Anter Anter jiyana xwe ji dest da

Anter Anter di salvegera qetilkirina bavê xwe Mûsa Anter de jiyana xwe ji dest da.

Anter Anter kurê rojnamevan-nivîskar Mûsa Anter (Apê Mûsa) serê vê sibehê jiyana xwe ji dest da. Anter Anter, li mala xwe ya li gundê Sitîlîlê yê navçeya Nisêbîn a Mêrdînê di serşokê de mirî hate dîtin. Piştî agahdarkirina ji rewşê, komên cendirme û tenduristiyên hatin sewqkirin. Hat diyarkirin ku Anter Anter jiyana xwe ji dest daye. Cenazeyê Anter Anter ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê.

Bavê Anter Anter, Mûsa Anter jî 32 sal berê îro hatibû qetilkirin.

Apê Mûsa, îro li cihê ji hêla JÎTEM’ê ve lê hatibû qetilkirin hate bibîranîn. Dihat plankirin ku di êvarê jî li ser gora xwe ya li gundê Sitîlîlê were bibîranîn.