37 jin, xwediyê berê yê Harrodsê Al-Fayed bi tundî û destdirêjiyê tawanbar dikin

Herî kêm 37 jin xwediyê berê yê Harrodsê Mohamed Al Fayed ê di sala 2023'yan de miribû, bi tundî û destdirêjiyê tawanbar dikin.

Li gor daxuyaniya parêzerên wan ku roja Înê dan, ev jin xwe amade dikin ku dozeke hiqûqî li dijî Al Fayed û Harrods ku yek ji firoşgehên bi nav û deng yên cîhanê ye vekin.

Parêzera navdar a Emerîkî Glorîa Allred di civîna çapemeniyê ya li Londonê de, diyar kir ku ew ê mafên mexdûran biparêzin û got, "Dema edaletê hatiye."

Allred, anî ziman ku kiryarên Mihemed El-Feyed demeke dirêj di nava xwe de dihewîne û behsa navaroka bûyerên destdirêjiya zayendî kir. 

Parêzer Bruce Drummond, jî da zanîn ku mexdûr ne tenê li Brîtanyayê, "li tevahiya cîhanê" ne.

Parêzer Allred, diyar kir ku li pişt çirûskdarê, hewirdorek ‘xeternak û bi tundî’ heye û wiha got, “Destdirêjiya zayendî ya ku Al Fayed kiriye li Harrodsê sînordar nemaye, di heman demê de li Otela Rîtz û vîlla Windsor a li Parîsê jî sûcên bi heman rengî kiriye.”