayê, Bagera Pulasanê şeva Pêncşemê li bejahiyê xist û herî kêm leza bayê di saetê de derket 83 km’yî. Li gorî ajansa dewletê nêzî 112 hezar kes ji herêmê hatine derxistin. Hin seferên veguhastinê yên weke ferîbot û trenan hatine rawestandin.

Têkildarê windahî û ziyanên mezin de ti agahî nehatin parvekirin. Lê di dîmenên ku li ser medyaya dîjîtalê tê parvekirin de, tê dîtin ku kolan û wesayît di binê avê de mane.

Bagera "Pulasan" çend rojan piştî Bebinca rû da ku bahoza herî dijwar a ji sala 1949’an vir ve li bajêr xistiye, roja Duşemê rê li ber zerareke mezin vekiribû. 

Bahoza Bebinca bû sedem ku zêdeyî hezar û 800 dar ji kokê rabe û elektrîka 30 hezar malan qût bû. Rayedaran beriya bahozê li Şanghayê 414 hezar kes tehliye kiribû.